Abdullah Ocalan: Em diketin nava pêvajoyeke hîn mayinde û nikare bê tasfiyekirin

Bi rizgariya ji astengiyan, bi bersivdana li pêwîstiyan em diketin nava pêvajoyeke hîn mayinde û nikare bê tasfiyekirin. Nîşaneya şênber a vê yekê jinûve li xwe kirina navê PKK’ê bû, pênasekirina destketiyên azadî û nasnameya gel bi navê KCK’ê bû.

Dîroka PKK’ê dîrokek ku li gel tasfiyekariyê jî hate afirandin. Hîn di dema kombûnê de gelek caran hewldanên tasfiyekirinê li dijî PKK’ê hatin kirin. Her ku partî bi pêş ket, tasfiye jî berfireh bûn. Bûyerên ku di navbera salên 2002-2004’an de qewimîn, ji tasfiyekariyê wêdetir nîşaneya komployê ya navxweyî bû. Ya rast komplokarî û tasfiyekarî ketibûn nava hev. Ji hev nedihate cihêkirin ku çiqas jê bi zanebûn, çiqas jî ji ber xwe ve dihate kirin. Zemîna heyî rê nedida ku karibe ji hev cihê bike. Zemîn guncaw bû ku kesayetî hem tasfiyekarî hem jî komplogerî bi hev re dikarîbûn bijiyan. Hebûna rêveberiyeke ku dikare van kesayetiyan kontrol bike, gelekî girîng bû. Bala min timî li ser vê bû û min timî bal dikişand ser. Di dema avakirina civakîbûna şoreşgerî de heta ku bi kûrahî nehata fêhmkirin ku ev yek çiqasî zehmet e, gelekî giran bû ku rêxistinî û tevgeriyeke civakîbûna Kurd bihata avakirin. Rêveberiya partiyê û rêxistina şer lewma nizanîbûn ku çawa li ser piyan dimînin. Her wiha ji ber bandora ji qaşo Çep a Tirk û çanda mezhebperest a dîrokî, dûrî fêhmkirina girîngiya çalakî û civakîbûna şoreşgerî bû. Dema ku kontrola me ya ji nêz ve li ser hebû, xwe ji lawaziyê vedigirtin. Ji dil nebe jî hewl didan xwe li gorî hewaya rêxistinî nîşan bidin. Li şûna ku dîsîplîna çalakî û rêxistinî weke pêwîstiyeke jiyana azad bê nirxandin, weke astengiyek li pêşiya jiyana xwe ya kêfî didîtin. Zîhniyeta malbatperestî û qebîletî heta bi hucreyan bandor lê kiribûn.

CUDAHIYA TASFIYEKARIYA DEMA 2002-2004’AN JI YÊN BERIYA NIHA

Ev xusûsên ku me qalê kirin weke rastiyên giştî dikarin bêne fêhmkirin. Lê belê eger ev hemû di dema herî krîtîk a dîroka şerê gel ê şoreşgerî yê bi pêşengiya PKK’ê de ketibin nava hev û li ber veguherîna tevgereke komplo û tasfiyeyê be, eger xwe bi vê rêbazê ferz dikin, hingî wê tevgera xiyanetê ya herî mezin ketibe rojevê. Cudahiya tasfiyekariya dema 2002-2004’an ji yên beriya xwe, ji ber vê taybetmendiya xiyanetê ya bingehîn bû.

Em bi nexweşiyeke mîna ya kronîk a dîroka Kurd re rû bi rû bûn. Li gel têkoşîna çalakî, rêxistinî û îdeolojîk a sih salan, xeteriyeke mezin bû ku heman nexweşiyê ji nû ve dest pê kir. Şert û mercên cih û dema wê ji bo vê gelekî guncaw bû. DYE ku hêza hegemonîk a sîstemê ye dest bi dagirkirina Iraqê kiribû, AKP jî weke dûvikê xwe yê nû hilbijartibû. Mîna ku di dîrokê de hate kirin, hewl dida ku Tevgera Kurd ji destekî manîpule bike. Li dijî PKK’ê û li dijî min, hêza bingehîn a li pişt şerê Gladiyo bû. Di destê wan de nokerên xurt hebûn. Gladiyoya Tirk ji nû ve ava kirin. Dema ku ev faktor hemû li hev kom dibû, hingî operasyonek li nava PKK’ê jî dikete rojevê. Dihate xwestin ku operasyonên ji derve û hundir dihatin ferzkirin dawiya dawî bi cih bêne anîn. Armanca ku sih salan dabûn pey, diviyabû bicih bihata anîn. Armanca vê operasyona klasîk ew bû ku di nava PKK’ê de jî baskekî nokeriyê ava bikin û bi vî rengî yên din tasfiye bikin. Rêbazek bû ku di dîrokê de gelek caran ceribandibûn û tê de serketî bûn. Dema ku bi komploya mezin re kirin yek, vê carê baweriya xwe pê anî bûn ku bi ser bixînin.

MASKEYA KESK A ŞERÊ TAYBET Ê TIRK: AKP

Hêzên li aliyê şerê taybet ê Tirk ê komployê, vê carê di nava rêxistiniya AKP’ê de tevdigeriyan ku ev yek maskeya wan a kesk bû. Dûvikên wan ên Kurd li aliyê Kurdistana Iraqê di oxira opsiyona federe de ji mêj ve amade bûn ku bi her awayî hevkariyê bikin. Ji xwe ji sala 1985’an û pê ve bi her awayî bi eşkere û veşartî piştgirî dabûn gavên Gladiyoyê. Vê carê jî bi hêviya ku ji PKK’ê, ji şerê gel rizgar bibin çi ji destê wan dihat wê bikira. Kirin jî, bi her awayî piştgirî dan tasfiyekarên navxweyî. Di mîrateyê de qaşo para herî mezin a wan bû. Mixabin, hêza tasfiyekar hem xwe weke xwediyê rasteqîn ê partiyê hem jî yê rasteqîn ê şerê gel didît. Lê haya wan jê tune bû ku xizmetê ji kîjan efendiyan re dikin. Hêmanên hişk û dogmatîk ê ku tasfiyekaran ji xwe re timî dikirin hincet, ji hêza xweparastinê bêpar bûn. Dixwestin ku bi destê xwe dawî li gaveke dîrokî ya serketî bînin. Lê belê mîrateya PKK’ê ne mîrateyeke welê ye ku ji holê bê rakirin. Ji bo bê fêhmkirin ku rewş çawa gihîştiye vê astê, divê mirov bala xwe bide ser rabirdûya nêz.

TASFIYEKARÎ

Çeteya Çaran di vê mijarê de bi taybetî li eyaleta Botanê serkêşî dikir. Yên ku karê wan lêpirsîn û bêbandorkirina xisarên çeteya çaran bû, di bin siya wan de xwe vedişartin, rojên xwe bi vî rengî derbas dikirin. Serkêşê wan jî Nîzamettîn Taş (Botan), Halîl Ataç (Ebûbekir), Osman Ocalan (Ferhat) û Celal ê Şirnexî bûn. Bi vî rengî herêmên Botan, Behdînan û Zagrosê di pratîkê de kete bin bandora koma tasfiyekar. Eyaleta Amedê (Amed, Çewlik, Mûş û derdora wê) veguherî bû çîftlîka birayên Sakik û Çurukkaya. Vana gelek piştgiriya hêza kadroyî û destwerdanê pûç kirin. Dibe ku Amed eyaleta destpêkê bû ku kete bin kontrola JÎTEM’ê. Li Botan, Behdînan û Zagrosê jî JÎTEM û komploya navxweyî ku xwe dispart PDK’ê bi bandor dibûn. Li Dersimê bi mirina Doktor Baran re ku hîn baş eşkere nebûye, însiyatîfa kesên weke Hidir Sarikaya (Ekrem) serwer bûbû. Li gel tasfiyekariyê her wiha şerê bêwate yê bi hêzên çep re jî zêde bûbû, windahî zêde bûbûn. Li eyaleta Tolhildanê (Mereş, Semsûr û derdora wan) Terzî Cemal (Alî Omurcan), li yeleta Mêrdînê Serhat (Hidir Yalçin) jî meylên bi heman rengî yên tasfiyekariyê serwer kiribûn. Li Rojhilata Navîn jî Rêbertî anîbûn ber tasfiyekirinê ya bi destê JÎTEM’ê. Di destpêka meha Çileyê ya sala 1990’î de komploya ku bû sedema qetilkirina hevrê Hasan Bîndal, di vê çarçoveyê de wê rola tunekirinê ya stratejîk bilîsta.

