BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li Rûsyayê hatin bibîranîn

Li bajarên Tambov û Saratovê yên Rûsyayê, Şehîdên Meha Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN GULANÊ

Kurdistaniyan li navçeya Tambovê ya bajarê Mîçûrînskê dimînin, bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan hatin gel hev û Şehîdên Meha Gulanê  bi bîr anîn.

Civîna ku li avahîya Mala Kurd a bajêr hat li dar xistin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Hevserokê Meclîsa Gel Nebî Ebdusalam di bîranînê de axivî û got: “Em bi şehîdên xwe îro gihîştin rojên wiha ku her kes gelê Kurd nas dike. Her netewek bi şehîdên xwe ve digihêje azadiyê.  Îro em jî di nava tekoşînê de ne ji bo azadîya welatê xwe û azadiya Serok Apo xebat dikin. Şehîdên me her dem di dilê me de dijîn.” 

Ebdusalam bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Kurdistan” axaftina xwe bi dawî kir.

SARATOV

Li bajarê Saratovê jî şehîden meha Gulane hatin bibîranîn. Berpirsiyarên Otonomiyên Kurd û endamên meclîsan, Ramazan Budakov, Îbrahîm Abdiyêv, Mîrazaalî Yûsûbov, Ramazan Yûsûbov, Sultan Yûsûbov beşdarî çalakiya bîranînê bûn. Di axaftinan de li ser wate û rola şehîdan a di şoreşa azadî ya Kurdistanê rawestiyan û biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê ku  siyasetmedarên Kurd lê hatin cezakirin, hat şermezarkirin.