BI DÎMEN

Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bal kişandin bi ser tecrîdê

Bi sedan kesan bi pêşengtiya xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin û bal kişandin ser tecrîdê.

ÇALAKIYA "DENG BIDE AZADIYÊ"

Xizmên girtiyan ên li Stenbolê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Komeleya Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.

Bi sedan kesên bi çepik û tililiyan meşiyayîn pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hilgirtin û pêşmalkên “Tecrîs sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Maf, hiqûq, edalet” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, em li pêşiya girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin.”