PKK'ê berê xwe neda nijadperestiya teng -NÛ BÛ

PKK wekî tevgerên din ên rizgariya neteweyî berê xwe neda nijadperestiya teng. Dema ku pergala sosyalîst ji hev diket, ew li ser xwe ma. Ev jî diyar dike ew girêdayî cewhera sosyalîzma zanistî ye.

Her şoreş tifaqek e. Di şoreşan de ne hêzên xwesrû lê du dinya tên pêşberî hev. Di îdeolojiya şoreşan de pêşketina civakên gerdûnî heye. Di îdeolojiya dijşoreşê de jî heman qaîde heye, bi tecrubeya gerdûnî yên hêzên dijber tevdigerin. Di rastiya polîtîk de tifaq şênbertir in. Aktuelbûna polîtîkayê tifaqan zêdetir didin xuyanî. Tişta ku îdeolojiya PKK’ê pêk tîne, tecrubeya sosyalîzma reel e. Sosyalîzma reel jî rastiyeke wisa ye karakterê xwe yê enternasyonal eşkeretî daniye holê. Wateya enternasyonalîzmê hevgirtin û tifaqa navneteweyî. PKK di warê polîtîlk de di şertên sosyalîzma reel de, xwestiye hebûna xwe pêk bîne. Di şertên neteweyî û navneteweyî de tercîha wê sosyalîzma reel e, beriya avabûna wê wekî ku hatiye diyarkirin. Pirsgirêk ne ji ber feraseta tifaqa teorîk e, mesele ev e ku wê tifaq di pratîkê de çawa pêk were. Hewldana ku mirov doza Kuran di şertên sosyalîzma Tirkiyeyê de çareser bike, tercîheke rast e. Di avabûna PKK’ê de jî mirov nikare çavê xwe ji rola Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê re bigire. Heke cesareta Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê a ji bo şerkirinê nebûya, mirov îddîa bike wê PKK bi tena serê xwe cesaretî şerê şoreşgerî bike, wê bi tenê îxtîmalek bûya. Nexwe pêşengên şoreş ên gelan ku qedera wan di bin banê heman dewletê de hatiye avakirin dema berê di nav xwe de tifaqekê dikin, ev ji ber xwezaya wan a civakî ye.

Di warê teorîk de, hevgirtina Tirk, Kurd, komên çandî û çînên din nayê nîqaşkirin. Tişta ku tê nîqaşkirin, veqetîna di dema pratîkê de ye. Di vir de jî hewldanên hêzên xayîn û tasfiyekar ên ketine nav tevgerê şoreşger ku derb li berjewendiyên wan ketine, hene. Dema di nav Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê de tehamulnekirina li hemberî PKK’ê û xwedûrxistina ji PKK’ê pêk tê, ev tişt ji ber sîxurên ku îdeolojiya neteweya serwer ku ketine nav refên şoreşger ên bi qestî yan jî bixweber pêk tê. Mirov ji netewe û çîneke din be jî, li pêşiya tifaqan ne asteng e. Ev tifaq ji ber encama van cihêtiyan girîng dibin. Di armancên şoreşgerî de tifaqên yekîtiyê hene. Tifaq wekî ku di nav heman rêxistinê de pêk were, dikare di nav rêxistinên din de jî pêk were. Sedema ku di nav tevgerên demokratîk û sosyalîst ên Tirkiyeyê tifaqên mayînde pêk nayê, ev tişt ji ber hewldanên hêzên antîdemokratîk û antîsosyalîst e.  îdeolojiya şoven a sosyalîst dema ku nikare bibe hêza polîtîk xwe dide der. Di pirsgirêka Kurdan de jî di çareseriya vê pirsgirêkê de tecrîd û vederkirin, têkiliya xwe bi bandorên dijşoreş û polîtîkayên parçe bike û bi rê ve bibe heye.

PKK’Ê HER TIŞT ZELAL KIR

Ev rastiyên di dema avabûna PKK’ê de, her tişt zelal kir, nasnameya rastîn a hemû hêmanên ketine nav têkoşîna şoreşger derxist holê. Komên sosyal şovan piştî darbeya 12’ê Îlonê xebatên xwe hema dan sekinandin, ev tişt bi polîtîkaya zext û têkbirina faşîzmê nayê ravekirin. Ev hêz ji bo ku li ser fikra xwe bin û bi pêş ve biçin, heke di nav şerê azadî û nasnameya Kurd de bûne û bi pê re jî cesareta wan hebûya ku bi PKK’ê re tifaqan ava bike, wê mumkin bûya.

Piştî 1980’an de dema firsenda ku PKK li Rojhilata Navîn berê xwe da xwerêxistinkirin û şerê şoreşgerî, me careke din ev tişt xwest bi hêzên demokratîk û sosyalîst re par ve bikin. Ji bo vê armancê me gelek hevdîtin pêk anî û em civiyan. Me Platforma Eniya Berxwedana Yekgirtî ya Li Dijî Faşîzmê ava kir. Lê dema dor hate ser gavên pratîk, piraniya ev hêzên hanê beriya tasfiyekarên di nav me de, berê xwe dan Ewropayê. Li wir jî xwestin cewhera şoreşger a tevgerên xwe tasfiye bikin. Bi taybetî hin hêmanên Dev-Yolê tevî rêxistinên xwe ji bo cewhera şoreşger a PKK’ê tasfiye bikin, gelekî hewl dan. Lê têkiliyên Dev-Yolê, derfet, sempatîzan, kadro û girseya wan ji ya PKK’ê xurttir bû. Heke stratejiya şerê gel a şoreşgerî bihata qebûlkirin, ev derfet û têkilî bihatine bikaranîn û bi gavên taktîkî yên hevpar tevgerek bihata kirin, wê veguherîna demokratîk û sosyalîst a Tirkiyeyê hin aliyên pêşvetir bi dest bixista û wê di qonaxên din de bûya.

Di şexsê Taner Akçam de yê li ser Karkerên Şoreşger a girêdayî Dev-Yol Ewropayê bû, tasfiyekariyê xwe ferz kir. Vî tiştî di tasfiyekirina tevgera sosyalîst û demokratîk a Tirkiyeyê de roleke mezin lîst. Vê meyla tasfiyekar gelek hêz bi xwe re bir Ewropayê û xwest stratejiya şerê gel a şoreşgerî ya PKK’ê tecrîd bike. Rayedarên PKK’ê yên li Ewropayê jî bi kar anî û texrîbateke mezin çêkir. Jixwe piştre Dev-Yol nekarî bibe wekî berê. Heke vê komê li Rojhilata Navîn baregehek ava bikira û berxwedaneke biçûk jî bikira, maskeya sosyal demokrat a CHP’ê ya hêza wê ya çînî ya şoreşger ji ya MHP’a faşîst zêdetir e, biçiranda, dikaribû bibûya partiya mûxalefetê ya sereke. Li dinyayê gelek mînakên bi vî rengî hene. Heke vê komê bi PKK’ê re tifaqek çêbikira, him di çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Kurdan de û him jî di meylên demokratîk ên giştî de dikaribû bibûya hêzeke pêşeng.  Bi vî awayî wê ji bo gavavêtin sixte yên AKP’ê zemîn ava nebûya.  Meyla tasfiyekar bi qestî ji vê firsenda dîrokî bû. Divê pêkhateyên sosyalîst ên şoreşger baş li ser vê dîrokê bisekinin.  Ez baş dizanim ku vê meyla tasfiyekar gelek pêkhateyên hêja ji holê rakiriye. Ev meyl li dijî min jî antîpropagandayê dike û divê li ser vî tiştî jî were sekinandin.

Rêbertiya Dev-Solê jî li ser fikra xwe nema. Nexwest li Rojhilata Navîn bi cih bibe û berxwedana şoreşger ji ser Kurdistanê li hemû Tirkiyeyê belav bike. Nexwest hin nêzikatiyên dostane bike, xwe nêzî tevgera hevkar nekir.  Heke hinek kadroyên Dev-Solê bi taybetî Bedrî Yagan û koma wî tên têkilî bi me re danî li Stenbolê îmha nebûna, tevî hêzên me bi hevkarî tevbigeriyana, wê karibûya valatiya ku Dev-Yolê di warê şoreşgeriyê de kiriye, dagire û wê karibû bibûya tevgera herî xurt a mûxalefeta şoreşger a Tirkiyeyê. Di polîtîkayên tifaqê de xwe zelal nekirin û ev tişt bû sedema tasfiyebûna wan.

KEMAL PÎR Û HAKÎ KARER

Bêguman gelek kes û komên diler ku ji rêça gelê Tirk hatin û xwe bi çepgirî bi nav dikirin, li nav û rex têkoşîna PKK’ê ya bi nasnameya enternasyonalîst û azadiyê cih girt. Bi PKK’ê tifaq û yekîtî danîn. Di serî de Kemal Pîr û Hakî Karer gelek hevrêyên me yên Tirk ên jin û ciwan, bi rengê kadroyên herî hêja yên PKK’ê heta ku şehîd bûn li refên pêş ên têkoşîê man û şer kirin. Lin av refên PKK’ê hê jî gelek hevrêyên me yên wiha hene. Her wiha ji serî heta niha gelek kes û koman hewcehiyên tifaqê bi cih anîn. Lê piraniya hêzên çepgir dbi îdeolojiya faşîzmê ya Tirkê Spî û hegemonyaya leşkerî hatin bêdengkirin an Jî bi zanebûn bûne piştevanê vê hegemonyayê.

PKK BI REXNEYÎ Û DOSTANÎ NÊZÎKATÎ LI WELATÊN SOSYALÎST KIR

PKK partiyeke wiha ye ku li nav pergala sosyalîzma reel bûye xwedî hebûn. Ji hêla îdeolojîk ve û polîtîk ve ev pergal daniye ber xwe. Her çendî li dijî averêbûna revizyonist ku ketî nav raçînka wê ji serî de xwedî helwest jî bû, PKK karî ku bi hurmet nêzîkatî li pergala sosyalist bike. Di serî de Yekîtiya Sowyetan bi rexneyî û dostanî nêzîkatî li welatên sosyalist kir. Hewl da ku pirsgirêka Kurd ji meselebûna hegemonyaya cîhanî ya kapîtalîst derbixe û bike parçeyek ji pergala sosyalist a cîhanî. Bi nûnerê wê demê yê pergala sosyalist Yekîtiya Sowyetan re têkilî danî. Bi partiyên sosyalist ên Ewropayê re jî têkiliyên hevşib danî. Lê ji ber revizyonîzmê ku li tevaniya cîhanê mohra xwe li pergalê dayî, têkiliyên heyî nehatin wê asta ku hêvî jê dihate kirin; ji armancên taktik û sûdjêwergirtî wêdetir neçû. Heq ji nêzîkatiyên sûdparêzî yên netew-dewletiya sosyalîzma reel derneket. Pergala sosyalist polîtîkayên sûdparêz û bikaranînî yên netew-dewletên kapîtalîst danî ber xwe. Ev hişmendiya ku ji serî de serwerî pergalê bû destkeftiyên sosyalît tasfiye kir, her wiha nehişt ku geşedana alternatîfa a têkiliyên sosyalist geş bie. Ev têkilî ji berjewendiyên hegemonîk re bûne amûr.

PIR GIRÎNG E KU PKK WEKE PARTIYEKE ENTERNASYONALÎST A RASTÎ TEVBIGERE

Dîsa jî girîng e ku PKK vê zemînê bi kar bîne, a rast pir girîng e ku weke partiyeke enternasyonalîst a rastî tevbigere. Heke Tevgera Kurd bûbe xwedî xisletekî demokratîk û sosyalist,  girêdayî stratejiya şerê şoreşgerî yê gel ên domdar bûbe, li cîhanê kiribe ku were naskirin, di serî de gelê Tirk, bi gelên cîran re hazirkirina jiyana hevpar a li ser wekhevî û azadiyê, encama dilsoziya bi enternasyonalîzmê ye. Di rewşeke wiha de ya feşkilîna pergala sosyalist e, mane wê ya li ser piyan nişana wê ye ku dilsozî gewherê sosyalîzma zanistî ye. PKK weke tevgerên din ên netewî pêgirê milletgiriya berteng nema. Heq ji şîlobûna îdeolojîk a destpêkê derket. Li dijî netewdewletiya modernîteya kapîtalîst ku mohra xwe li sosyalîzma zanistî û reel dayî, li dijî hêmanên endrûstrîyalîst têkoşîneke serkeftî da. Bi xweveguherandinê li dijî modernîteya kapîtalîst di geşkirina paradigmaya moderniteya demokratîk de weke alternatif û di xêzdanînê de ya di navbeya xwe û modernîteyên din de bi roleke girîng rabû. Li Rojhilata Navîn a piştî salên 1980’yî piştî Israîlê û Rêxistina Rizgariya Netewî bû hêza sêyan a dinamik.

GEWHERA ŞOREŞGER-DEMOKRATÎK Û SOSYALÎZMÊ Û DÎNAMÎZMA PKK’Ê

Tifaqa PKK’ê ya bi rengê hêzeke polîtîk a li Rojhilata Navîn, Ewropayê û qadên din girîng e. PKK’ê di bicihbûna piştî 1980’yî de herêma herî germ a Rojhilata Navîn tercih kiriye, ev bi xasetên wê yên şoreşger re têkildar e. Ji bo ku ji têkoşîna şoreşger qut nebe ev qad xwedî girîngiyeke stratejik e.

Rola ku li Ewropayê hatî fesilandin tim bi asta taktik ve hate hiştin. Ev nêzîktêdayineke rast bû û her wiha gewherê tifaqa bi tevgerên rizgariya netewî re jî nîşan didea, ku ev tevger dînamîka girîng a serdemê bûn. Bi girêdanka Sûriye, Libnan, Filîstîn û Israîlê re, danîna têkiliyên rizgariya netewî, dihate maneya têkiliya bi rastiya polîtîk a herî germ, zindî û berfireh. Geşdanên di nav 20 salan de bi vê çarçoweyê rûdan, ne tenê nasnameya Kurd û tevgera azadiyê bi asta cîhanî da naskirin, ew hem bi cîhanê da naskirin û hem jî anî pozîsyoneke stratejik jî. Her wiha ev têkilî îro jî gewhera xwe diparêze.  Geşedanên ku PKK’ê rê li ber vekirin, kir ku Israîl berê xwe bide politikaya dostaniyê ya bi wê bloka dijî Tirkiyê, ku Israîl despêkê bi Tirkiyê re xwedî tifaqeke stratejik bû. Têkiliyên niha yên Tirkiyê-Sûriye-Liban û Filîstînê ji bo Israîlê encamên ji talokeya PKK’ê girantir bi xwe re anîne.

Ji vî alî ve ev jî nîşan dide ku PKK çawa hêzeke wiha dinamik a girîng e. Her çi qasî li dij jî bin, têkiliyên di navbeyna van hemû hêzan de di analîza dawî de ji hêla dînamîzma PKK’ê ve têne kaşkirin û arestekirin.  Eynî dînamîzm bi çarçowaya têkiliyên du alî û sê alî yên Tirkiye-Îran û Tirkiye-Iraq-DYE’yê de jî wiha ye. Heke ji dînamîzma PKK’ê bûye têkiliyên ji vî alî ve bi vê şêwazê geş nedibûn. Ev têkilî hebûna xwe deyndarî tevgera dîplomatîk in ku hewl hate dayin li dora PKK’ê bêne avakirin. Gewhera demokratiya şoreşger û sosyalist a li nav PKK’ê dike ku hêzên desthilatê blokên wiha deynin.

Li gel tasfiyeyên berfireh ên navxwe û derve PKK’ê karî ku xwe li gorî şertan biguherîne, veguherînên hewce bi afirandêrî pêk bîne, bi alternatîfa modernîteya demokratîk bi helwesta xweya li bara modernîteya kapîtalîst li ser hîmê rêgez û serkeftina polîtîk bisekine. Di veguherîna şoreşger û demokratîk a Rojhilata Navîn de rola xwe ya aktorbûna serke domandiye.

(Ji pirtûkên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.)

WÊ BIDOME