Bi pêşengiya PKK'ê di rêya azadiyê de gavên girîng hatin avêtin -1

Bi pêvajoyeke berxwedanê re ku di pêşengiya PKK'ê de bi taybetî bi pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an bi pêş ket û gelekî zehmet derbas bû, ne tenê pêşî li tasfiyebûna rastiya Kurdan hate girtin, di rêya azadiyê de gavên girîng hatin avêtin.

Heta demeke nêz, ji bo gelek beşên civakê û dewletê hebûna Kurdan mijara nîqaşê bû. Kurd ji bo hebûna xwe ispat bikin, di nava du sed salên dawî de li nava modernîteya kapîtalîst bûn hedefa tundiya civakî, zext, înkar û tunekirinê. Qirkirina çandî û fîzîkî li wan hate kirin. Li warê wan, hem parçebûna fîzîkî hem jî parçebûna çandî (mejî) û tunehesibandin jî di nav de her cûre amûrên zordarî û îdeolojîk hatin bikaranîn. Dikare bê gotin ku heta qirkirinê her cûre mekanîzmayên talan û zextê yên modernîteya kapîtalîst hatin bikaranîn. Kurdbûn ji vî alî ve pênaseyeke bêmînak e. Yahûdî ji bo qirkirina ku li wan hate kirin gotina 'bê mînak', 'yekane' bi hesasiyeteke mezin bi kar tînin. Ji bo Kurdan, ne tenê ji aliyê qirkirina ku li wan hatiye kirin, ji ber hemû pêkanînên din ên ji bo tunekirina hebûna wan pênaseyên 'gelê yekane' yan jî 'hebûna civakî' dikare bê bikaranîn.

YEK JI ALIYAN DIGOT KURD HEYE, ALIYÊ DIJBER JÎ DIGOT TUNE YE

Têkoşîna sih salên dawî ku di şexsê PKK'ê de hate meşandin, ji bo Kurdan ne tenê ji ber pirsgirêka hebûnê hate meşandin. Ev têkoşîn ji aliyekî ve têkoşîna zelalkirina pirsa Kurd hene yan na, bû. Yek ji aliyan bi rengekî întixarî digot Kurd heye, aliyê li hember jî digot tune ye. Ji vê jî wêdetir ya ku mirov ji ber şerm dike ew e ku beriya sih salan di nava şêst salan de meseleya bingehîn a entellektueliya Kurd, hewldana ji bo ispatkirina hebûna Kurdan bû. Bêguman ji bo şexsekî û civakekê nîqaşkirina hebûna xwe gelekî metirsîdar û rewşeke ketî ye. Ev jî işaretê bi xeteke zirav a navbera jiyan û mirinê dike. Di dîrokê de ti civakek neketiye vê rewşê yan jî kêm civak li hovîtiyeke bi vî rengî rast hatiye. Bi qasî Kurdan, ti civak ji ber hebûna xwe fedî nekiriye, yan jî neketiye rewşeke welê ku bê înkarkirin û biçûkxistin. Kurd tê wê wateyê ku bêwelat e, bêpere mayin, bêkar mayin, karkirina bi her mûçeyî, têkoşîna ji bo jiyanê, jibîrkirina pêwîstiya çandî, hewldana ji bo peydakirina pêwîstiyên madî, li warê nan mayina bênan.

