Sûîqesta 6'ê Gulanê li dijî gava aştiyê ya Ocalan bû

Hewldana sûîqestê ya kontrgerîla ya Tirk ku 6'ê Gulana 1996'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, li dijî gavavêtina ji bo aştiyê ya bi ragihandina agirbestê bû. Ev yek jî bi zanebûn di salvegera darvekirina Denîzan de hate kirin.

Hewldana sûîqestê ya sala 1996'an ku ji şefên kontrgerîla yên dewleta Tirk Eymur ji nû ve xiste rojevê, destpêka komploya navneteweyî bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi ragihandina agirbestê re destê aştiyê careke din dirêj kir, haya wî jê hebû ku ev hewldan tê çi wateyê.

Serokê Daîreya Kontrteror a MÎT'ê yê berê Mehmet Eymur çend roj berê di hevpeyvîneke xwe de ya bi çapemeniya Tirk re li gelek sûcên dewleta Tirk mikur hatibû.

Eymur ku ji salên 1970'î heta dawiya salên 1990'î şefîtiya daîreya MÎT'ê kir, têkildarî êrişa bombeyî ya 6'ê Gulana 1996'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Mûrat Yetkîn re axivî bû û gotinên xwe yên di îfadeya dozgerê Ergenekonê de dubare kir: "Me tonek teqemenî wergirt. Piştî rojekê di rojnameya Cûmhûriyetê de nivîsek hate weşandin, bi gotina 'MÎT wê vê teqemeniyê çi bike?' Ji Serokkomar, ji siyasetmedaran me destûr stand. Bêyî destûrê Musteşarê MÎT'ê jî nikare bike. Bêyî destûrê em ê çawa karibin bikin? Serokê Fermandariya Giştî û Serokkomar ji xwe pejirandibûn. Me pêşkêşiya wê kir. Me agahiyên li ber destê xwe pêşkêş kiribûn. Pêşkêşiyeke baş bû. Me qala kar kir. Gotin, temam. Me dewam kir. Yeşîl hebû. Her wiha kesên leşker hebûn. Wezîfedarên fermî hebûn ku me ji wir re şandin û bi veşartî çûn. Ya esasî nikare bê gotin ku ev hewldan bi ser neket. Me nekarî Apo bikujin, lê belê me teqîneke welê mezin kir ku Sûriye tirsiya."

Pêvajoya ber bi sûîqesta sala 1996'an çawa bû, ku piştî bi salan ji nû ve kete rojevê û weke nîşaneya herî girîng a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dîtin? Dewleta Tirk çima 6'ê Gulanê hyilbijart û atmosfera navneteweyî ji bo vê sûîqestê çawa amade kir?

GELEK HEWLDANÊN SÛÎQESTÊ

Ji dema ku ji bo şoreşa Kurdistanê dest bi rêwîtiyê kir û pê ve gelek caran sûîqest li dijî Rêberê Gelê Kurd hate kirin.

Hewldana destpêkê ya sûîqestê ya cidî, çend roj beriya damezrandina PKK'ê pêk hat. 18'ê Gulana 1978'an ji bo birêxistinkirina berxwedana piştî qetilkirina ji kadroyên pêşeng ên li Hîlwanê Halîl Çavgûn, Abdullah Ocalan çû Rihayê. Dema ku bi wesayiteke zer ji Hîlwanê diçû Hoşînê êriş lê hate kirin. Gule li wesayitê hate reşandin, bi şensê Rêberê Gelê Kurd bêyî birîndar bibe rizgar bû. Di nava 20 salên li Rojhilata Navîn de jî gelek caran êriş lê hatin kirin.

PÊVAJOYA AGIRBESTÊ YA 15'Ê KANÛNA 1995'AN

Piştî pêvajoya agirbesta destpêkê ya ne serketî ya sala 1993'an û du salên ji şerê giran ê li Kurdistanê, dawiya sala 1995'an rayedarên dewleta Tirk bi rêya hin navbeynkaran daxwaza agirbestê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Tirkiyeyê xwe ji bo hilbijartinên giştî yên 24'ê Kanûnê re amade dikir. Siyaseta Tirk a bi serkêşiya Çîller, Yilmaz, Ecevît û Erbakan, di rojên herî tevlîhev ên dîroka xwe de bû. Abdullah Ocalan ji bo pêşî li pêvajoyeke nû vebike di 15'ê Kanûna 1995'an de bi telefonê ji MED TV re axivî û agirbest ragihand.

Piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di rojên destpêkê yên sala 1996'an de rejîma Enqereyê bi komkujiyekê bersiv da ragihandina agirbestê. 16'ê Çileya 1996'an li navçeya Basan a Şirnexê destpêkê gule li mînîbusekê hate reşandin û piştre jî hate şewitandin. 11 Kurd bi vî rengî hatin qetilkirin. Fermandariya Giştî ya Tirk piştre bi daxuyaniyekê hewl da bûyerê bixe stuyê PKK'ê. Piştî demeke kurt eşkere bû ku makîneya kuştinê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê JÎTEM berpirsyarê vê komkujiyê bû. Tevî vê yekê jî PKK'ê biryar da ku agirbestê dewam bike.

Bêguman bersiva dewleta Tirk a li agirbestê ne tenê bi vî rengî bû. Li aliyekî di zivistana 1996'an de li Kurdistanê şer hate girankirin û ji bo tunekirina fîzîkî ya Abdullah Ocalan yekîneyên kontrgerîla hatin bikaranîn. Di rojên destpêkê yên mehên biharê de ji bo sûîqesta li dijî Abdullah Ocalan ku hingî li Şamê bû, ji 'Serokê Daîreya Operasyonê' ya MÎT'ê Mehmet Eymur re ferman hate dayin.

Plana ku ji aliyê MÎT'ê ve hate amadekirin ji aliyê Wezîrê Karên Hundir, Serokwezîr û Serokkomar ve hate pejirandin. Ji budçeya veşartî jî 25 milyon dolar pere hate veqetandin. Navê 'Operasyona Mercedesê' li planê hate kirin. Ji ber ku li gorî planê wesayiteke Mercedes a bombebarkirî wê li ber mala ku dihate texmînkirin Rêberê Gelê Kurd lê ye bihata teqandin. Eymur ji bo vê jî tetîkkêşê JÎTEM'ê Mahmût Yildirim bi navê kod Yeşîl wezîfedar kir.

BERIYA 6'Ê GULANÊ TRAFÎKA NAVNETEWEYÎ

Dema ku yekîneyên  MÎT'ê û JÎTEM'ê bi hevkarên xwecih re û mikurhatiyan re ku ji PKK'ê re haziriya suîkastê dikirin li Enqerê trafîkeke zêde ya dîplomasiyê hebû.

27'ê Adara 1996'an Demîrel 3 rojan li DYE'yê ma, mijara herî girîng têkoşîna dijî PKK'ê bû. Dewleta Tirk ku bi Yewnanîstanê re 'krîza Kardakê'' dijiyan, weke şertê bidawîkirina rageşiya bi Atînayê re, ji Serokê DYE'yê Bîll Clînton dixwest ku di têkoşîna dijî PKK'ê de zêdetir destekê bidin wan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî piştî bi salan di parastinên xwe de ku li Imraliyê nivîsîbû, wê bal kişandiba ser hevdîtina di navbeyna Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Simîtis û Serokê DYE'yê Bîll Clînton a 9'ê Nîsana 1996'an û gotiba, ji bo tasfiyekirina wî Sîmîtîst qebûl kiriye ku bi DYE'yê re hevkariyê bike.

He wiha wan rojan di navbeyna Tirkiyê û Israîlê de nêzîkatiyeke dîrokî hebû. Rejîma Enqerê û Israîlê nêzî hev dibûn. Rejîma Enqerê da ber çavan  dostê xwe yê nêz Misir, welatên Ereb bide pêşberî xwe û bi IsarîlÊ re''peymana hevkariya leşkerî û perwerdehiyê stand''. Enqere ji bo vê jî, ji bo ku li bara peymanê bêdeng bimîne hewl dida ku Misrê qanih bike, di hevdîtina du welatan de mijar çû û hat û hate krîza Tirkiyê û ya bi Sûriyê ye. 2'yê Gulana 1996'an Wezîrê Karê Derve yê Misrê Amir Mûsa ku hatî Enqerê got, ''Em bawer dikin ku meseleyên di navbeyna Tirkiyê-Sûriyê de li ser masê bêne çareserkirin.'' Peyama ku muzakereya di navbeyna Enqere-Şamê de agahî dide ku çend roj şûn de wê li Şamê bibin. (Rêveberiya Misre ya ku Husnu Mubarek li ser bû, di pêvajoya komploya 9'ê Cotmeha 1998'an de wê bi roleke hevşib rabûya.''

ROJA KU TEQÎN ÇÊBÛYE

Tîma suîkastê ya dewleta Tirk ku li Şamê ji zû de haziriya êrîşa bombeyî dikrin 6'ê Gulana 1996'an tevgeriyan. Ne bi tesadûfî ev roj hilbijartin. Lîderên tevgera şoreşa Tirkiyê Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan 6'ê Gulana 1972'an hatibû darvekirin.

Li nêzî Dibistana Navendî ya Pariyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran diçûyê û ders dida, wesayita ku 1 ton C4 lê hatibû barkirin, saet 10:17'an hate teqandin.  Bi sedema Konferansa Netewî ya 4'an beşekî girîng ê rêveberiya PKK'ê li akademiyê bû, dengê bombeya ku hatî teqandin ji her devera Şamê hate bihîstin, bi şansekê Abdullah Ocalan û milîtanên PKK'ê bi saxî ji êrîşê filitîn.

RÊVEBERIYA ŞAMÊ KESÊN KU GIRTIBÛN BERDA

Yek ji fermandarên HPG'ê Serhat Erzurum ku dema êrîşê ji bo haziriyên konferansê li Şamê bû, sala 2013'an ji ANF'ê re wiha behsa wê rojê kiribû: ''Cihê ku me haziriyên konferansê lêdikir, nêzî Dibistana Navendî ya Partiyê ya li Şamê bû, ku rûdan lê bûyî. Rêbertiya me jî wê rojê wê bihata akademiyê û perwrede bida. Ji ber xebatan hinekî dereng ketibû. Vê derengketinê Rêbertiya me ji rûdanê xilas kiribû. Dengekî pir zêde bû. Ji ber ku em li nêz bûn me hewl da fehm bikin ku dengê çiye. Darên ku 500 metro ji cihê teqînê dûr bû, bi tesîra teqînê ji qurm rabûbûn û 50 metro wêdetir çûbûn.  Her wiha ziyaneke mezin gihaştibû malên ku teqîn lê çêbûyî. 8 kesên ku ev bûyer kirin hatin girtin û ji bo ku teslîmî welatê wan bikin, hatin berdan.

BI BOMBEYAN BERSIV DANE AŞTIYÊ

Êvara ku êrîşa bomeyî bûyî Rêberê Gelê Kurd di MED TV weşana zindî de axivî û got, ''Em behsa aştî, biratiyê dikin, em dibêjin vî şerî biqedînin, bi bombeyan bersivê didin.'' Ji ber ku bi rêya hin navbeynakaran di navbeyna rejîma Enqerê û Abdullah Ocalan de peyam diçûn û dihatin.

Hem agirbesta ku PKK'ê ragihandî û hem jî serneketina suîkastê ya di pêvajoya diyalogê de kir ku hevkarên hikûmeta ANAP-DYP'ê bi hev bikevin. Seroka Giştî ya DYP'ê Çîller, îdîa dikir ku Serokê Giştî yê ANP'ê Mesût Yilmaz bi lîdertiya PKK'ê re hevkarî kiriye, temenê hikûmetê tenê 3 mehan ajot.

ABDULLAH OCALAN MANEYA ÊRÎŞÊ VEGOT

Abdullah Ocalan meha Hezîranê ya eynî salê, di MED TV de derheqê piştperdeya navnetewî ya suîkasta 6'ê Gulanê wê ev nirxandina balkêş bikira: ''Komploya li dawya bihara 1996'an a li ser me, komployeke pirhêlî, berfireh bû ku ne ku tenê li ser kesekî bû.

Ji bovê li Misrê cîneke mezin danîn. Peymana stratejîk a TC-Israîlê hate danîn, bi hezaran yekîne hatin şemitandin û her wiha gelek tîmên taybet şandin qada ku em lê bûn. Ev hemû hatin tespîtkirin.  Dawiyê xwestin ku vê komployê deynin. Serneketina wê tiştekî dî ye. Çima ku bibêjî komploya 96'an, berjewenidya DYE'yê heye. Clînton beriya wê bi rojekê gotibû, ''PKK li Başûrê Kurdistanê karîger dibe.'' Her wiha beriya komployê bi rojekê rojnameyên Israîlê gotin,''Divê hedef ne Başûrê Libnanê be, divê ew qad bin ku Rêbertiya PKK'ê lê dixebite. TC bixwe bi her cure tîmên taybet, bi bicihkirina derasayî ya artêşê li pey me bû. Bi vê komployê dixwestin çi bikin? Dixwestin xebatên me yên şoreşger-welatparêz ên li Başûrê Kurdistanê bidin sekiniandin, şoreşa li Bakurê Kurdistanê û li hemû qadan were tasfiyekirin, li qada navnetewî geşbûna me ya dîplomatîk were xilaskirin. Naxwe ev ne komployeke kêm girîng e û ku bi ser biketa wê ne talokeyeke biçûk ba. Mirov dikare komploya navnetewî ya dîrokî ku 96'an anîn ser bi kurtî wiha vebêje.''

ÇALAKIYA FEDAYÎ YA ZÎLAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka 5'an a ''Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk'' de ya bi navê ''Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk'' wê diyar bikira ku 6'ê Gulanê destpêka komployê bû ku 15'ê Sibata 1999'an bi esareta wî bi encam bûbû.

Abdullah Ocalan wê avaniya dewleta kûr a li Enqerê ku organîzeya suîkastê kiribûn û bandora êrîşê ya li ser PKK'ê wiha vegota: ''Şer ji hêzên ewlehiya navxwe wêdetir ji hêla hêzên Gladîo-JÎTEM-Hîzbûllah ve dihate rêvebirin. Ev hêzên bi rayeyên ji qanûn û makeqanûnê wêdetir hatibûn parastin xwedêgiravî şerê manûnemanê dikriin. ''Talokeya Kurd'' ji talokeya Yewnan û Ermen gelekî mezintir bû. Bi rastî jî li ser vê mijarê paronaya çêbûbû. Li pey tesfiyeyek teqez de bû. Gelek komployên navnetewî rê ve birin. Tenê ji bo ku têkilî pirsa Kurd rapor dabû hazirkirin Sakip Sabaci kirin hedefa suîkastê. Ti rojnamevan neman ku nehatin deqkirin. Di encama komploya 6'ê Gulana 1996'an de ku li dijî min hate organîzekirin (Komploya ku Abdullah Çatli, Sedat Bucak û Şaredarê Wêranşarê Keleşabdîoglu bi hev re di nav de bûn) teqandina bombeyan hezar kîloyî yek ji nîşaneya vê bû. Her çendî hewldana suîkastê ya 6'ê Gulanê ne serkeftî jî bû, Çalakiya fedayî ya 30'ê Hezîranê li Dersimê ya Zîlan (Zeynep Kinaci) ku talokeya mezin a vê êrîşê têgihiştî, sala 1996'an ku li navxwe xitimandina taktîk hebû û ji derve îmha dihate ferzkirin veguheranda sala ku pêşî li taktîkê vebûyî û rêya serkeftinê hê bêhtir zelal bûyî.''