Abdullah Ocalan: Civaka netewî ya demokratîk êdî ne xeyal e

Pêvajoya ji 1980'yî heta bi 2005'an jî veguherîna civakî ya netewiya Kurd ya azadbûyî û kirdeyîbûyî vedibêje, ku ji diyardeya Kurdbûna objebûnê dibe Kurdê bîrewer, rêxistinî û şerker.

Sala 2003'an dibe destpêka ku PKK û KCK xwe bi çarçoweya teoriya modernîteya demokratîk bi fermî ragihandî. Mirov dikare jê re serdema bûyina mezin a sêyan. Bûyina pêşî ya ji îdeolojiya şoreşger a gerdûnî bûyina zêhnî ya ji ber xwe ve ya civaka netewî ye. Nasnameya civaka netewî bi esasî bi zêhnî tê nirxandin. Te divê bila pêk hatibe an jî pêk nehatibe, civaka netewî zêhnî weke bûyinekê tê sêwirandin û plankirin. Ji aliyê rêgezî ve Kurdatî esas dihate dîtin lê pir dihate nîqaşkirina bê ka li holê Kurdbûneke çawa heye. Bi rengekî parçeyî jî be, ji hêla dîrok û mekanî ve hebûna Kurd dihate nirxandin. Bi zanînên pir qebe dihate nîqaşkirina bê ka civakeke çawa heye, welat, ziman, sînor, parçebûn, paşverûn û modernbûna wê dihate nîqakirin.

Koma sîsîkî ya ku nîşqa dikir salên peşî bi qasî tiliyên destekî bûn. Giringiya xwe ya ne hijmar lê wesfê wê bû. Ya girîng bi rengekî rast vegotina wê rastiyê ye ku hewl dihate dayin derêxistina holê û heqîqeta wê ye. Gewherê esasî yên di navbeyna salên 1973-1979'an de ku bi rengê derketina ji Enqerê û berbelavbûna li Kurdistanê derbas bûye, tê maneya hatine ser zimên a vê rasiyê û bi rengê heqîqeta nû ya Kurbûnê ji xwe re dîtina maneyê ye. PKK navê vê heqîqeta nû ye. Şehîdê mezin ê vê heqîqetê Hakî Karer e. Şehîd hene ku ji hijmara tiliyê destan ne zêdetir.

CIVAKA NETEWÎ YA KURD A BÎREWER, RÊXISTÎ Û ŞERKER

Pêvajoya ji 1980'yî heta bi 2005'an jî veguherîna civakî ya netewiya Kurd ya azadbûyî û kirdeyîbûyî vedibêje, ku ji diyardeya Kurdbûna objebûnê dibe Kurdê bîrewer, rêxistinî û şerker. Guherîna ji Kurdbûna objebûnê ya ber bi Kurdbûna azad û kirdebûnê ye. Mirov dikare ji vê re bibêje ji Kurdbûna berê ya qadavra û kole zindîbûn û derbasbûna ber bi Kurdên azad. Li vir ya bûyî ne bûyina zêhnî û navî ya komeke biçûk, veguherîna rastiya gel heye ku hijmara wê ji milyonan bêhtir e û ji rewşa gelê objebûnê û ji rabirdûya xwe ya berê ya kole, dikeve rewşa ku bi azadî xwe vedibêje, rêxistinî dibe, çalak dike û dike şerker. Ji vê re bi rengekî tîpîk mirov dikare bibêje gelê modern, di halê civaka netewî ya demokratîk de ji nû ve çêbûn. Navên pêşî yên çêbûnê HRK (Hêzên Rizgariya Netewî) û ERNK (Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê) ye. Şehîdên mezin hene ku hijmara xwe ji 30 hezarî zêdetir e û ne tenê ji bo Kurdan û Tirkan ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî maneyeke mezin in. Bi sedhezaran qedroyên wê hene ku êşkence li wan haiye kirin, sempatîzan û gel heye. Bi deh hezaran girtiyên xwe hene. Hîcretên wê hene û bi milyonan kesên ku hatine koçberkirin. Di nav van şertan de rastiya gelê şerker derketiye holê. Ji ber tiştên ku berê hatine jiyîn û înkar û îmhaya di şertên modernîteya kapîtalîst de ku hatiye asta qirkirinê, xayin, hevkar û komkujên wê zehf in, her wiha gelekî netewîi civaka netewîya demokratîk heye ku berxwedêrên wê ku bersivê didi van, şehîd û lehengên wê zehf in.

SALÊN PIŞTÎ 2005'AN

Cihêtiya sala 2005'an û piştî wê ji ber wê ye ku ji gewhereke nû bibe xwedî nasname, hebûneke mayinde û rawesta li ser jiyana azad. Bûyin, çêbûn, piştî pêvajoyeke bi êş û arinc, piştî bûyineke serkeftî, li ser eynî hesasiyetên bûyinê weke mezinkirina bebikan, di rojevê de ye ku bi xweparastinî be, bi zadên ne jehrîn were xwedîkirin û mezinkirin, hebûna xwe bi azadî bîne ser zimên û cihê bibe û wiha bijî. Problem êdî ne ya bûyin, çêbûnê, problemên ji ber mezinbûn, parastinê yên ji ber nasname û jiyana azad e. Hişmendiya wan cihê xwe ji bûyina bedenî, ji wir jî bi dest veguherîna organên cihê ve berdide. Bûyin, çêbûn, bebiktî û zaroktî ji hemû nexweşiyan re vekiriye. Ji bo ku bebika nemire, hewceyî bi hewldanên pir zîrekane heye. Bûyina zêhnî ya beriya wê jî biarinc e. Bûyina ku bi rengekî dişibe ketina ser malzarokê, divê bi tendirist, esîl û ne bi bêjîtî be. Ev jî bi wê pêkan e ku pêngava îdeoloîk diyardeya civakî ya Kurd rast pênase bikira, bibûya heqîqeta wê.

Divê ne ji bîr kirine, pêkhatine ne ji tecawiza Kurdistana dayik, ku bi salan e li ser şer û pevçûn lê tê kirin, pêkhatina bi rengê bi vîna xwe ya azad a bûyina esîl a ji gewherê xwe, şertê pêşî û yê herî zor ya hebûnê ye. Serdema sêyan ew serdem e ku bûneweriya xwe tîne halê hebûnê, nasname û azadiya xwe bi dest xistiye û vê weke maneyê vedibêje. Diyardeya nû ya ku çêbûyî êdî ne ew hebûna berê ye, new ew obje ye berê ye ku ji hebûnê hatiye derxistin û qurpandin. Kurdatiya berê tenê weke obje heb. Her hêza fetihkar, dagirker, mêtinger û qirker çi tişta ku dilê wê bixwesta, îmha û asîmîlasyon dikarîbû li ser bikira. Di halê malzemeya bikaranînê bû. Kirdatiya wê ya kolektîf û nasnameya wê geş nebûbû an jî nehiştibûn ku geş bibe. Jê dûr bû ku xwe vegotina û biparasta. Di halê wan çêlekan de bû ku li hêviyê bû were doştin, termekî li hêviya serewîlkan bû. Ji hêla civakî ve mirov nikarîbû ji vê re hebûna civakî bigota. Bêhtir mirov dikarîbû nirxê objeyê bidayê ku ji hebûn û nasnameya azad hatibû derxistin.

 

CIVAKA NETEWÎ YA DEMOKRATÎK ÊDÎ NE XEYAL E

 

Kurdistan û Kurdên piştî salên 2000'i ji nirxbûna objeyî hatibû derxistin, di van 30 salên dawî de bûbû hebûneke ku bi rengekî serkeftî çêbûbî. Nasnameyeke wiha ya Kurd û jiyana azad li holê bû ku dikarîbû rasteqîniya xwe vegota, bi rengê heqîqetê daniye û biparasta. Bêguman vê rasteqîniyê û heqîqetê xwe weke netew-dewletê bi nav nekir. Îdîaya ku di serî de hebû terikand. A rast di navbeyna xwe û vê rastiyê de sînor danî ku di serî de jê weye ku sosyalîzm e lê xasma jî piştî hêrivîna sosyalîzma reel derketî holê ku kapîtalîzm e. Netew-dewleta şîlo ya di serî de û civaka demokratîk ku di zik hev de dihatin dîtin ji hev cihê kir. Netew-dewlet terikand, hemû hêza xwe da ser civaka demokratîk. Civaka demokratîk a netewî êdî ne xeyal û utupya, bû rastiyeke ku bi azadî tê jiyîn.

Her çendî hin problemên rasteqîniya nû hebin jî, ev ne problemên ji zikmakî û bûyinê ne, ji ber nasnameya bûneweriyê û jiyana azad in. Heke em şibandinê bidomînin, ji zaroktî derketiye, hatiye halê ciwanên û jinên ciwan ku dikare li ser piyan bimîne. Problem ji ber kamilbûnê ne. Di vê demê de problemên jiyana azad girîng bûbûn. Heke mirov lê ne baldar be, nexweşiyên Kurdatiya berê dibû ku lê cor bikira. Xayintiyên navxwe û derve, hevkar, ji berê zêdetir dikaribûn rihê hebûna nû, nasnameya Kurdê azad bistandana. Hêzên hiyerarşîk ên berê ku li rex disekinîn û hêmanên modernîteya kapîtalîst, dibû ku her gav ev hebûna teze parça bikirana û li hev par ve bikirana. A rastir, bi hişmendiya berê hebûna ku wiha hesab dikirin milkê wan e, bêyî ku cihêtiya ya nû-berê bikirana, wê bixwestana ku bixwarana. Problem pir hêlî bûn û ji ber vê sedemê bûn.

RÊBAZ Û NAVGÎNÊN ÇARESERIYÊ

Te divê bila ji ber şaristaniya berê me û te divê bila ji modernîteya kapîtalîst û jiyana bi nasnameya azad be, tiştên ku têne jiyîn ji problemên berê berfirehtir û cihêtir in. Ji ber vê rêbazên çareseriyê û amûrên wan jî wê cihê bin. Ne bi Kurdê berê û Kurdistana berê dibû, ne jî bi 'netewparêz', PKK, HRK û ERNK'ya berê têkoşîn dibû. Dijmin jî ne dijminê berê bû. Zêde mirov pê ne ewle jî be, bi fediyokî jî be, guherîbû ser wê ku Kurd û Kurdistanê dikare qebûl bike, nasnameya Kurdê azad bi nêzîktêdayina giştî red nedikir. Aşkere ye ku ev hemû veguherînên dîrokî-civakî hewceyî bi pênaseyeke Kurdatî û PKK'yeyeke nû, têgînên nû yên pergale û teroriyan heye. Li ser vê zemînê bi pênaseya nû ya PKK'ê û Kurdatiyê em ê hewl bidin têgîn û teoriyên nû yên pergalê deynin.

 

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.)

WÊ BIDOME...