PKK'Ê NE TENÊ HEBÛNA KURDAN A LI BER TUNEBÛNÊ ISPAT KIR

Ji aliyê giştî ve pêwendiya têkoşîna civakî bi lêgerîna li rastiyê heye. Têkoşîneke ku hewl dide pirsgirêkeke civakî çareser bike, heta ku rastiya civakî îfade neke nikare bi ser bikeve. Gelek taybetmendiyên kategorîk ên rastiya civakî hene. Bi xurtî bi dem û cih ve girêdayî ye. Dema ku rastî bê nirxandin, wê were dîtin ku bûyera PKK'ê ne tenê hebûna Kurdan a li ber tasfiyebûnê ispat kir, di asteke girîng de hebûna wê misoger kir. Ji xwe nikarîbû bibûya tevgera rizgariya neteweyî ya klasîk. Ne hebûna wê ne jî hişmendiya wê rê dida vê yekê. PKK'ê ji aliyê çalakiyê ve hebûna Kurdan misoger kir. Kurdîtiya di sedsala 20'î de ew Kurdîtî bû ku beriya bê rizgarkirin divê hebûna wê bê misogerkirin. Ya ku bi ser hate xistin, misogerkirina hebûnê bû. Eger tiştek xwedî pirsgirêka hebûnê be, hingî ya ku divê destpêkê bê kirin rizgarkirina wê nîne, pêkanîna hebûna wê ye. Rewşa Kurdan jî beriya her tiştî misogerkirina hebûnê ferz dikir. Pênaseyên rizgarî, azadî û wekhevî tenê ji bo civakên pirsgirêka xwe ya hebûnê tune ye bi wate ye. Ji aliyê rizgarker bêhtir aliyê misogerkirina hebûnê ya tevgera PKK'ê gelekî girîng e. Li gel kêmasiyên xwe jî eşkere ye ku PKK'ê di hebûna Kurdan de roleke mezin lîstiye. Ev pirs girîng e: Eger ne ji tevgera PKK'ê bûya wê hebûna Kurdan bigihîşta asta heyî? Zehmet e ku mirov ji vê re bêje erê.

PKK'Ê DI RÊYA AZADIYÊ DE GAVÊN GIRÎNG AVÊT

Bi pêvajoyeke berxwedanê re ku di pêşengiya PKK'ê de bi taybetî bi pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an bi pêş ket û gelekî zehmet derbas bû, ne tenê pêşî li tasfiyebûna rastiya Kurdan hate girtin, di rêya azadiyê de gavên girîng hatin avêtin. Di şerê taybet de ku li ser bingeha piştgiriya DYE, Îngilistan, Elmanya û hêzên din ên hegemonîk ên derve hate meşandin û beşa Tirkiyeyê ya artêşa veşartî ya NATO'yê Gladio hate mezinkirin û di şer de hate bikaranîn, ji bilî komek xayin û nokeran, di şerê hebûn û azadiyê de Kurd bi tenê hatin hiştin û hatin tecrîdkirin. Netew dewletan hemûyan bi rengekî hişk li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan, ya bûn aliyekî vê hovîtiyê yan jî lê temaşe kirin. Bi taybetî netewe dewleta Îsraîlê peymanên leşkerî yên veşartî ku ji sala 1958'an ve çêkiriye di sala 1996'an de berfireh kir û di vî şerê taybet de piştgiriya xwe ya ji bo dewleta Tirk gihand asteke bilind. Bêyî piştgiriya hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst (Rûsya Sowyetê jî di nav de) ti çanda civakî li Anatolî û Mezopomyayê nikarîbûn bihatina qirkirin. Di vir de hewldana sermayeyê ya ji bo qezencê bi roleke diyarker rabûye. Ev rastî di qirkirina çandî ya Kurdan de ku zêdeyî sed sal in dewam dike bi rengekî şênber xwe nîşan dide. Ji bo xatirê berjewendiyên demkurt ên sermayeyê, tasfiyekirina hebûna çandî ya hezaran salî û civakan ya ji nedîtî ve hatin yan jî bi rengekî eşkere piştgirî dan. Têkiliya navbera netewe dewletan û hêzên sermayeyê ya di qirkirinê de, bi qasî Kurdistanê li ti welatî xwe bi rengekî şênber ranexistiye pêş çavan. Tevgera Rizgariya Fîlîstînê jî bi desthilatdariyên Tirkiyeyê re li hev kirin û piştgiriya pêwîst nedan.

