Li Iraqê 21 kes hatin bidarvekirin

Iraq a yek ji welatên herî zêde cezayê bidarvekirinê lê tê dayîn 21 kesên bi sûcê ‘terorîzmê’ hatin mehkûmkirin, hatin bidarvekirin.

Her 21 kesên ku mêr in, di demekî nêz de yan jî berî çend salan bi sûcê ‘terorîzmê’ hatine mehkûmkirinin.

Hemû li Girtîgeha Hût a parêzgeha Zikar hatin bidarvekirin.

Iraq a piştî sala 2017’an serketina xwe li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ragihand û şûnde dadgeha Iraqê  cezayê darvekirinê dan bi sedan kesî.

Ji bo darvekirinê jî divê Serokkomarê Iraqê yê Kurd Berhem Salih jî erê bike, heta pêk bê. Li gorî çavkaniyên polîsn înfaza 21 kesî ji aliyê Salih ve hatiye erêkirin.

Li Iraqê di derbarê çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî jî cezayê darvekirinê hatiye dayîn, lê heta niha yek ji van nehatiye bidarvekirin. Di nava yên li benda bidarvekirinê de ne 11 kes fransî, 1 jî Belçîkî ye.

Li gorî Rêxistina Efûya Naventeweyî li Iraqê sala 2019’an 100 kes hatin bidarvekirin. Ev jî li gorî cîhanê ji her heft darvekirinan yek li Iraqê ye.