Abdullah Ocalan: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Nasnameya Kurdan û daxwaza jiyana azad a ku tu mîsogeriya wê ya qanûnî, ekonomîk û polîtîk û parastinê tune, dibe ku ji aliyê dijminên wê were têkbirin. Ji ber vê divê PKK ji niha û şûnde rola xwe ya pozîtîf bi serkeftî pêk bîne.

Partî ji bo ku beşên civakî yên ku pişta xwe spartine wan yan jî hedefa wan ev e, ji bo ku wan bide nîşandan, temsîl bikin, bikin xwedî maf û di pîvanên hemdem de teşe bikin, rolên girîng dilîzin. Ev hemû hincet îspat dikin ku rastiya partiyê ji bo rola wê ya civakan bi hêsanî nayê berdan. Ji bo civakeke ku dixwaze geş bibe û xwe biparêze, parastina nehewcebûna partiyê ne hêsan e. Lê ev tişt nayê wateya ku wê partî qet nebin tiştên ne hewce. Dema ku civakek bi pêş ve diçe û hemû karên xwe tevî endamên xwe dike, tu wateya partîbûnê namîne. Dîsa civakek dema klanek bû û wekî qebîlayan dijiya pêdiviya wan a partîbûnê tune. Hemû klan û qebîle jixwe wekî partiyekê ne.  Ji bo avabûna partiyê divê di nav civakê de çînên dijber û hebûna berjewendiyan hebe. Dema ku cihêtiyên çînî ji holê radibin û berjewendî dibin yek, tu wateya partiyên cihê namîne. Carinan jî ji bo heman fonksiyona civakî, gelek partî tên avakirin. Ev partî jî li hemberî partiyên ku bi helwest û rola xwe xwe îspat kiriye, nikarin xwe ji tasfiyeyê rizgar bikin. Ev tiştên tên qalkirin ji me re didin nîşandan ku çima em nikarin dev ji partiyê civakî berdin.  Dewlet hebe jî nikare pêdiviya ji bo partiyê ji holê rake.

PKK’Ê DI CIVAKA KURDAN DE VALATIYEKE MEZIN DAGIRT

PKK’ê hê di dema avakirinê de rastî eleqeyeke mezin hat. Ev jî ji ber vî tiştî ye ku valatiyeke mezin dagirt û pêdiviyeke ji jiyanê bi cih anî. PKK dema bi gotin û çalakiyên xwe, yekparetiya xwe çiqasî îspat kir, bi vî tiştî re di nav civakê de jî ew qasî hate qebûlkirin. Ligel ku hemû kêmasiyan û hin xisarên ku pêk anî jî, sedema ku îtîbar û jênegeriya xwe ya di nav civakê de parast ji bo bicihanîna pêdiviya dîrokî û civakî ye û roleke wisa lîstiye. PKK di serdema nû de ji bo ku rola xwe bilîze, ji pêdiviyên dîrokî re bibe bersiv, girêdayî xwedîlêderketina rast a peywirên xwe ye.

PIRSGIRÊKÊN LI BENDA ÇARESERKIRINÊ

Naskirina nasnameya Kurdan û diyarkirin îradeya jiyana azad, nayê wateya ku pirsgirêkên civakî hatine çareserkirin, bi tenê nîşan didin ku qonaxên girîng derbas kiriye. Yek ji pirsgirêka li benda çareserkirinê ev e ku daxwaza nasname û azadiyê divê bi mîsogeriyan werin pêkanîn û ev rewş mayînde be. Nasnameya Kurdan û daxwaza jiyana azad a ku tu mîsogeriya wê ya qanûnî, ekonomîk û polîtîk û parastinê tune, dibe ku ji aliyê dijminên wê were têkbirin û li ser wê qetlîam were kirin. Ji ber vê divê PKK ji niha û şûnde rola xwe ya pozîtîf bi serkeftî pêk bîne. PKK’ê heta niha peywirên xwe yên negatîf ên ji bo pêşîlêgirtina rewşên neyînî, xwest bi ser bixe. Ji niha şûnde jî divê peywirên xwe yên avakirinê yên aliyên wê yên pozîtîf zêde ne, bi ser bixe. Ev peywirên di bingeha wê de avakirina neteweya demokratîk hene, bi destxistina vê nasnameyê û wateya wê dikare bi ser bixe. Bi PKK’yibûneke adetî ev peywir nayên pêkanîn.

AVAKIRINÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK WÊ RÊYA DIÇE SOSYALÎZMÊ JÎ VEKE

Avakirina neteweya demokratîk ji avakirina sosyalîzmê pêştir e û rêya diçe sosyalîzmê jî vedike. Ev avakirin di zanista civakî de armanca wê şoreş e, têkiliya wê bi bicihanîna peywirên exlaqî û polîtîk heye. Digel ku modernîteya kapîtalîst dorpêçek pêk anîbe jî, pêşengtiya PKK’ê heke di vê çarçoveyê de xwedî li rola xwe derkeve dikare bi ser bikeve. Di vê rewşê de divê kadro xwe perwerde bikin û felsefeya jiyana azad ji xwe re bikin şêwaza jiyanê. Partî bi awayekî yekpara bi nasnameya xwe ya îdeolojîk û polîtîk dikare xwe ji êrişên ji derve û hundir biparêze. Dikare bi wî awayî hêza xwe ya pêngavê bi dest bixe û bi civakê re bibe yek. Kadroyên partiyê bi kapasîteyeke îdeolojîk û polîtîk, divê her şertan de karibe girêdayî exlaqê jiyana azad be.

KADROYÊN SOSYALÎST ÊN MODERN

Di çanda Rojhilata Navîn de divê hêza takekesiya ku têrî xwe dike ya ku jê re tê gotin ‘însan-i kamil’ divê pêk bîne. Ji bo xwe ji îdeolojî û şêwajiyana desthilatparêz, nijadperest, zayendperest, olperest û lîberal a ku ji heqîqetê dûr dixe, divê xurt be. Di hemû serdeman de pêdivî bi însan-i kamilan heye û ev pêdivî herî zêde îro hewce ye, ev jî bi kadroyên sosyalîst ên modern dikare pêk were.Li ser esasê hebûna kadroyên wisa, mirov dikare têkeve nav pêvajoya avakirina jiyana neteweyî ya demokratîk. Her kadro heke hewce bike, divê xwe veguherîne bi sedan rêxistinên neteweya demokratîk û dikare peywira xwe bi cih bîne.Berevajî wê kadro û rêxistina ku ketine bin bandora ev îdeolojî û şêwejiyanên me qala wê kiribû, wê bibe çavkaniya pirsgirêkan. Xurtbûna di warê îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û rêxistinî,  tê wateya mîsogeriya serkeftina di avakirina neteweya demokratîk de.

PÎVANÊN HEVRÊTIYÊ DI ESASÊ XWE DE PÎVANÊN ÎDEOLOJÎK IN

Divê têkiliyên hevrêtiyê baş werin fêmkirin. Têkiliyên hevrêtiyê cewhera têkiliyên civakî nîşan didin an jî divê nîşan bidin. Ev têkilî bi qasî civaka dîrokî, civaka dahatûyê jî nîşan dide. Di esasê xwe de têkiliyên îdeolojîk in, têkiliyên heqîqetê ne yên ku îdeolojiyê ew derxistine pêş an jî rê li ber eşkerekirina wê vekirine. Yekîtiya du hevrêyan di vê wateyê de ne bi tenê yekîtiya îdeolojîk e, divê wekî yekîtiya heqîqetê ya ku kapasîteya îdeolojîk were fêmkirin. Heke du hevrê bi rastî jî raza hevrêtiyê bi dest xistibin û bibin yek, divê mirov vî tiştî wekî temsîla herî xurt a heqîqetê ava bike. Hevrêtiya hevrêtiyê, tê wateya para ji heqîqeta ku tê temsîlkirin. Ji xeynî vî tiştî divê mirov li pênaseyeke din hevrêtiyê negere. Kesên derdekî wan ê heqîqeta mezin tune, divê nekevin ‘vê rêyê’.

