BI DÎMEN

Li gelek navendên Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Wûppertal, Manheim û Kassel ên Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ

Li bajarê Wûppertal, Manheim û Kassel ên Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayp bi pêşengiya KOMAW û Navenda Civaka Demokratîk Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn. Li ser navê KOMAW’ê Heval Elî axivî û bal kişand ser rol û girîngiya şehîdan. Hevseroka Federasyonê Şevîn Jan axaftinek kir û banga parastina saziyên bi xwîna şehîdan hatine avakirin, kir. Piştî axaftinan sînevîzyona ku ji bo Şehîdên Meha Gulanê hatibû amadekirin hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

MANNHEIM

Li Mannheimê bi tevlîbûna dehan welatparêz û malbatên şehîdan Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn. Çalakiya bîranînê ya ji aliyê KOMAW û meclisa herêmê ve hat organîzekirin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinên di çalakiya bîranînê de hatin kirin de bal kişandin ser girîngiya şehîdan a ji bo gelê Kurd.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku di 3’emîn Kongreya PKK’ê de Meha Gulanê wekî meha şehîdan hatiye îlankirin. Hat destnîşankirin ku di vê mehê de gelek lehengên ku navê wan nayên zanîn jî şehîd ketine û kesayetên girîng ên wekî Hozan Mizgîn û Îbrahîm Kaypakkaya jî di meha Gulanê de şehîd bûne.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku jiyana Şehîdên Meha Gulanê vedibêje hate pêşandan. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê çalakiya bîranîna Şehîdên Meha Gulanê hate lidarxistin. Di bîranîne de wiha hat gotin: "Haki Karer, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Hozan Mizgîn, Ulaş Bayraktaroglû, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Onen di 1982’an de li Girtîgeha Amedê bedena xwe dan ber agir û gelek Şehîdên Meha Gulanê ketin nav rûpelên dîrokê û pêşengên dîrokî yên têkoşîna bi milyonan in.”

Di axaftinê de hate destnîşankirin ku şehîd wê her tim di nava têkoşîna jiyana bi rûmet û azad de bijîn. Her wiha hate gotin ku têkoşîna li dijî faşîzmê tê meşandin wê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje serketinê.