Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im

Li her derê divê helwesta welatparêziya Kurd her tim bi vî rengî be. Cemîl Taşkesen bi helwest û gotina xwe ev yek nîşanî me daye, hîn kiriye. Gotiye, divê her Kurd bibêje 'Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im'.

Helwesta dikandarê Sêrtî Cemîl Taşkesen ku ji Seroka Giştî ya Îyî Partî Meral Akşener re got, 'Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im' zêde nehate nîqaşkirin. Nîqaşên ku hatin kirin jî kêm bûn û zû hatin bidawîkirin.

Nîqaş jî bi giranî di nava siyaseta dewletperest bi xwe re hate kirin. Weke ku dihate payin destpêkê AKP û MHP li ber rabûn. Berdevkên faşîst gotin, "Bersiva pêwîst ji Cemîl Taşkesen re nehate dayin" û hewl dan Meral Akşener sor bikin.

Meral Akşener jî bi gotina, "Ew bi xwe dibêjin ku HDP û PKK weke hev in" û hewl da nîşan bide ku ew dijminê Kurdan e, bi vî rengî hewl da xwe biparêze.

Yekane piştgiriya ji bo Meral Akşener tenê ji hevkarê wê Kemal Kiliçdaroglû hat. Xuya ye fikiriye ku hevkara wê gelekî tengav bûye, wî jî got, "Ez ê Qendîlê bi erdê re bikim yek, ez soza Kiliçdaroglû didim we." Bi vî rengî Kemal Kiliçdaroglû helwesteke rabûna li ber a jê nedihate hêvîkirin, nîşan da.

Nerazîbûna destpêkê ya li hemberî vê helwesta ku gelek kes matmayî hişt, ji kesên ku nêzî Kiliçdaroglû ne hat. Gotin, 'Pêwîstî bi nerazîbûneke wiha tune bû." Diyar e ku "tirsa giran a ji ihtimala xerakirina hevkariyê ya Meral Akşener" baş fêhm nekirine.

Bêguman xusûsa ku Kemal Kiliçdaroglû 'Qendîlê bi erdê re bike yek' mijareke cuda ye. Ji ber ku eger ev kar ewqasî hêsan bûya faşîzma AKP-MHP'ê heta niha wê çil carî bikira û li ser vê bingehê pêwîstî bi Kiliçdaroglû jî nedima.

KILIÇDAROGLÛ XWE KIFŞ KIR

Lê belê tevî ewqas hewldanan jî faşîzma AKP-MHP'ê heta niha nekarî vê bike. Baş e van gotinên Kiliçdaroglû çi derxistin holê?

Ya yekemîn, nîşan da ku gotinên Kemal Kiliçdaroglû yên naveroka xwe zêde tijî nîne yên demên dawî digot 'Ez ê pirsgirêka Kurd li meclîsê çareser bikim' gotinên pûç û vala ne.

Ya duyemîn jî nîşan da ku mejiyê Kemal Kiliçdaroglû ji mejiyê Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî cudatir nîne, lewma peyamên çêker ên ku dida Kurdan, tê wateya lîstikeke nû.

RASTIYA KU DIKANDARÊ SÊRTÊ ANÎ SER ZIMAN

Halbûkî tiştên ku dikandarê Sêrtê ji Meral Akşener re got gelekî girîng bûn. Ji ber ku rastiyeke li pêş çavan, feraset û helwesta gelê Kurd nîşan dida.

Dema ku digot jî gelekî aram û ji dil bû. Her kesê ku li dîmen temaşe bike wê bi hêsanî bibîne ku Meral Akşener li pêşberî vê helwesta bi bandor, gelekî mat maye.

Bi rastî jî wêneyê vê diyalogê gelekî balkêş bû û xwedî peyameke kûr bû. Xuya ye Meral Akşener ne li benda tiştekî bi vî rengî bû, lewma mat ma.

Baş e, çima Akşener ne li benda helwesteke wiha bû? Diyar e ku baweriya xwe bi wê dianî ku êrişên AKP-MHP'ê Kurdîtî qedandiye û mirovên Kurd tepisandiye.

Ji ber ku faşîzma AKP-MHP'ê li Kurdistanê heta jê tê terora qirkirinê dike. Li ser vê bingehê Akşener gelekî baweriya xwe bi gotina "Min qedand, encam wergirt" a dîktatoriya Erdogan-Bahçelî anî bû.

Bêguman ev hemû aliyekî bûyerê ne. Aliyê duyemîn ê herî girîng jî ew e ku gotin û helwesta dikandarê Sêrtî Cemîl Taşkesen tê çi wateyê?

Me li jorê diyar kir ku ev yek feraset û helwesta gelê Kurd diyar dike. Di naveroka xwe de weke ku nerazîbûn heye xuya bike jî di dîmenên dikandarê Sêrtî de diyar dibe ku nerazîbûneke welê mezin nîne.

Berevajî vê yekê Cemîl Taşkesen bi ziman û sekneke aram û ji dil tevdigere. Tenê gotina 'Ev der Kurdistan e' dikare helwesta mirovên Kurd a li hemberî zexta bi dehan salan raxe ber çavan. Mîna ku bibêje 'Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im, hûn ê çi bikin bikin'.

