Leşkerên Elman keştiya Tirk sekinand

Leşkerên Elman keştiyeke bar a Tirk sekinand.

Leşkerên Elman ku di çarçoveya mîsyona Yekîtiya Ewropayê de ji bo kontrolkirina ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî kontrol bike li peravên Lîbyayê ne, keştiyeke bar a Tirk sekinand.

Keştiya 'ROSELÎNE-A' ya Tirk ku ji Stenbolê bi rê ket, doh (22'ê Mijdarê) bi şev ji aliyê firkateyna Elman a li Tevgera Îrînî wezîfedar e li başûrêrojava yê Nîvgirava Morayê hate rawestnandin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Elmanya bi fikar bû ku di keştiyê de çek hene, lê belê Tirkiyeyê destûr nedaye ku lêgerîn bê temamkirin.