REJÎMA KU BI SERKÊŞIYA AKP'Ê TÊ ŞÊNBERKIRIN

Jihalketina rejîmê ya di şerê navxweyî de û operasyona DYE'yê ya li ser Iraqê (Bi bahaneya êrişa rêxistina El Qaîdeyê ya provokatîf a li ser Kûleyan hatibe kirin jî) li Tirkiyeyê hegemonyayeke nû ya desthilatdariyê ferz kiriye. Amûrên navxweyî yên hegemonya nû ji xwe ji salên 1970'î ve dihatin berhevkirin. Pejirandina senteza Tirk-Îslamê, Biryarên Aboriyê yên 24'ê Çileya 1980'î (gavên sermayeya fînansa global), darbeya 12'ê Îlonê, girtiya partiyên netewe delwetiya Tirk a spî, avêtina leşkeran bi rengekî derveyî pîvanan ji Fermandariya Giştî, li nava Partiya Dogrû Yolê Operasyona Tansû Çîller û hikumeta wê, pêvajoya 28'ê Sibatê, xistina Hikumeta Erbakan û herî dawî tasfiyeya Bulent Ecevît û hikumeta wî, weke qonaxên diyarker ên vê pêvajoyê dikarin bêne bibîrxistin. Divê AKP weke sereastkirineke hêmanên derve û hundir a van qonaxan bê nirxandin. Bi qasî pêngava Komarê ya dîroka hemdem a Tirkiyeyê pêngaveke girîng e; veguherîneke di wê astê de ye. Çawa ku CHP partiya dewletê ya navendî ya pêvajoya Rizgariya Neteweyî, Meşrûtiyeta Yekemîn û Duyemîn û Tanzîmatê ye, AKP jî partiya netewe dewletê ya navendî ya pêvajoyeke demdirêj e ku di heman pêvajoyan de bi giranî muxalîf maye, bi rejîma Abdulhamît re li hev kiriye, li dijî hegemonya Elman hegemonya Îngilistanê ji xwe re kiriye esas, li dijî neteweperestiya laîk netewperestiya Îslamî bi pêş ve biriye, li dijî neteweperestiya Siyonîst bi gerdûnîtiya Yahûdî ya Karaîm re tifaq kiriye, di darbeya 12'ê Îlonê de îdeolojiya Tirk-Îslamê ji xwe re kiriye piştgirî, bi pêvajoya 28'ê Sibatê re bi parçebûna partiya Necmettîn Erbakan re bûye xwedî qada jiyanê. Di berdêla ku CHP a bi serkêşiya Denîz Baykal bibe partiya muxalefeta bingehîn, bi serkêşiya R. Tayyîp Erdogan bi nasnameya partiyeke hegemonîk a stratejîk weke hêza avaker û birêveber a faşîzma Tirk a Kesk a dema nû partiyeke desthilatdariyê hatiye avakirin ku piştgiriya hêzên hundir û derve ya hegemonîk wergirt. Wê şîroveyeke hînê zû be ku ji rejîma bi serkêşiya AKP'ê re Komara Duyemîn an jî Komara Îslamê ya Nerm bê gotin.

Beriya ku pirsgirêka Kurd û rêyên wê yên çareseriyê bêne nîqaşkirin, şert e ku di mijara pirsgirêka hebûnê de mirov têbigihêje. Fêhmkirin tê wateya naskirina rastiya li ser mijara hebûna Kurdan. Rastî jî ne armanceke welê ye ku bêyî têkoşîneke mezin mirov karibe xwe bigihîne. Heqîqet jî têgihiştina rastiyê ye. Rastiya bêheqîqet tê wateya rastiya razayî. Rastiya razayî xwedî pirsgirêk nîne. Heqîqet hişyarkirina rastiyê ye. Rewşa razayî ya Kurdan welê kûr û nêzî mirinê ye ku eşkere ye ku şerê ji bo heqîqetê wê gelekî zehmet û tevlîhev derbas bibe. Piştî rewşa min a beriya sih û pênc salan, hewldana gelê Kurd a ber bi heqîqetê ve (li gel şert û mercên giran ên Girtîgeha Îmraliyê jî min daxwaz û kelecana xwe kêm nekiriye) ji rola ronakbîrî ya ber bi berbanga şaristaniya Kurdan wêdetir mîna destnîşankirina biharê ye. Haya min jê heye ku ev yek nêrîneke romantîk e. Nêrîna romantîk her hal ji xweliyên heqîqeta ku hêviyê nade, vexwendinek, bangek ji bo şînbûna heqîqeta nû ye. Heqîqetên li ser prisgirêk û rastiya Kurdan yekemcar şahidiyê ji pêkhatina hêviyên azadiyê re dike.

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.)

WÊ DEWAM BIKE...