Kurd heye, lê gelo Kurdistan nîne?

Hûn ê çawa karibin Qendîlê û gelê Kurd ji hev cihê bikin? 40 sal in we nekarî bikin, ji niha û pê ve hûn ê çawa bikin? Bi tunehesibandina Kurd û Kurdistanê hûn ê çawa karibin pirsgirêka Kurd çareser bikin?

Yekemcar CHP tevlî lîstiya 'mayindebûna welêt' nebû ku AKP-MHP partiyên dewletê hemûyan tevlî vê lîstikê dike. Bersiva li vê helwestê jî sûcdarkirina bi 'xiyanetê' bû û CHP bi rengekî provokatîf xistin xefikê!

Serokê Giştî yê CHP'ê jî -kê ew aqlê nebaş dabe wî- îmaja ku demeke dirêje hewl dide ava bike bi wê helwesta xwe ya 'Qendîl'ê bi erdê re kir yek. Wê ne hêsan be ku vê yekê komî ser hev bike.

Gelo haya xwe jê nîne ku AKP-MHP çekên kîmyewî jî di nav de bi her rê û rêbazên hovane êriş dike? Tiştekî ku nekirine û neceribandine nemaye. Di hovîtiyê de sînoran nas nakin. Gelo CHP wê di vê hovîtiyê de pê re bikeve nava pêşbirkê?

Qaşo wê ev pirsgirêk li meclîsê çareser bikira. Çi bû ku ji nişka ve ji vê nêrînê vegeriya? Ji bilî sûcdariyên bi xiyanetê gelo ji hin deveran hate hişyarkirin? Ya jî piştî ku li rastiya 'Kurdistanê' rast hat dest bi axaftina bi zimanê bi xwîn ê desthilatdariyê kirin? Rewşa şoqbûnê, avêtina aqil tiştekî bi vî rengî ye.

Ne tenê CHP û ÎYÎ Partî, ji wan bêhtir AKP û MHP jî şoq bûne. Tevî ku di dema hevkariya xwe de ji aliyê hovîtiyê ve sînoran nas nakin, li gotina 'Ev der Kurdistan e' rast hatin. Ne kesekî bi tenê, bi milyonan mirov vê dibêje.

Gotineke bi tenê kîmya hemûyan serûbin kir. Mîna ga li wan hat ku çav li rengê sor ketiye. Ji ber ku ti pêwendiya van bi jiyanê, bi civakê, bi rastiyê re nîne.

Ev gotin ne cara yekê ye ku tê gotin, ne cara yekê ye ku tê bihîstin; lê belê ji ber taybetmendiya demê girîng e.

Ji nîqaşa li ser 'Kurd heye, yan nîne' derbasî nîqaşa li ser Kurdistanê bû. Bala xwe bidin aqlê wan: 'Kurd heye, lê Kurdistan nîne'.

Bingeh bi vî rengî ji qirkirinên nû re tê amadekirin, muxalefet bi vî rengî tê bikaranîn.

Çawa ku bi gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' ya Erdogan pirsgirêk tune nabe, bi gotina Bahçelî jî Kurdistan tune nabe. Çawa ku bi bombardûmana her roj tune nabe.

Eger hinekî hurmetê nîşanî dîroka xwe bidin wê bibînin ku ji Selçûkiyan heta Mûstafa Kemal her kesî navê Kurdistanê bi kar dianîn; li meclîsa damezrîner wekîlên Kurdistanê hebûn. Ne ku pê nizanin, lê înkar dikin.

Di serdema heyî de navê Kurdistanê divê nebe wesîleya parçebûnê, divê weke hurmeta li rastiyeke dîrokî û civakî bê qebûlkirin, di çareserkirina pirsgirêka sed salî de weke xaleke girîng bê nirxandin. Qebûlkirina vî navî nayê wateya avakirina dewleteke cuda.

Civaka Tirk bi rêya vê derewê tê razandin. Bi rêya mezinkirina vê tirsê hewl didin ku qirkirina li gelê Kurd û êrişên bi çekên kîmyewî yên li çiyê normal bikin.

Li hemberî vê yekê gelê me yê li Rojava ku gelek caran bû hedefa êrişên bi vî rengî, her wiha gelê me yê li Ewropayê ku bi bêdengiya dewletên Ewropayê zanin rabûne ser piyan. Bi saya vê hestiyariyê pêvajoya darizandina faşîzma Tirk tê avakirin.

Ev sûc ji bo tunekirina Kurdistanê tê kirin. Hinek hene ku dibêjin 'Rengê sor nîşanî van gayan nedin'. Dibe ku mafdar bin, lê belê eger bi rastî jî atmosfereke siyaseta demokratîk hebûya, hingî mafdar bûn.

Lê belê niha înkar heye, gel û cografya wî gelî tune tê hesibandin, bi çekên kîmyewî komkujî têne kirin.

Yên ku li hemberî vê li ber xwe didin armanca xwe bi dirûşma 'Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk' kurteber dikin: Ne dewleteke cuda, lê demokrasî.

Gelê Kurd dema ku mafên xwe yên civakî, çandî û siyasî hatin naskirin, wê pêwîstiyê bi dewleteke cuda nebîne. Wateya van mafan demokrasiya xwecihî ye, bicihanîna xweseriya demokratîk e.

Yên ku bi çavê 'cihêkariyê' li van daxwazên herî biçûk dinerin, wê nikaribin xwe ji bandora zîhniyeta faşîst nijadperest û şoven rizgar bikin. Ji ber vê yekê jî dema ku Kurdistan tê gotin, mîna Hîtler li wan tê.

Kurdistan erdnîgariya me ya ku hatiye şewitandin û hilweşandin, zimanê me ye, dîroka me ye, çanda me ye ku tune tê hesibandin. Sedema me ya man û nemanê ye. Ya ku faşîzm hewl dide tune bike ev e.

Gelo nizanin ku di navê PDK'ê de ya ku bi hev re tevdigerin Kurdistan heye?

Ji bo qirkeran ji bilî 'tunekirinê' çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. ÎYÎ Partî, CHP, Saadet û yên din vê cudahiya xwe nîşan bidin.

Ne bi gotinê, ne ji bo wergirtina dengan; divê hûn bi rastî jî aştîxwaz bin. Naxwe hûn ê bişibin desthilatdariyê.

Herî dawî du pirsên me li wan kesên bi aqlê berê nêzîkî meseleyê dibin heye:

1- Hûn ê çawa karibin Qendîlê û gelê Kurd ji hev cihê bikin? 40 sal in we nekarî bikin, ji niha û pê ve hûn ê çawa bikin?

2- Bi tunehesibandina Kurd û Kurdistanê hûn ê çawa karibin pirsgirêka Kurd çareser bikin?

Ev pirs balê dikişîne ser bêaqiliya sed salî: Yên ku dibêjin 'Kurd heye, lê Kurdistan nîne' serî bi wan re heye, lê aqil tê de nîne. Ne bi vî rengî bûya wê hewl nedabûna goşt û neynûkê ji hev qut bikin.

Divê gelê Tirk ji navê 'Kurd û Kurdistanê' netirse: berevajî vê yekê divê ji înkarkirinê bitirse. Ji ber ku sedema pirsgirêka sed salî ev e. Qebûlkirin wê nebe sedema cihêkariyê, wê bibe wesîleya yekîtî, hevgirtin û çareseriyê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA