Destana vejîn û qehremantiyê

Bi rastî jî tiştên di dema amadekariya PKK’ê û pêvajoya wê têkoşîna fermî ya 43 salan de pêk hatine, tê wateya destana vejînê. Bi berxwedaneke qehremanî ya li ser xeta fedaî, dibe destaneke vejînê.

Salvegera avakirina fermî ya 43’emîn a PKK’ê ku rêxistina pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye, bi slogana ‘Destaneke vejînê’ tê pîrozkirin.

Coş û heyecana ku gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat çend roj berê dane destpêkirin, bi nêzbûna 27’ê Mijdarê re digihêje asta herî bilind.

Li her derê pîrozbahiyên ‘Cejna Vejînê’ hene. 26 û 27’ê Mijdarê a ku Kongreya Avakirina PKK’ê ye ji aliyê gelê Kurd ve wekî ‘Cejna Vejînê’ tê pîrozkirin. Em jî Cejna Partiyê ya gelê xwe û Rêber Apo yê ku avakarê PKK’ê ye, pîroz dikin.

Gelekî baş tê zanîn bi kongreya 26-27’ê Mijdara 1978’an de avakirina PKK’ê ya fermî hate kirin jî, beriya wê jî pêvajoyeke amadekariyê ya pênc salan heye.

Ev serdem dibe serdema Zayîna Rêbertî û koma îdeolojîk. Xeta îdeolojîk û polîtîk a PKK’ê, avadaniya wê ya rêxistinî û jiyana wê di vê pêvajoyeke wisa de derdikeve holê.

PKK di Newroza 1973’an de li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê bi civîneke şeş kesan bingeha wê hatiye dayîn û wisa dibe rêxistin û tevgereke azadiyê.

Bi rastî jî tiştên di dema amadekariya PKK’ê û pêvajoya wê têkoşîna fermî ya 43 salan de pêk hatine, tê wateya destana vejînê. 

Bi berxwedaneke qehremanî ya li ser xeta fedaî, dibe destaneke vejînê. Vê destana vejînê, di heman demê de destaneke berxwedan û qehremantiyê ye.

Mirov vegere 40-50 sal berê, li rewşa Kurdistan û gelê Kurd û li kirinên qirkeriya dewleta Tirk a di salên 1970’î de binihêre û wê rewşê bide vê rewşa niha, wê gelekî baş were dîtin ku PKK’ê çawa bi têkoşîneke 43 salan re, destaneke berxwedanê nivîsandiye.

Li vir divê em pirseke wisa bikin: Heke vê gava Rêber Apo nebûya û PKK nehata avakirin, wê demê ew ê rewşa Kurdistan û gelê Kurd çawa bûya?

Ji xeynî kesên ku bi qestî PKK’ê reş dikin hemû kes qebûl dike, wê îro tiştên li ser navê Kurdistan û Kurdbûnê tê kirin, tiştekî cîddî li vê dinyayê nebûya.

Nexwe hemû tiştên li ser navê hebûna Kurdan û azadiyê wê bi têkoşîna PKK’ê hate afirandin. Bi têkoşîneke wisa, ruh dan tiştan û  ew ji sikratê rizgar kirin û anîn asta ku jiyan lê heye.Destana berxwedanê ya ku PKK’ê pênase dike, wekî destaneke hebûn û azadiyê pêk hat.

Bêguman destaneke wisa ya vejînê bi bîrbûn û helwesteke ji adetî nehate nivîsandin. Jixwe nivîsandina wê ne mumkun bûya jî. Bi saya jêhatîbûna Rêber Apo ya ku ji her derdî re dibe derman, bi hewldana wî ya ku bi derziyê bîrê dikole, îrade û baweriya wî ya xurt, şêwaza wî ya di her şertan de afirîner e, bi saya xeta qehremaniya fedaî ya ku ev tişt di xwe de şênber kir, hate nivîsandin.

Hakî, Kemal û Sara yên ku ev xet di serî de fêm kirin û pêk anîn û heta berxwedêrên Zendûra û Werxelê, bi saya meşa qehremanî ya bi deh hezaran şehîdan hate nivîsandin. Di heman demê de destaneke fedaîtiyê, destaneke qehremaniyê û bû destaneke berxwedaniyê ya li ser xeta qehremaniya fedaî.

Ne ku em ê li vir bi kitekit qala destkeftiyên 43 salan ên PKK’ê bikin. Têgihên vejîn û qehremaniyê jixwe têr dike ku her tiştî rave bike.

Rêber Apo di Tebaxa 1994’an de got “Vejîn temam bû, dema rizgariyê ye’. Li ser vî esasî gelê Kurd di 27 salên dawîn de, ji bo rizgariyê têdikoşe. Bala xwe bidinê rizgariyê jî parçe parçe gav bi gav pêk tê.

Gelê Kurd ê ku şoreşa xwe ya vejînê dijî, xwe li ser xeta neteweya demokratîk ava dike. Li ser esasê berxwedana xweparastinê jiyana azad diafirîne.

Jinên Kurd ên ku dest bi şoreşeke azadiyê ya mezin kirine, ji jinên dinyayê û mirovayetiyê re pêşengiyê dikin. Kurdistan a ku wextekê navê wê hatibû qedexekirin û jibîrkirin, îro bûye ocaxa azadiyê.

Têkoşîna PKK’ê ya 43 salan ji bo Kurdistan û Kurdan roleke ronahî û pêşveçûnê ava kiriye û di heman demê de ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî roleke ronahî û pêşveçûnê pêk tîne.

Em li 43 salên dawîn ên Tirkiyeyê binihêrin. Rastiya Tirkiyeyê ya ku feraset û siyaseta mêtinger û qirker a ku dijminatiya Kurdan dike, gav bi gav ronî dibe. Maskeyên wan dikevin, derew û xapandinên wan yeko yeko deşîfre dibin. Feraseta nijadperest a ku ji bo Kurdan înkar û tune bike, hatiye rewşa ku Tirkan jî berevajî û înkar dike jî gav gav tê derbaskirin.

Gelekî giran û bi êş be jî, di nav têkoşîna 43 salan de pergala zext û zilmê faşîst hatiye parçekirin, herî kêm 15 hikumetên faşîst û mêtinger hatine hilweşandin. Li Tirkiyeyê mirov li ser vî bingehî bi ser xwe ve tên, bi Kurdan re ji bo demokrasiyeke rastîn têdikoşin.

Gelekî baş tê zanîn her saleke têkoşînê ya PKK’ê, ji salên berê zêdetir dibe têkoşîneke azadiyê ya berfirehtir û girantir. Ev diyalektîk di sala 43’an de jî nehatiye xerakirin, sala 43’an a PKK’ê ji salên berê zêdetir di nav têkoşînê de derbas bûye.

Li hemberî êrişa şerê taybet a tifaqa DYE, TC û PDK’ê, PKK jî li gorî pêngava ‘Dema dema azadiyê ye’ dest bi berxwedaneke mezin kiriye.

Lê encam çi ye? Tifaqa DYE, TC û PDK’ê ya ji bo îmha û tasfiyeya PKK’ê bi ser neketiye, PKK di têkoşîna sala 43’an de jî bi ser ketiye. Niha her kes vî tiştî dibîne û li ser vî esasî dikevin sala têkoşîna 44’an.

Ber bi sala 44’emîn a PKK’ê de divê ev rastî baş werin tespîtkirin û li ser vî esasî sala  44’emîn a têkoşînê rast were plankirin:

Yek, faşîzma AKP û MHP’ê têk çûye lê hê nehatiye hilweşandin.

Dudu, di têkçûna faşîzma AKP û MHP’ê de para têkoşîna hêzên demokratîk hebe jî, rola esasî ya PKK û têkoşîna gelê Kurd e.

Sisê, wê faşîzma AKP û MHP’ê hilweşe û Tirkiye ketiye nav lêgerîna rêveberiyeke nû.

Çar, ev hilweşandin wê bi çalakiyên gerîla û gel pêk were yan jî wê bi hilbijartinê pêk were? Di vê rewşê de her du îxtîmal jî di rojevê de ne.

Pênc, faşîzma AKP û MHP’ê ya ku qels bûye ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne, îxtîmal heye ku li ber xwe bide. Ji ber vê jî divê di warê nêzikatiyê de şaşî neyê kirin, ji bo hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê amadekarî hebin û li ser vî bingehê divê çalakî her dem werin geşkirin.

Şeş, ji ber zextên ji derve û hundir, îxtîmala ku AKP û MHP’ê hilbijartinê li dar bixin gelekî zêde bûye. Tevgerên di nav tifaqên Cûmhûr û Mîlletê de vî tiştî nîşan dide. AKP dixwaze 50+1 biguherîne, bibe partiya yekemîn û dîsa bibe desthilatdar. CHP jî partiyên mûxalefetê yên derveyî HDP’ê li ser bingeha ‘pergala nû’ dixwaze bikişîne ba xwe û dîsa bibe desthilatdar.

Bi kîjan metodê dibe bila bibe, divê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin. Lê divê destûr neyê dayîn ku kesên di têkoşîna li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê de para wan gelekî kêm e, nekeve şûna wê.

Tê dîtin ku ‘Tifaqa Mîllet’ di nav hewldaneke wisa de ye. Hêzên modernîteya kapîtalîst a ku TC jî di nav de ye, li ser vê bingehê pêşiya vê tifaqê vekirine û piştgiriyê didin wan.

Bêguman têkoşîna li hemberî rêveberiya Tayyip Erdogan a bi deh hezaran şehîdan hatiye avakirin ne ji bo vî tiştî ye ku Kemal Kiliçdaroglû têkeve şûna wê.

Bi kurtasî divê hêzên şoreşger û demokratîk hay ji rewşê hebin, têkevin şûna faşîzma AKP û MHP’ê, desthilatdariyeke ku wê demokrasiyê geş bike, bikin alternatîf.

Nexwe nabe ku divê her kes bernameya xwe ferz bike û wekî ku HDP jî dike, bernameya xwe eşkeretir bike, wê têr neke.

Bêguman deklarasyona dawîn a HDP’ê ji bo zelalkirina bernameya xwe û diyarkirina siyaseta rêya sêyemîn gelekî baş bû, lê ji bo avakirina alternatîfa demokratîk a desthilatdariya AKP û MHP’ê têr nake.

Ji ber vê jî divê siyaseta demokratîk bi bernameyeke demokrasiyê ya ji çend xalan pêk tê ya ku ew ê girseyên berfirehtir bîne ba hev û li ser vî esasî ji bo tifaqên hilbijartinê divê bi çalakî bixebite. Bi vî awayî lîstikên wan wê xera bibe û serfiraziya demokratîk wê wisa were bidestxistin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka