NY’yê li dijî darvekirinên komî hişyarî da Iraqê

Li Iraqê hema bêje di nava mehê de bi dehan kes tên darvekirin, saziyên navneteweyî daxwaz kir ku darvekirinên kesên bi taybet bi êşkenceyê gumana sûcên terorîzmê li xwe mikur tên bide rawestandin.

Li Iraqê roja Yekşemê li bendê ye ku nêzî 50 mehkûm bên darvekirin. Lê Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku divê ji ‘darvekirinên komî’ xwe dûr bixin.

Ji raportorên NY’yê Nîls Melzer, Fîonnûala Ni Aolaîn û Angnes Callamard, bal kişand ku li Iraqê ji 4 hezar mehkûmên ku bi sûcê terorîzmê wê bi sedan kes bên bidarvekirin. Raportoran diyar kir ku divê xwe ji darvekirinên komî dûr bixin, ragihand ku li bendê ne ku nêzî 50 kesên ku mehkûmî darvekirinê hatine kirin, wê cezayê wan roja Yekşemê bi komî bên înfazkirin.

Raportorên NY’yê destnîşan kir ku di meha Cotmehê de 21, di vê mehê de jî bi kêmanî 16’ê girtî li Nasiriyê hatine bidarvekirin, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku darvekirinên nû bidin rawestandin.

Her sê raportoran di daxuyaniya hevpar dan de diyar kirin ku divê dev ji darvekirinên sîstematîk û ‘xwe dispêrin bingehên giştî’ berdin. Raportoran bal kişand ku îdîa hene mikûrhatinên hinek bersûcan bi êşkenceyê tê kirin û îşret bi wê yekê kir ku di hinek dozan de kêmaniyên hiqûqî hene.