Bersiva Josep Borrell a li ser mijara kîmyasalê

Borrell qîma xwe bi vê jî neanî û got, ji bo PKK û komên din ên ku herêmê bêaram dikin ji herêmê bêne derxistin ew piştgiriyê didin hevkariya hikumeta Iraqê û hikumeta herêmî ya Kurdistanê û destekê didin Peymana Şengalê ya 9'ê Cotmeha 2020'î.

Dewleta Tirk bênavber li dijî Kurdan gazên bi jehr û bombeyên kîmyewî bi kar tîne. Li Metîna, Zap û Avaşînê bi sedan bombeyên bi vî rengî hatin bikaranîn û bi dehan gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Li Kanîmasî û derdora wê 548 gundî bi gazên kîmyewî ket û di bin tecrîda PDK'ê de ew rakirin nexweşxaneyê. PDK'ê jî ev bûyera jehrîbûnê bi gotina 'Şewba Covîd-19' veşart. Yên ku bi jehrê ketin di nava lepê tîma tenduristiyê ya ji Tirkiyeyê hatî de hatin hiştin. Beriya vê li gundê Hirorê yê Duhokê Abdullah Hesen ê 75 salî û malbata wî ji ber bombardûmana kîmyewî ya ji balafirên dewleta Tirk bi jehrê ketibû.

Halbûkî bikaranîna van çekan li gorî Peymana Pêşîgirtina li Çekên Kîmyewî sûcekî şer e, ku ev peyman sala 1997'an ji aliyê 193 welatan ve hate îmzekirin û hilberîn, firotin, hevdan û bikaranîna gazên bi jehr û çekên kîmyewî qedexe dike.

Ji bo kontrolkirina hilberîna çekên kîmyewî û lêkolînkirin giliyên di vê mijarê de têne kirin û destwerdana li rewşê, saziyeke taybet û 'xweser' jî hate avakirin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku navenda wê li Laheyê ye.

Tevî ku peyman û saziyek di vê der barê de hene, dewleta Tirk bi rengekî bêperwa bombeyên kîmyewî li dijî gel û gerîlayên Kurd bi kar tîne.

Gelê Kurd li Ewropa, Rojava, Mexmûr û Şengalê dadikeve qadan, li gel çalakiyên şermezarkirinê bangê li saziyên navneteweyî dike.

44 rewşenbîrên Ereb nameyeke hevpar ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re nivîsîn, bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk û bang kirin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikeve nava liv û tevgerê.

Bi pêşengiya Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) jî nivîskar, siyasetmedar û hunermend jî di nav de 65 jinan bang li OPCW'ê kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Li Elmanyayê Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût pêşnûme pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kir û êrişên Tirkiyeyê û bikaranîna gazên kîmyewî xiste rojevê.

Parlamenterê Îtalî Erasmo Palazzotto jî bi pêşnûme pirsekê bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Kurdan xiste rojeva parlamenta Îtalyayê.

Beriya van hemûyan di 1'ê Hezîrana 2021'ê de Parlamenterê Swêdê yê Parlamenta Ewropayê Malin Bjork pêşnûme pirsek pêşkêşî Servîsa Çalakiyan a Derve ya Ewropayê (EEAS) kir.

Pêşnûme bi sernavê "Li Bakurê Iraqê dagirkeriya Tirk û êrişên kîmyewî" hate pêşkêşkirin. Malin Bjork pirsî ku haya Yekîtiya Ewropayê ji bikaranîna kîmyewî û van êrişên Tirkiyeyê heye yan na û Yekîtiya Ewropa difikire helwesteke çawa li dijî Tirkiyeyê nîşan bide.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê yê ji Polîtîkayên Ewlekariyê û Karên Derve Berpirsyar Josep Borrell di 11'ê Cotmeha 2021'ê de bersiv da pirsa Malin Bjork.

Josep Borrell di bersivê de diyar kir ku PKK rêxistineke ku tevlî çalakiyên terorê bûye û di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê de ye; Tirkiye bi armanca têkoşîna li dijî terorê li Iraqê ye, di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de jî agahî li ber destê wan nîne.

Borrell qîma xwe bi vê jî neanî û diyar kir ku Yekîtiya Ewropa di mijara têkoşîna dijî terorê de welatên herêmê teşwîq dike; ji bo PKK û komên din ên ku herêmê nearam dikin ji herêmê bêne derxistin piştgiriyê dide hevkariya hikumeta Iraqê û hikumeta herêmî ya Kurdistanê û destekê dide Peymana Sîncarê (Şengalê) ya 9'ê Cotmeha 2020'î.

Diyar e rêveberê Yekîtiya Ewropayê Borrell bersivê nade pirsan û bi demagojî û manîpulasyonê rojevê berevajî dike. Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê ne weke binpêkirina mafê serweriya Iraqê, lê belê weke mafekî rewa dibîne. Artêşa Tirk wê kengî û çawa ji vê xakê derkeve, li ser vê mijarê daxuyaniyekê nade.

'Peymana Sîncarê' ku Borrell got 'em piştgiriyê didin' di navbera hêzên PDK'ê û artêşa Iraqê de ji bo tasfiyekirina hêzên parastinê yên Êzidiyan hatiye amadekirin, ku hêzên PDK û Iraqê sala 2014'an di dema komkujiya DAÎŞ'ê de rahiştin çekên xwe, reviyan û Kurdên Êzidî di nava komkujiyeke mezin de hiştin.

Ji bo mijara 'Hêzên biyanî yên ku herêmê nearam dike' gotarek têra vegotinê nake. "Hêzên biyanî yên li herêmê kî ne? Kî nearamiyê diafirîne?" Li ser vê mijarê gelek pirtûk dikarin bêne nivîsandin.

Josep Borrell bi vê daxuyaniya xwe mikur hat ku Yekîtiya Ewropa piştgiriyeke xurt dide dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Iraqê û bikaranîna bombeyên kîmyewî. Tê fêhmkirin bê çima Tirkiye û Tayyîp Erdogan ewqasî bi rehet û ji xwe bawer tevdigere.

Bi vî rengî rastî careke din hate dîtin: Yekîtiya Ewropa heta dawiyê piştgiriyê dide dewleta Tirk û desthilatdariya Erdogan ku bi her awayî êrişî Kurdan bike û bi rengekî bêhiqûqî û kêfî tevbigere.

Di rewşeke wiha de Yekîtiya Ewropa xwe welê nîşan dide ku ji Tirkiyeyê li hêviya demokrasiyê û bicihanîna pîvanên Ewropayê ye, ku ev yek helwesteke bêexlaqî ye. Nêzîkatiya, "Li dijî gel û gerîlayên Kurd bi her awayî dikare êrişan bike, dikare çekên kîmyewî jî bi kar bîne, lê belê divê Osman Kavala berde" ji cotstandartiyê wêdetir bêexlaqî û namerdî ye.

Neteweyên Yekbûyî, Parlamenta Ewropayê, Konseya Ewropayê, dewletên Ewropî ne tenê zanin ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir dike û sûcên şer dike, di heman demê de hevkarê vê planê ne û vê planê bi dewleta Tirk/hikumeta AKP'ê didin kirin.

Ji ber vê yekê li şûna ku mirov li bendê bimînin ku saziyên hevparê vî sûcî ne ji ber xwe bikevin nava liv û tevgerê, divê ev kiryarên li derveyî mirovahiyê bi israr û bi biryar ji raya giştî ya cîhanê re bêne vegotin û raya giştî bixin nava liv û tevgerê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA