Abdullah Ocalan: Şerê şoreşgerî yê gel ê piştî salên 1990’î polîtîkayên li ser Kurdistanê pûç kiribû

Ne şaş bû ku PKK hê dema di qonaxa kombûnê de bi rengê ‘netewparêz’an were nirxandin. ‘Rizgarîxwazên Netewî’, ‘Artêşa Rizgariya Netewî’ jî eynî mane destnîşan dikir û rastiya ku dihate xwestin temsîla wê were kirin vedigot.

Yek ji encama girîng a şerê şoreşgerî yê gel a bi pêşengiya PKK’ê ew e ku rê li ber rastiya neteweya demokratîk vekiriye. Rastiya neteweya demokratîk di avabûna îdeolojîk a PKK’ê de bi rengekî zelal nehatiye diyarkirin û bernameya wê nehatiye kirin. Têgîna netewî ya serwerî îdeolojiya wê guhartoya sosyalîzma reel e.

Jê girîngtir dema ku netew tê gotin hişmendiyeke yekreng û mitleq heye; ew jî netewdewletiya Hegel e. Li derî vê têgînê û rastiyê rasteqîniyeke dî ya netewî nayê fikirandin. Bêguman di vê de jî şîroveya hişmendiya sosyalîzma zanistî ya Marksîst a Hegelî esas tê dîtin. Dema Marks û Engels dema ku netew dihate gotin tişta ku pêşî dihate hişê mirov ew bû ku bendên feodal bêne rakirin, bi çarçoweya sînorên yekîtiya çand-zimanî ve, bi destê dewleteke ku bûyî navendî avakirina civakeke netewî. Bi vî rengî netew-dewlet weke rastiyeke tekane û mitleq dihate şîrovekirin. Netew-dewlet têgîna kategorik a sereke ya felsefeya Hegel e. Rawestgeha herî dawî ya geşedana civakî û bidirûvbûna dewletê ye. Pêkhatina vê ya bi pêşengiya burjuvayê an jî proleteryayê, gewherê yekreng û mitleq ê têgînê naguherîne. Dema ku netew tê gotin diyardeya pêşî ku bi bîra mirov tê, netewdewlet e. Heke Marksîzm heq ji modernîteya kapîtalîst derneketibe û ji hêla wê ve hatibe asîmîlekirin, di bin vê de hişmendiya netew-dewlete heye. Piştî ku netew-dewlet weke formeke sereke ya civakî hate qebûlkirin (Sala 1871’an ragihanda netew dewletê ya Elmanya bi rengekî aşkere tê destekkirin), ya mayî ew bû ku proleterya vekişe nav sînorên xwe, bikeve bin ximzeta netew-dewleta xwe, di ber vê de jî bi hin heqên aborî û sosyal hebûna xwe bidomîne. Ya ku qedera sosyalîzma reel ji beriya sed û pêncî salî diyar kirî jî ev qebûlkirin e. Di serî de ceribandinên Yekîtiya Sowyetan û ceribandina Çînê, li dawiyê ragihandina serfiraziyê ya bi çarçoweya her netew-dewletê ya hêmanên modernîteya kapîtalîst jî, têkiliya vê têgîn û rastiyê ya bi kapîtalîzmê re çespandiye. Veguherîna sosyalîzma reel ji navxwe ve ya bi ser kapîtalîzmê ve, mirov nikare bi rengekî dî şîrove bike.

NETEW DEWLET ÇI QASÎ DIYARDEYEKE SOSYALÎST E?

Di tecrûbeya şerê şoreşgerî yê gel de PKK herî pir ji ber nêzîktêdayina sosyalîzma reel li ser mijara netew-dewletiyê tengijî. Rastiya kontrgerîla ya netew-dewleta ku li dijî wê şer dikir, li ser mijara mane û armanca şerê şoreşgerî rê li dudiliyan vekir. Sosyalîzma îdealîst a PKK’ê, li bara rastiya netew-dewletiyê her ku çû zor lê bû. Rastiya hîmê krîza ku ji salên 1995’an û wir ve derketî holê ev bû. Netew-dewlet çendî diyardeyeke sosyalist e û çi qasî dikare were pêkanîn? Li gorî bersiva li van du pirsên sereke an krîzê wê rê li tasfiyeye vekira an jî wê bi çareyeke netewî ya demokratîk biencam bibûya.  Di vê mijarê de têgîna kilîd a derketina ji krîza îdeolojîk, bû têgîna neteweya demokratîk.

NE ŞAŞ BÛ KU PKK DI SERÎ DE WEKE ‘NETEWPARÊZ’AN WERE NIRXANDIN

Ne şaş bû ku PKK hê dema di qonaxa kombûnê de bi rengê ‘netewparêz’an were nirxandin. ‘Rizgarîxwazên Netewî’, ‘Artêşa Rizgariya Netewî’ jî eynî mane destnîşan dikir û rastiya ku dihate xwestin temsîla wê were kirin vedigot. Propagandaya dema îdeolojîk bi esasî analîza realîteya netewî ya Kurd dida ber xwe. Sedema ku em naxwazin weke milliyetgiriyê were şîrovekirin dilsoziya me ya hişk a bi Enternasyonala Sosyalîst e. Lê em ji realtiya netewî jî qut nedibûn. Ji ber vê dema ku mirov ji neteweyita têgînî dişemiye ser netewgiriyê, talokeyeke wiha dianî mirov bişibe milliytegiririya bi hedefa dewletê, îdeolojiyên netewparêz. Her wiha di qonaxa îdeolojîk de  em ne bi wê behremendiyê bûn ku vê veqetandina zirav deynin.  Piştî ku Pêngava 1984’an bi asta netewî geş bû û rê li ber şertên şerê şoreşgerî yê netewî vekir, kir ku em bi rengekî jêneger bi têgînên desthilat û netew-dewletê re hevrû bibin. Me şer bi hêzên gel dikir. Te dive bila feoal û te divê bila burjuva bin, di navbeyna me û tebeqeya jor de sînorek hebû. Bi asta netewî geşbûna me têgîna şerê şoreşgerî yê gel bêkêr nedikir. Li şûna netewparêziya burjuvayê têgîna netewperweriya gel hêdî hêdî geş dibû. Bi çarçoweya van geşedanan dema ku mirov li tevahiya Kurdistanê binere, mirov dikare van diyarkirinan bibîne:

BERXWEDANA GERÎLA KU ALA 1961’AN DEST PÊ KIRÎ

a-Li Kurdistana Iraqê, sere sedsala 20’an xasma jî piştî parçebûna Kurdistanê ya salên 1920’an, li ser tebeya rajor hin tevger çêbûbûn ku mirov dikare jê re milliyetgiriya hoveber bibêje. Ji ber sedema ku tevger ji çarçoweya rewşenbîrî ya berteng bihurîbû û bûbû xwedî xisletekî girseyî milliyetgirî wê geş bibûya. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyan ragihandina PDK’ê di rêya milliyetgiriya modern de gaveke girîng e. Komara Mahabadê weke ceribandina pêşî ya millî balê dikişine.Li Kurdistana Iraqê sala 1961’an destpêkirina şerê gerîla li tevahiya Kurdistanê hîsa millî şiyar kir û geş kir. Li gel têkçûna tevgerê û ji ber nakokiyên navxwe li gel parçebûnê jî, geşedan bi wesfê federe jî be zora desthilata netewî ya Kurd, dewletoka netewî kir. Netew-dewlettoka Kurd a federe a bi desteka Emperyalîzmê û siyonîzmê bi kêmanî bi qasî netew-dewletiya Israîlê ya li Filîstanê weke modêlekê kirin dewrê. Ev mijar têra xwe girîng e.

Netewdewleta Tirk, a rast bi rengê dewletê teşbûna şoreşa komarê ji sala 1923’an, a rast piştî 1925’an çawa ku bi rengê netew-dewletê biryar li ser hate dayin wek Proto-Israîlê lê tê fikirandin (Li ser vê mijarê hewceyî bi lêkolînên berfireh heye), hinekî dereng jî mabe, piştî salên 1945’an, bi pêşengiya PDK’ê jî biryara modêla Proto Israîl a Kurd heye. Ferqa di navbeyna wan de ferqa zemên û xasetên millî yên hêzan e. Ango ji bo Israîla misteqbal hewceyî bi avakirina netewdewletên Tirk û Kurd ên Proto-Israîlê yên pêbawer heye. Netew-dewleta Tirk a Proto Israîl ya ku bi CHP’ê teheqqûk kirin, li nav Kurdan jî bi destê PDK’ê netew-dewleta proto-Kurd tê pêkanîn.

BI DESTEKA NATOYÊ ŞERÊ GLADÎO YÊ DIJÎ PKK’Ê

Ji bo ku Herêma Federa ya Kurd şîrove bikim min bal kişande ser vê mijarê, ku lê difikirim piştre bi berfirehî li ser bisekinim, ku Herêma Federa ya Kurd ji salên 1990’î û wir ve bi çarçoweya Şerê Kendavê yê Pêşî û Duyan ketew dewrê. Yek ji armanca sereke ya Şerê Kendavê yê pêşî ku salên 1990’î dest pê kirî ew bû ku di wê rêyê de ya bi ber bi netew-dewletiya Kurd de gav were avêtin. Heke em vê diyardeyê ku piştî salên 1990’î bi çarçoweya Şerê Kendavê li Rojhilata Navîn hatî destpêkirin weke rengê girîng ê Şerê Cîhanê yê Sêyan bibinin, piştî Şerê Cîhanê yê Pêşî ji Imparatoriya Osmanî ya têkçûyî netew-dewleta Tirk a mînîmal a Proto-Israîlê, piştî Şerê Cîhanê yê Duyan Dewleta Israîlê ya rastîn û bi rengê Şerê Cîhanê yê Sêyan weke amûra sereke ya ewlehiyê ya dewleta Israîlê netew-dewleta Kurd a Proto-Israîl tê avakirin.

Ji ber vê piştî salên 1990’î di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst (DYE û hêzên YE’yê, Japonya û hwd.) netew-dewletoka Kurd ya li herêmê bi desteka Israîl û netew-dewleta Tirk weke alternatif deynin. Piştî salên 1990’î şerê dijî PKK’ê yê Gladîo yê bi desteka NATO’yê vê rastiyê bi rengekî aşkere piştrast dike. Li dijî netewperweriya gel ku alternatîfa şerê şoreşgerî yê gel ê PKK’ê li Kurdistanê rê lê vekirî, bi netew-dewletiyê tevdîrê distînin, hewl didin ku pûç bikin û tasfiye bikin. Li gel hemû kêmasî û şaşiyên xwe şerê şoreşgerî yê gel ê piştî salên 1990’î polîtîkayên hêzên Rojavayî yên hegemonîk, hem jî yên hêzên herêmî Tirk û  Israîlê yên li ser Kurdistanê ku piştî Şerê Cîhanê yê 1’ê danîbûn, pûç kir. Ji hêla têgînî û diyardeyî ve ev wiha bû. Her ku têgîna neteweya demokratîk berfireh dibû ev rastî hê xweştir derdiket holê.  Ev diyar bûn bi Şerê Duyan ê Kendavê (2003-2010) bêhtir dibû rastiyeke berbiçav. Di vê pêvajoyê de hêmana herî girîng ku hatî ispatkirin ew e ku PKK wê netew-dewletiya Kurd nikaribe damezirîne, ava bike, ji hêla îdeolojîk û pratîk ve rewşa wê, vê bi dest ve nayîne, ji hêla îdeolojîk ve netewperweriya gel a potansiyel nikare pêşî lê were girtin ku weke neteweya demokratîk bi alternatîfî derkeve holê.

TÊKOŞÎNA PKK’Ê WEKE TÊKOŞÎNA NETEWEYA DEMOKRATÎK DIDOME

b-Neteweya demokratîk ne tenê têgînek e lê her wiha weke rasteqîniyekê jî berbiçav dibe. Têkoşîna PKK’ê ya ku hê di qonaxa koma îdeolojîk de li dijî milliyetgiriyên serwer û çewisandî dida, li ser tecrûbeya şerê şoreşgerî yê gel, têkoşîna neteweya demokratî a li dijî du netew-dewletan didome. Netew-dewletên serwer encex bi hêza zorê û hevkarên kirêkirî hewl dida kul i ser piyan bimînin, li gel milliyetgiriyên li dora wan û hemû piştevanên naxwe û derve jî, nekarîn jê xilas bibe ku netew-dewletoka Kurd ji hêla tevgera netewî ya demokratîk ve were tecrîdkirin. Di Şoreşa Kurdistanê de cara pêşî ye ku vebijêrka netew-dewletî û vebijêrka neteweya demokratîk bi hev re têne jiyîn.

JI ŞOREŞA FRANSÎ Û RÛS CIHÊTIR VEQETÎNA ŞOREŞA KURDISTANÊ

Ji hev veqetandina van du vebijêrkan di Şoreşa Kurdistanê de, ku di şoreşên Fransiz û Rûs û gelek şoreşên modern de di zik hev de bûn, danîne xeteke beloq a îdeolojîk, polîtîk û çalaki bi girîngiyeke dîrokî ye. Heta niha di hemû şoreşên modern de an serweriya tebeqeya jor hebû an jî ya teqebeya jêr. Dema ku bi hev re jî bûn û ji hev cihê jî bûn di navbeyna wan de sînorên beloq nedihatin danîn. Di nav xwe de tasfiyekirina hevdû ji xwe re kiribûn rêbaza sereke ya têkoşînê. Ev rewş tenê bi kêrî wê hat ku modernîteya demokratîk were xurtkirin. Hem di navbeyna du çînan de û hem di navbeyna de du neteweyan de hişmendiyeke şaş a têkoşînê hebû. Di ceribandina şerê şoreşgerî yê gel ê Kurdistanê de ev rewşa şîlo her çendî dişibiya mînakên beriya xwe jî, piştî têkoşînên zêde kir ku zû jê veqete û zelal bibe. Di vê pêvajoyê de ne ku tenê heq ji netew-dewletiya sosyalîzma reel derketin, modêleke wiha danîn holê ku ji hêla îdeolojîk ve jî netewdewletiya burjuvayê ku ya di hembêza sosyalîzmê jî qevast, pirsgirêka netewî ji avakirina dewleta netewî derxist û kir meseleya ku gel xwe weke neteweyeke wekhev û azad, yanî bi katetoriya neteweya demokratîk ava bike.

SÎNORÊN LI ÇAR PARÇEYÊ WELATÊ WAN DI NAV KURDAN DE HATIN DANÎN HATIN BÊKÊRKIRIN

C-Li beramberî vê sûda dîrokî ya li qada teorik, li qada pratîk jî li Kurdistanê, di rastiya civakî ya Kurd de, neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk geş bû. Sînorên ku li çar parçeyên welatê wan di navbeyna Kurdan de hatî danîn bi neteweya demokratîk hate bêkêkririn. Sînor ji bo netew-dewletan her tişt bûn lê ji bo neteweya demokratîk ne tiştek bû. Neteweya demokratîk di hişmendiya gelê netew de weke şoreşa bîreweriyê ya herî girîng hate honan, xweseriya demokratîk jî weke gewdebûna herî girîng bi rengê parçeyek ji şoreşê li her parçeyî hate avakirin. Mekanîzmaya qirkirina çandî ya netew-dewletên Tirkiye, îran, Iraq û Sûriyê bi giştî hatin pûçkirin, gelê Kurd ê li her parçeyî bûne parçeyek ji afirandêrên neteweya demokratîk, avakar. Weke alternatîfa şerê şoreşgerî yê gel ku qirkirina çandî ya ji ber hegemonyaya du sed salî ya modernîteya kapîtalîst û komploya netew-dewleta sîxûr derxistî holê, neteweya demokratîk li her çar parçeyî di hişê her mirovê Kurd ê dirûst de û di bedena civaka Kurd de hate pêkanîn û ev serkeftineke mezin bû. Bi vî rengî, di serî de gelên cîran (Tirk, Ereb, Fars), kir ku çandên gelên kêmar û gelên ku hatine tasfiyekirin (Ermen, Girêk, Sûryan) li nav wan bi dostanî piştevanî bibin û weke civakên neteweya demokratîk rêxistinî bibin; bir ola pêşeng a avakirina neteweya demokratîk heta dawiyê rê li  geşdana herêmî û cîhanî ya vê serkeftinê vekir.

(Ji pirtûkên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.)

 

WÊ BIDOME