HEWLDANÊN JIHOLÊRAKIRINA TASFIYEKARIYÊ

Ji bo jiholêrakirina vê rewşê serî li rêbazên klasîk ên partiyê hate dayin. Bi civînên navendî, konferans û kongryan hewl hate dayin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Nûkirina komîteyê, tayînkirina nûnerên nû, xurtkirina hêzê weke çareseriyê hate destnîşankirin. Eşkere ye ku çareseriyên bi vî rengî rêxistinî û teknîkî bû; bi bingehên polîtîk û îdeolojîk danediket. Lewma jî ji bilî hin encamên şeklî tiştek bi xwe re nedianî. Ya ku diqewimî, nîşaneya tecrûbeya li Yekîtiya Sowyetan a li ser partiya me bû. Jihevketina ku piştî heftê salî di nava reel sosyalîzmê de pêk hat, di nava PKK’ê de bîst û pênc, sih sal piştî avabûnê dubare dibû. Tu xwedî dewletê jî be dikarî ji hev bikeve. Modelên polîtîk û îdeolojîk ên nekarîn xwe ji perspektîfa netewe dewletperestiyê rizgar bikin, ji aliyê bingehîn ve xwedî pirsgirêk in, antî demokratîk in, nikarin veguherîna sosyalîst a civakê pêk bînin. Çi bi dewletê çi jî li ser bingeha partiyê be, dibe sedema avabûna kesayet û elîtên desthilatdarîperest, despotîk û yekdestî. Me ev rastî bi tasfiyekariya 2002-2004’an bêhtir fêhm kir.

KADROYÊN NIFŞÊ KEVN, KU LI GEL NÊZÎKATIYA BI PÎVAN JÎ NEKARÎN DOGMATÎZMÊ JI SER XWE BIAVÊJIN

... Li hemberî vê yekê, hin kadroyên ji nifşên kevn ku li gel hurmeta li nirxên têkoşînê û partiyê û nêzîkatiya bi pîvan jî nekarîn xwe ji dogmatîzmê rizgar bikin, pêngavên taktîkî yên di cih de pêk bînin, tevî ku li dijî tasfiyekaran hewl dan kevneşopiya Rêbertî heta dawiyê biparêzin, di parastina nirxan de bi ser neketin. Di vê mijarê de gelekî xwedî kêmasî ne. Bi afirîneriyeke têrker nekarî pêşî li tasfiyekariyê bigirin û hesab bipirsin. Bi kêmasî, bêtedbîrî û rêbaza tevgerê ya naşibe tiştekî, heta dawiyê pêşî li tasfiyekaran vekirin. Ya ku wan kirin parastina namûsa xwe ya şexsî yan jî rizgarkirina wê bû. Dogmatîzm û kêmasiyên bi salan bûbû sedem ku bêçare li bûyerên diqewimin temaşe bikin. Nekarîbûn ku pêla nû ya xiyanetê, mezinahiya wê bibînin û tedbîran bigirin. Ji aliyekî ve dişibiyan partiyên berê yên komunîst. Lîberalan dest danîbûn ser desthilatdariyê, wan jî lê temaşe dikirin.