ENCAMA JI GOTINÊN DIKANDARÊ SÊRTÎ BÊ WERGIRTIN

Ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd û helwesta gelê Kurd ev rewş tê çi wateyê? Bi gotineke din dvê em encameke çawa ji gotinên dikandarê Sêrtî Cemîl Taşkesen derxînin?

Weke bersiva li vê pirsê jî em zêde dirêj nekin û bêjin; li her derê divê helwesta welatparêziya Kurd her tim bi vî rengî be. Cemîl Taşkesen bi helwest û gotina xwe ev yek nîşanî me daye, hîn kiriye. Gotiye, divê her Kurd bibêje 'Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im'.

Baş e, ev pêkan e? Belê pêkan e. Bilêvkirina vê gotinê asta netewebûnê, welatparêziyê û berxwedêriyê nîşan dide.

Eger her kes bi vî rengî nabêje, ji bilêvkirina navê welatê xwe Kurdistanê û Kurdbûna xwe ditirse û xwe jê vedigire, hingî li wir di netewebûn û welatparêziyê de lawazî heye.

Dikare bê gotin ku ev rewş dibe sedema zext, zilm û komkujiyê û dibe ku pareke rastiyê ya vê yekê hebe. Lê belê tevî vê yekê jî ji aliyê welatparêziyê ve nepêkane ku ev helwest bê qebûlkirin.

Ji vê jî wêdetir ev helwesta navborî çareseriyê bi xwe re nîne. Berevajî, zext û zilma qirker û faşîst zêdetir dike, neçareseriyê kûrtir dike, dirêjtir dike.

ASTA WELATPARÊZIYA KURD

Wê demê encama herî girîng a ku em ji bûyera Sêrtê derxînin ew e ku her Kurd mîna Cemîl Taşkesen tevbigere û Kurd hemû bibin welatparêzekî bi vî rengî. Zext û zilm di kîjan astê de dibe bila bibe, divê kes xwe ji bilêvkriina navê Kurdistanê û Kurdîtiya xwe ti carî nede paş.

Li ser vê bingehê wê pêşî li asîmîlasyon û qirkirina çandî bê girtin. Hêvî û bendewariya dewleta Tirk a 'Tirkkirina Kurdîtiyê û helandina di nava neteweya Tirk de' divê bêne astengkirin.

Divê em pîvana welatparêziya Kurd bigihînin vê astê. Eger bigihêje asteke wiha û her kes bi xurtî xwedî li Kurdîtiya xwe derkeve, bi vî rengî pêşî li her cûre asîmîlasyonê bê girtin wê hingî planên qirkirina çandî jî bêne pûçkirin, hêviyên qirkeran bêne şikandin û ev yek jî wê çareseriya pirsgirêka Kurd hêsantir bike.

Di rewşeke wiha de jî tiştekî ku qirker zêde karibe bike wê nemîne. Tenê qirkirina fîzîkî ya Kurdan wê bimîne, ku di cîhana heyî de qirkirina gelekî ewqasî mezin wê welê ne hêsan be. Ev yek jî wê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd mezintir û bi leztir bike.

KETINA BER BAYÊ ASÎMÎLASYONÊ

Li dijî êrişên qirker û dagirker ên ji derve ve Kurd du sed sal inl i ber xwe didin. Di van berxwedanan de êşên gelekî giran kişandin, bi milyonan şehîd dan.

Di vê demê de jî li çar parçeyên Kurdistanê bi heman rengî li ber xwe didin. Her roj li her derê şerekî giran diqewime û ciwan şehîd dikevin. Tevî van hemûyan jî çareseriya pirsgirêka Kurd pêk nayê. Çima?

Bêguman sedema sereke ya vê yekê rastiya qirkeriya çandî ya dewleta Tirk û piştgiriya ji modernîteya kapîtalîst werdigire. Eger qirkeriyeke bi vî rengî nebûya pirsgirêka Kurd wê hîn zûtir û bi hêsantir bihata çareserkirin.

Lê belê sedema duyemîn a neçareseriyê jî ew e ku Kurd li ber bayê asîmîlasyonê dikevin û di netewetiyê de lawazî heye. Ev yek jî timî hêviyê dide qirkerên çandî.

Eger Kurd li ber bayê asîmîlasyonê nekevin wê hêvî û bendewariya qirkirinê jî ji holê rabe. Eger Kurd di nava her şert û mercî de bêje 'Ev der Kurdistan e, ez jî Kurd im' hingî tiştekî ku qirker karibin bike wê nemîne.

DIVÊ DIBISTAN Û ARTÊŞA TIRK BÊNE REDKIRIN

Mînak eger Kurd zarokên xwe neşînin dibistanên bi perwerdeya Tirkî wê hingî tiştekî ku hêzên qirker karibe bike zêde nemîne û pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd vebe.

Mînak, eger ti ji ciwanên Kurd nebin leşkerên artêşa Tirk wê hingî dewleta Tirk neçar bimîne ku îradeya gelê Kurd qebûl bike.

Ev rêbaz hemû rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd e û ji şer gelekî hêsantir e.

Lê belê Kurd nakevin nava helwesteke bi vî rengî ya yekîtî û welatparêziyê. Meseleya sereke ya ku divê beriya her tiştî bê çareserkirin ev e.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA