Peyrewekî dozê

Ya rastî ew li gorî navê xwe bû. Ew ronakbîr û rewşenbîrekî ji can û dil bû. Bi salan yek bi yek li malên Kurdistaniyan ên li Ewrûpayê geriya; bi wan re sohbet kir û bi sebreke mezin ji wan re qala doza Tevgera Azadiyê kir.

Şopger û peyrewekî heqîqetê yê din koç kir. Aydin Gunay 3’ê Mijdarê li paytexta Fransayê Parîsê bêwext û bêyî xatirxwestinê kirasê xwe guhert; xwîn çû ser mejiyê wî û şehîd bû. Li ser rêya têkoşîna azadiyê sîh salan bêhna xwe neda meşiya û nesekinî. Her çi sedem û astengî hebûya jî wî qet guh nedidiyayê; ji bo gelekî pêncî mîlyon ê bê xwedî; ji bo gelên bindest, her tim li rêya çareserî û berxwedanê digeriya. Peyrewekî xweragir û dilsoz ê azadiyê bû.

Aydin 01.01.1962’an li navçeya Adilcewazê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Bi hewa nişmî ya bajarê Wanê mezin bûye. Lê mixabin di temenekî piçûk de weke gelek malbatên karker têne Elmanyayê ew jî tê cem bavê xwe. Di wî temenî de jî li heqîqetê digere. Gelek pirtûkan dixwîne. Demekê bala wî diçe ser şoreşa îslamî ya Îranê. Herçiqasî aliyê mezhebê şîatiyê yê li dijî zilm û neheqiyê bi dilê wî be jî pirr naçe rûyê dewletên dagirker dibîne û nikare zilma li ser Kurd û Kurdistanê ji destê van zaliman qebûl bike. Li Ewrûpayê di serê salên 90’î de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas dike. Piştî ku hin neşriyatên Tevgera Azadiyê dixwîne, nexasim jî analîzên Rêber Apo dixwîne, bêhtir xwe nêzî têkoşîna azadiyê dibîne. Ji ber vê jî di nava Hereketa Îslamiya Kurdistanê de cihê xwe digire û bi awayekî çalak dixebite. Birayekî wî jî di nava têkoşîna azadiyê de şehîd dibe. Kurê wî yê mezin Mezlûm li Elmanyayê dikeve zindanê û kurê wî yê piçûk Azad jî sala 2015’an li Geverê di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibe. Ev hemû bûyerên sereke yên di jiyana Aydin de ew sist nekirin berevajî ew di dozê û berxwedanê de xurt kir û gotin di cih de be dil û mejiyê wî mîna şûrekî seqa kirin.

Min Aydin ê heval destpêka sala 1995’an nas kir. Ji bo koça wî min got, bêwext çû. Ji ber ku hê gelek karên bikirana hebû û li ser navê gelê xwe xwedî gelek hesret bû dixwest bi cih bîne. Ji ber ku ala pakrewan û cangoriyan hildabû. Di rê û meşa xwe de ti astengî nas nedikir. Gelek dixwend û pirtûkxaneyeke wî ya mezin hebû. Çend caran dewleta Elman wexta ew kir binçavan kitêbên wî jî biribû. Îca yek ji pirsgirêkan ew bû paşde anîna kitêban bû. Belkî jî di nava van pirtûkan de herî zêde bandora jiyana sehabê Hz. Muhammed, Ebû Zer Xefarî li wî bûbû. Ew jî weke wî bû. Parîkeke nan û taseke ava sar hebûya têra wî dikir. Li rihetiyê nedigeriya; zor û zehmetî jî ji bo wî bêhtir sedema xebat û berxwedanê bûn. Navê wî bi tirkî Aydin e, ango Ronakbîr e. Ya rastî ew li gorî navê xwe bû. Ew ronakbîr û rewşenbîrekî ji can û dil bû. Bi salan yek bi yek li malên Kurdistaniyan ên li Ewrûpayê geriya; bi wan re sohbet kir û bi sebreke mezin ji wan re qala doza Tevgera Azadiyê kir. Ji wan re qal kir ku bê nasnametî çiqas zor e, û divê çima gelê Kurd li ber xwe bide û doza azadiya xwe bike. Aydin di nava xebatê de û li derveyî xebatê kedkarekî temam bû; dilnizm û nefspiçûk bû. Mirovekî henûn û milahim bû. Nedixwest dilê kesî bihêle û gelekî dil bi rehm bû. Li hemberî cewr û cefayê jî xweragir bû û ji bo dozê peyrewekî bîrûbaweriyê yê xwe seqakirî bû.

Aydin ê heval çû çiyayên azadiyê hevalên kurê xwe dît û xwest xwe nêzî wî hes bike, li wir bimîne. Lê dozê li Ewrûpayê doza kar û xebatê lê kir. Stûyê xwe xwar kir û ti carî ji hevalan re negot na û her tim bi biryar meşiya. Li navenda sermayedariyê li Ewrûpayê ti carî çav berneda malê dinyayê û ew jî weke Ebû Zerê Xefarî meşiya. Belkî ji wî jî wêdetir ew di nava gelê xwe de ma û bi kesayeta xwe, bi xebata xwe ya sîh salan bê sekin û rawestan, bi hevaltiya xwe bû hevalê hevalên xwe hemûyan. Bi vê meşa xwe jî bû numûne û abîdeyeke berxwedanê.