KÎ NIKARIN BIBIN HEVRÊ?

Kesên li pey hewes û berjewendiyên basît in, nikarin bibin hevrê. Bi van kesan re hevrêtî nayê kirin. Kesên ketine bin bandora baweriyên kor û hestên fanatîk nikarin bibin hevrê. Kesên nekarîne ji nav îdeolojiya jin û mêran derkeve, têkiliya basît a nêr û mêtiyê neşikenandine û dinyaya xwe ya ferasetê azad nekirine, divê qala hevrêtiyê nekin û qet nekevin vê rêyê. Divê têkiliya hevrêtiyê dûrî pere, mal, mulkiyet, jin û mêrtî, hewesa ji bo alavan, armanca ji bo têrkirina nefsa xwe, daxwaza desthilatdarbûnê be. Xwe ji hemû têkilî, fikr, gotin û çalakiyên ji rêwîtiya heqîqetê dûr dixîne û pêşiya vê rêwîtiyê digire, dûr bixîne. Li hemberî van xetereyan divê bi serkeftî li ber xwe bide, di heman demê de heqîqetên mezin di her şertan de bike gotin û ji bo ku wê veguherîne çalakiyê xwedî kapasîteya îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û rêxistinî be. Partiya ku divê bibe yek û yekîtiya wê pêk were, bi têkiliyên hevrêtiyê yên di vê çarçoveyê de dikare pêk were. Bi vî awayî dikare bibe berdevk û îradeya civaka dîrokî û dahatûya wê. PKK bi têkiliyên hevrêtiyê yên di nav van pîvanan de dikare, rola xwe ya dîrokî û civakî pêk bîne.

PIRSGIRÊK ŞER Û AŞTIYÊ

Li pêşberî PKK’ê du pirsgirêkên mezin ên şênber û aktuel hene. Em qala pirsgirêkên aştî û şer dikin ên ku têkiliyeke wan a diyalektîk bi hev re hene.  Qebûlkirina mafê neteweya demokratîk, formula çareseriya herî nêz a çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurdan e. Lê hêzên ku di statuya qirkirina gelê Kurd de israr dikin, di nav yekparetiya netewe-dewlet de naxwazin nêzî formula çareseriya demokratîk a aştiyane jî bibin. Ji bo maf û hêza înkar û îmhayê israr dikin. Hêzên netewe-dewlet û zordestiyên wan ên mêtinger ên ku Kurdistan û Kurd di nav xwe de par ve kirine, hevkar û sîxurên xwe yên Kurd di bin navê xapandina ‘mafên şexsî’ de dixwazin siyaseta qirkirinê bi maskeyan bidomînin. Vî tiştî wekî mafê neteweyî û çînî qebûl dikin. Ev helwest di nav yekparetiya netewe-dewletê de derfetê nade aştî û çareseriya demokratîk. Dema ku aştî û çareseriya demokratîk tunebe, bergîdaniya vî tiştî dibe bi metodên leşkerî, siyasî, civakî, çandî, ekonomîk, dîplomatîk û psîkolojîk ve şerê qirkirinê were meşandin. Jixwe niha tişta heyî ev e ku beşeke wê ya zêde veşartî didome û dixwazin Kurdan qir bikin. Vî şerê ku ji sedsalî zêdetir didome û beşeke wê ya zêde yekalî didome û dixwazin gelê Kurd ji dîrokê û civaka azad derxînin, bi gelek mutefîkan ve şerekî qirkirinê ye.

TECRUBEYÊN ŞERÊ MIN Ê SÎ SALÎ

Bi tecrubeyên min ên şerê sî salî dibe ku aştiyeke watedar û çareseriya demokratîk pêk bihata. Bêyî ku pêdivî bi netew-dewleta Kurd hebûya û dewletên heyî yên netewe-dewlet veguheranda teşeyên wekî federasyonê, yek ji çareseriya herî serkeftî wê qebûlkirina mafê neteweya demokratîk bûya. Li ser vî esasî ‘Nexşerê’ ya 160 rûpelî di encama diyaloga bi dewletê re min pêşkêş kiribû, rêgezên çareserî û aştiyê yên ji bo vî tiştî gelekî îfade dikir. Lê beşên di nav dewletê de ya ku xwedî bandoreke xurt a kelepora qirkirinê ye û olîgarşiya polîtîk (alava propagandaya dewletê) biryara aştî û çareseriya demokratîk nadin. Ligel ku KCK’ê gelek caran agirbestên yekalî îlan kiriye jî, bersiveke pêwist nehatiye bidestxistin. Rewşa ku wekî ku her dem mirov li ser agir be, didome. Gelekî zelal e ku ev rewş wê zêde nedome. Yan ew ê pêvajoya çareseriya aştî û demokrasiyê ya mayînde, watedar û bi rûmet pêk were ya ku her du alî li ser rêgezên wên sereke li hev kirine yan jî wê şerekî ji yê sî salî zêdetir pêk were. PKK divê ji her alî ve li ser van pêvajoyan bisekine. Aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk behremendiyeke mezin a entellektuel û polîtîk dixwaze. Aştiya ku tê payîn pêk were û çareseriya demokratîk divê ji gel re jî were ragihandin. Ne bi tenê fêmkirin divê li ser vî esasî gel were perwerdekirin, rêxistinkirin û çalakkirin. Ji bo vê bi hezaran civînên nîqaş û biryaran, bi hezaran çalakiyên rêxistinkirinê hewce ye. Tişta ku em qala wê dikin aştiyeke dîrokî û tarzê çareseriya siyasî ye ku wê ji hemû gelên herêmê û mirovayetiyê re bibe mînak.

DIVÊ LI SER PIRSGIRÊKÊN ŞER WERE SEKINANDIN

Divê li ser pirsgirêkên şerê wekî îxtîmaleke xurt were sekinandin. Tecrubeya şerê sî salî nîşanî me da ku bi awayê herî acemî, gelek provokatorên wê hebûn, tarza gerîla di asteke normal de nehate kirin, nîvserhildan û nîvgerîlatî hate domandin. Tarza şerê li pêş me, nabe ku wisa bidome. Beriya her tiştî gel ne gelê berê ye. Li ser me ferz dike ku divê şer li ser bingeha şerê gel were kirin. Piştî tecrubeya sî salan HPG a ku rêbertiya şer dike divê xwe ji şerê bajar û çiyayan a bi hev re,  şerekî şev û roj li gund, bajar, deşt û çiyayan re amade dike ya ku bi carekê re bi deh hezaran kes bi hev re têkevin tevgerê. Berpirsyariya HPG’ê ev ku şer wisa geş bike, bi rê ve bibe û kontrol bike. Di bin çarçoveya KCK’ê de were rêvebirin jî, PKK divê berpirsyariya xwe ya îdeolojîk, polîtîk û exlaqî ya serdema şerê nû par ve bike. Divê diyar bike ku wekî berê şerê partîzan ê wekî berê, nîvserhildan û nîvgerîla û serdema şerên asî û eşqiyayan dubare nebe, heke dubare bibe jî divê qebûl neke û li gorî vî tiştî behremeniya xwe geş bike.

Qonaxa şerê nû çiqasî geş bibe, divê bi behremendiya xurtbûna îdeolojîk, polîtîk û exlaqî û biryardarî bersivê bide hemû pirsgirêkên wê derkevin holê. Bi qasî nirxandina şertên derve û hundir, divê encamên şerê aliyên şer têxe bin berjewendiya xwe. Têrnekirin û nikaribin bibin bersiv, di nav PKK’ê e nabe ku wekî feraseta berê bê kirin. Bi qasî hesapdayînê hesapstendin jî wê gelekî girîng be. Nabe ku wekî berê berpirsyariyê biavêje ser kesên din û pişta xwe bi pratîkên tasfiyekar girêbide û xwe wisa rizgar bike. Rastiya gel û partiyê ya heyî derfetê nade vî tiştî. Di heman demê de aqûbeta tasfiyekarên berê û yên qaçax ne diyar e û ne eşkere ye jî. Dewlet bi xwe jî derbarê rabirdûya xwe dixwazin bi rastiya xwe rû bi rû bibin û xwe paqij bikin, ev tişt rewşa hêmanên îtîrafkar, hevkar û tasfiyekaran jî eşkere zelal dike.

JI NIHA Û ŞÛNDE

Ji niha û şûnde her tişt yan ew ê bi aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk an jî bi şerekî giran wê watedar bibe. Yên di navberê de mane wê ji holê werin rakirin. Serdemên dîrokî bi biryar û çalakiyên dîrokî didomin. Tişta ku ew ê bifûre biçe, derew û xeyal in. Kesên xwe wekî takekes, rêxistin, gel, dewlet û partî ji serdemên wisa re amade nekirine an jî amade kirine lê nekarîne bibin bersiv wê cihê wan sergoyê dîrokê be. PKK bi dersên ji tecrubeya rabirdûyê dikare rewşa aktuel ji her awayî binirxîne, amadekariyên wê bike û bi heman cesaret û biryardarî bimeşe ser pratîkê. Bi vî awayî dikare du peywirên dîrokî bi cih bîne. Wê ne rast be ku mirov ji pêvajoyê serkeftin an jî têkçûnên mezin bixwaze. Encam teqez wê ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriya neteweyî ya demokratîk a zelal be. Tişta ji xeynî wê, tê wateya windabûna di nav gêjgerînekan de û wê rewşa mirovatiyê destûrê nede vî tiştî.

GELÊ KURD GAVEKE GELEKÎ MEZIN DIAVÊJE

Ev şert hemû geşedanên di pêvajoya pêş me de wekî ya şoreşên Fransiz û Rûs girîngtir dike. Dixwazî bila bi şer pêk were an jî bi aştiyê, gelê Kurd ne bi tenê ji bo xwe pirsgirêka demokratîk çareser nake, ji bo herêma Rojhilata Navîn û mirovayaetiyê gavên gelekî mezin diavêje. Bi van gavan de li alavên netewe-dewlet ên modernîteya kapîtalîst yeka din zêde nake, tevlî statuya kapîtalîst, yekdestî û cîhana sanayiyê ya modernîteyê nabe, ji bo şaristanî û modernîteyeke nû roniyê geş dike.

Vê gava modernîteyê ya ku mirov dikare jê re bibêje modernîteya demokratîk, di çanda Rojhilata Navîn de ya ku yek ji serdema herî kaotîk a dîrokê de ye, rêya çareseriyê nîşan dide. Vê rolê nirxa xwe ya çareserkirinê ji niha li ser Irak (Ûrûk) îspat kiriye. Vê pêvajoya ku tê jiyîn û em dikarin jê re bibêjin ‘Şerê cîhanê yê sêyemîn’ wekî roleke ProtoKurdên li berpalên Zagros û Torosê PKK’ê jî ji bo jiyaneke bê çîn, bê dewlet, bajarên ekolojîk, ekonomiya bê kar û li ser bingeha civaka demokratîk de rola şaristaniya nû û modernîteya demokratîk pêk bîne.

PKK’ê ji serî ve xwe li gorî vê rolê pênase kir. Gelek şaşî û qelsiyên wê hebe jî, sî salên wê yên wekî agir diyar dike ew dikare rola xwe pêk bîne. Wê bangî gelê Kurdistanê kiriye û gel bersiv daye. Kurdistan ne wekî bêdengiya goristanên kevn e. Vê pêvajoya pêş me dixwazî bi şer an jî bi aştiyê were bidestxistin, wê bibe serdema avakirina neteweyên demokratîk. Di çanda Rojhilata Navîn de ya ku bi hezaran salan e lîstikên şaristaniyên bi çîn, bajar û dewletan didome; qebîle, ol, mezhep û netewe hev qir dikin, wê li ser yekparetiya neteweyên demokratîk bibe serdema modernîteya demokratîk a geş.

(Ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine berhevkirin)

Wê bidome.