Neteweyên Yekbûyî: Hêzên derve ji Lîbyayê venekişiyane

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li gel peymana agirbestê jî li Lîbyayê aliyên şerê navxweyî hîn jî hêzên xwe yên eşkerî venekişandine, her wiha hêzên biyanî jî hîn li welêt in.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanîe Wîllîams ragihand ku pêwîstiyên peymana 23'ê Cotmehê hîn bi cih nehatine anîn.

Wîllîams bi bîr xist, ku di nava 90 rojên peymanê de diviyabû hêzên leşkerî ji xeta şer bên vekişandin û hêzên biyanî jî bi temamî ji welêt bên derxistin, lê belê ti ji van hîn pêk nehatiye.

Wîllîams ji endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re axivî û diyar kir ku li balafirgehên El Watiya û Misrata yên di destê yekîneyên leşkerî yên Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê de ne, wan liv û tevgera kargoyên leşkerî tespît kirine.

Wîllîams anî ziman ku yekîneyên Xelîfe Hefter jî li herêma Sîrte û El Cûfrayê hêzên xwe zêde kiriye, nuqteyên ku sîstema parastina hewayî heye, ava kirine.

Herî dawî li Tûnisê di encama danûstandinan de li hev hatibû kirin ku di 18 mehan de hilbijartin bê kirin.