'Azadiya Rêber Apo ne dûr e'

Rojên şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêber Apo bi destê gelê Kurd, gelên cîhanê, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û jinan ne dûr in.

Dewleta Tirk a faşîst mêtinger û qirker, tecrîdkirina Rêber Apo her roj girantir dike. Li cîhanê jî xwedîderketina li Rêber Apo zêdetir dibe.

Daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo li her devera cîhanê deng vedide. Rewşenbîrên azadîparêz û demokrat ên herî hêja yên cîhanê, ji bo azadiya Rêber Apo kampanyayê dimeşînin.

Sendîkayên karkeran ên li Ewrûpayê, bi taybetî jî yên li Îngîlistanê pêşengiyê ji kampanyaya “Azadî ji Rêber Apo re” dikin. Fikir û ramanên Rêber Apo bûne hêvî ji tevahiya cîhanê re.

Ev yek, mêtingeriya qirker bi hêrs û aciz dike. Zext û tecrîdkirina giran a li dijî Rêber Apo her wiha ji ber vê sedemê tê meşandin. Lê belê dewleta Tirk çi dike bila bike, ev polîtîkaya tecrîdê ya zordar wê bişike.

Bi hinceta ku di dema voltayê de bi hevalên xwe re axiviye, ceza li Rêber Apo birrîn. Ev yek nîşaneya lawazî û bêzariyê ye. Bi hincetên wiha pûç, hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin.

Dixwazin ku rewşa tenduristiyê ya Rêbertiyê neyê zanîn, gotineke bi tenê jî negihêje derve. Bi vî rengî zexta psîkolojîk li civakê dikin. Salek e ku li ser tenduristiya Rêber Apo agahî nayên wergirtin. Girava Îmraliyê gelekî bi nêm e. Mirovên 70 salî yên mîna Rêber Apo li aliyekî, ciwan jî nikarin di nava şert û mercên fîzîkî yên wê giravê de îdare bikin. Di nava çend salan de dirizin.

Lê belê Rêber Apo bi îradeya xwe ya xurt, ev 23 sal in li hemberî vê polîtîkaya rizandinê li ber xwe dide. Di vê sekna Rêber Apo de hêza mirovên ku baweriya xwe bi azadî, demokrasî û sosyalîzmê tînin, careke din tê dîtin…

Rêber Apo ne rêberekî welê ye ku gilî û gazinan ji zor û zehmetiyan bike. Rêberekî welê ye ku ji bo zehmetiyan ji holê rake, derketiye ser dika dîrokê. Ji xwe, mîna ku bi derziyê bîrê bi kole, zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakirin û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd gihand asteke girîng…

Ji polîtîkayên ku li Îmraliyê têne meşandin, her wiha bi zexta li girtiyên li zindanan tê kirin ku ji bilî dil û mejiyê wan, derfeteke wan nîne, bi hêsanî dikare bê fêhmkirin ku ev desthilatdarî têk çûye. Yên ku di vê astê de zextê li zindanan dikin, bêhêz in, lawaz in…

Her ku xwedîderketina li Rêbertiyê di asta navneteweyî de xurt dibe, dewleta Tirk a ku tecrîdê ferz dike, bêhtir teşhîr dibe. Li cîhanê yek ji welatên sereke yên ku îmaja xwe nebaş e, dewleta Tirk e. Îtîbara xwe roj bi roj kêm dibe. Nebaşiya herî mezin a li welatekî bê kirin, ev e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji desthilatdariyê beriya niha bêhtir ev nebaşî kiriye. Vê desthilatdariyê Tirkiye ewqasî teşhîr kiriye ku 40 caran di nav ava zemzemê de be jî wê nikaribe xwe paqij bike.

Ji bilî Pakistan, Azerbaycan, Macaristan û PDK’ê, dostekî Tirkiyeyê nemaye. Em dostaniya yên din fêhm dikin. Lê nayê fêhmkirin bê çima PDK’ê ewqasî xwe bi Tirkiyeyê ve zeliqandiye. Dostên din ên Tirkiyeyê ji polîtîkayên dewleta Tirk aciz in, lê PDK hewl dide Tirkiyeyê paqij nîşan bide.

Ez bawer dikim ku rojên şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêber Apo bi destê gelê Kurd, gelên cîhanê, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û jinan ne dûr in.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA