Gef û lîstikên nû

Gefên Serokkomarê Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Rojava, hevdîtinên bi Rûsya û DYE'yê re û daxuyaniyên piştî van nîşan didin ku planeke nû li ser kar e.

Gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê û hêzên parastinê li dijî plana nû ya dewleta Tirk xwe ji berxwedaniyeke mezin re hazir dikin. 

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp dema ku dît dengên wî kêm dibin, serokkomariya wî ketiye  ber pirsan û wê careke dî neyê hilbijartin û dema ku dît li derve ji ber êrîşkariya wî îtîbara wî nemaye ji bo ku serfiraziyeke derewîn gef li Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê û gelên wê xwar. Hema di pey re bi Serokê DYE'yê Joe Bîden re axivî û destûr xwest.

DYE'yê xwest ku Recep Tayyîp ji Rûsyayê qut bike, bike ku dev ji S-400'î berde. Ji bazarê çi encamek hatiye derxistin miron nizane. Li aliyê dî, mirov nikare bibêje ku bazar qediyaye.

Recep Tayyîp bi Serokdewletê Rûs Pûtîn re rûnişt. Rûsan xwestin ku ji gefên Recep Tayyîp û dewleta Tirk a dagirker sûd werbigire, weke şûrê Demokles li ser serê gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê kil bike û bike ku mecbûrî rejîmê bin.

Rûsya pêşî hêz şande ser sînorê Qamişlo û Sirrînê. Balafirên şer bi cih kirin. Dema ku Tayyîp bi Bîden re rûdinişt balafirên şer li Qamişlo rakirin û peyam da Tirkiyê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Piştre li Til Temir, Kobanê û li çend deverên din ku hêzên xwe lê ne bi navê tatbîqatê tevgerek kir. Di her hevdîtinê de ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk xwest ku bi Şamê re danûstandinê bikin û li hev bikin .Hê bi rejîmê re danûstandinê dest pê nekirî ji Rêveberiya Xweser xwest ku divê rejîm hêzên xwe li her deverê bi cih bike, alaya rejîmê li her deverê li ba bibe, her wiha ji dahata aborî para mezin divê bidin rejîmê. Her wiha got heke ev daxwazên wan bi cih neyên ji deverên ku lê ne wê vekirişin, dema ku vekişin jî wê Tirkiye êrîşê bîne. Rêveberiya Xweser jî diyar kir gefa esil ev e, di bin gefên dewleta Tirk de jî ev gef heye. Hate diyarkirin şert çi dibin bila bibin daxwazên Rûsya wê neyên qebûlkirin û çi dema ku xwestin dikarin ji cihê ku lê ne derkevin.

Li ser vê beriya bi hefteyekê got heke daxwaza wan bi cih neyê ew ê ji Til Rifat û Şehbayê derkevin. Dema ku Rêveberiya Xweser û QSD got ew dikarin vekişin Rûsya hêzên xwe komî ser hev kir û vekişiya lê êvarkî dîsa vegeriya. Dema ku fermandarên QSD'ê û rêveberên Rêveberiya Xweser gotin ew çima vegeriyane wan jî gotine ji bo cejna xwe pîroz bikin çûne, ji bo tatbîqatê vekişiyane. Ji çaxê ku vegeriyane heta niha ne tatbîqat kirine û ne jî vekişiyane.

Niha eynî lîstikê li Kobanê û derdora wê dilîze. Helwesta Rêveberiya Xweser û QSD eynî ye; hûn kengî bixwazin dikarin biçin.

Rejîmê xwest ku van zextên Rûsya weke rêbaza şerê taybet bidomîne ji bo vê serî li gelek lîstikan da. Pêşî li TV'yê El Hedes li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê zimanekî propagandayê ya ne kêmî ya dewleta Tirk bi kar anî. Piştre bi hesabên medyaya dîjîtal, saziyên çapemeniyê îdîayên deraqail belav kir.  Mînak beriya bi sê rojan, dîmenê Reqayê yê hê beriya ku Reqa ji hêla DAÎŞ'ê ve dagir bike, par vekir û ev weke ,''Rejîm ji Reqayê kete fetloneke Naîm'' da. Piştî vê îdîayên ku digotin hêzên rejîmê ketiye taxa Kesrat a Reqayê û hin deverên nêzî wê belav kirin.

Rejîm bi vê serê gel tevlîhev dike, wê peyamê dide ku hê li ser piyan e, Rêveberiya Xweser hewceyî wan e. Lê tevahiya gelên Sûriyê dizane ku êdî rejîm ne rejîma berê ye, li pişt wê Rûsya heye. Ji ber vê dibîne ku ev lîstikên wiha ti sûda xwe jê re nîne, berevajî zêdetir zirarê jî dide.

Rejîmê vê heftiya dawî lîstika xwe domand. Dixwaze li ser medyaya dijîtal ew propaganda were belavkirin ku rejîm ketiye her deverê, li Bakur-Rojhilatê Sûriyê her ku diçe xurt bûye. Her wiha leşkeran weke sivîlan nîşan didin û bi wan didin gotin ew pir ji rejîmê hez dijin, rejîm ji bo wan pir baş e. Heke alîgirê wan hebin dixwazin li Amûdê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê bi rengekî veşartî alayê hildin, dîmenên ji 30 saniyeyî ne dirêjtir bigirin û par ve bikin. Dixwazin bi vê wê propagandayê bikin ku ew li her deverê ne.

Rejîm vê lîstikê bi aqil û rêbazên Rûsan dike. Rûsya bi dewleta Tirk dixwaze gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê çavtirsandî bike û bike û bi vê hesab dike ku wê qebûl bikin ku rejîma biçe her deverê. Bi vê xwe dixapîne ji ber ku Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê û hêzên QSD'ê xwe ji bo berxwedaniyeke mezin hazir dikin. Bi qasî ku dewleta TC û çeteyên wê nikaribin wan tahrîk bikin bi xwînsarî tevdigerin. Diyar dikin ku li her deverê wê berxwedaniyeke mezin bikin. Her wiha diyar dikin ku qada hewayî jî neyê girtin wan hêzên li gorî vê perwerde kirine. Ev jî nîşan dide ku êrîşa dagirker dibe ku dawiya Recep Tayyîp bîne, ku Tayyîp bi vê êrîşê li pey serfiraziyên derewîn e.

Hin dane ku hene ku Rûsya û DYE li hev kirine û li hih devran hevkar in, vê planê dikin. Li ber çavan e ku Rûs dixwazin RTE û TC sor bikin û bikin ku êrîşê bîne. Hin dibêjin Rûsya ji bo ku dawiya Recep Tayyîp bîne dixwaze zêdetir wê bi çirava Sûriyê de bikişîne. Di nav wan kesan de ku vê dibêjin hin kes jî hene ku nêzî Recep Tayyîp û demekê rojane propandaya wî dikirin. 

Ji rûdanên gefên Recep Tayyîp heta niha diyar dibe ku planeke nû heye û di vê planê de Rûsya û DYE bi yek fikrê ne û hevkar in. Bi vê planê dixwazin Kurdan terbiye bikin.  Ji ber ku bi maweya dirêj hatiye ber rewşa ku ziyanê bide berjewendiyên DYE û Rûsya dibe ku bi wê armancê jî be ku dawiya Recep Tayyîp bînin.

Ji niha ve ne diyar e ku bê ka wê çawa bibe. Lê DYE û Rûsya di hevdîtian de yên bi Recep û TC'ê re ji bo ku li pey berjewendiyê xwe ne, dikarin destûra êrîşê bidin.