ZINDÎBÛN Û PÊŞKETINA TEVGERÊ DEWAM DIKIR

Rewşa ku derekte holê encama reel sosyalîzmê ya li nava PKK’ê bû. Lê belê tevgera ku me afiran ji reel sosyalîzmê wêdetir reh berdabû nava bingehên civakê. Hem di mijara hebûn û nasnameya Kurd de hem jî di asta azadiya civakî de pêşketinên mezin pêk anî bû. Ne di nava tevgerê de, lê di serkêşiya wê de pirsgirêkan rû dabûn. Tevgerê zindîbûn û pêşketina xwe dewam dikir. Eger rewş rast bihata nirxandin tevgera nasname û azadiyê wê gavên hîn xurtir biavêta.

ŞÊNBERKIRINA DESTKETIYÊN NASNAME Û AZADIYÊ YÊN GEL

Bi dîtina asta tasfiyekariyê, min versiyona ‘Parastina Gelekî’ ku dewama parêznameyên min e, weke bersivek pêşkêş kir. Paşvegavaêtina ji armanca rizgariya gelekî, avakirina civakeke sosyalîst û komkirina li binê sîwanê dewleteke serbixwe destpêkê weke paşketinekê hatibe fêhmkirin jî rastî ne bi vî rengî bû. Wateya vê ew bû ku ji gotina îdeolojîk xwe nêzîkkirina şênberiya civakî; jiholêrakirina nakokî û valahiya navbera îdeolojî û pratîkê bû. Gotina reel sosyalîst her wiha ya sosyalîzma zanistî nedibû bersiv ji rewşa nû re. Mîna ku li tevahiya cîhanê qewimî, jihevbûna li nava PKK’ê bi rêbazên berê nedikarîbû bihata rawestandin ne jî dikarîbû pêşî lê bê girtin. Aliyê wê yê zanistî û îdeolojîk diviyabû jinûve bihata avakirin. Her wiha rastiya gelê Kurd a şênber bû û qadên civakî yên azadbûyî ne bi rêbaza berê dikarîbû bihata dewamkirin, ne jî dikarîbû bihata parastin. Ne tenê di cûreyê gotin û çalakiyan de, her wiha di feraseta zanistiya civakî, siyasî û exlaqê de guhertinên bingehîn bihata kirin. Pirsgirêk ne tenê herêmî bû, gerdûnî bû. Kûrbûna min a li ser dîsîplînên têkildarî civakê û felsefeya zanistî, pêwîstiya bi veguherînê destnîşan dikir.

Weke encam, ji aliyekî ve ji bo parastina destketiyên şênber ên pratîkî li modelên polîtîk ên nû geriya, li aliyê din jî di felsefeya siyasetê û rêbaza jiyanê de li bersivan hate gerîn. Em ji pêşketinên îdeolojîk û polîtîk ên berê bi temamî qut nedibûn. Ji astengiyan rizgar dibûn û bersivdana li pêwîstiyan derbasî pêvajoyeke mayinde û nayê tasfiyekirin dibûn. Nîşaneya şênber a vê yekê jinûve li xwe kirina navê PKK’ê bû, pênasekirina destketiyên azadî û nasnameya gel bi navê KCK’ê bû. Bi vî rengî hem bi kevneşopî hem jî bi guhertinê derbasî qonaxeke nû dibû. Hemû gavên di vî warî de min hewl da ku ji aliyê teorîk ve bi parêznameya dawî pêşkêş bikim. Ji ber vê yekê ji pêngava destpêkê ya cûreyê mirovan heta civakîbûnê, ji şaristaniyê heta modernîteya kapîtalîst, ji wir jî heta modernîteya demokratîk min hewl da hemû pêvajoyê bi nasnameya gelê xwe û kesayetiya xwe binirxîne û bi vî rengî parêznameya xwe bi dawî bikim. 

(Ji pirtûkên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.)

WÊ BIDOME