Rêveberiya Erdogan wê bikeve

Tayyip Erdogan çi bike jî êdî ji bo wî rêyeke rizgariyê nemaye. Rêveberiya Tayyip Erdogan wê bikeve.Ev teqez e… Nexwe divê mirov xwe sist neke, têkoşîna li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê xurttir û bi bandortir bidomîne.

Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan êdî hatiye dawiya rê. Êdî hêrsbûna wî ya li hemberî derdoran jî bi kêrî tiştekî nayê. Av dikeve keştiyê û êdî ne mumkun e ku çareyekê jê re bibîne. Dema ku bibêje ‘Ka ew rojên berê’ û nostaljiyê bike jî, ev jî bi kêrî tiştekî nayê.

Gef û şantaja tezkereya şer a du salan a li hemberî Iraq û Sûriyeyê jî diyar dike wê ji bo faşîzma AKP û MHP’ê çareyekê ava neke.

Ji ber vê jî Tayyip Erdogan neçar dimîne ku li benda qedera xwe be. Lê heke wisa neke wê çi bibe? Gelekî eşkere ye ku wê ji bo wî xetereya herî mezin be. Divê vî tiştî jî zanibe.

Ji bo Tayyip Erdogan hinek kes dikarin bibêjin, polîtîkavanekî wisa ye ku xwe baş gihandiye. Hinek kes dikarin wî wekî ‘Lutfeke Xwedê’ jî bibînin.

Di serdema Komarê de wekî ‘polîtîkavanê herî mezin’ ê piştî Mistefa Kemal jî dikare were nirxandin.

Bêguman ev hemû dibin şîrove û pênase. Lê ev tişt rastiyek e, di serdema komarê ya sedsalî de, rêveberê herî ku zêde li ser hikum maye. Tevî Kenan Evren afirînerê pêvajoya bi navê ‘Komara duyemîn e’.

Her kes baş dizane ku Tayyip Erdogan ji bo karibe karên mezin bike, amadekariyeke wî ya cîddî û ew kapasîteya wî tune.

Ev jî rastiyek e. Di nav Artêşa Tirk de serbaz û generalê herî bê perwerde jî Kenan Evren e. Di siyaseta Komara Tirk de jî siyasetvanê herî bê perwerde û bê bingeh jî Tayyip Erdogan e.

Heke ev her du kes ev qasî li ser hikum mane, ev ne ji ber hunera wan e, ji ber valatiya ku pêk hatiye û piştgiriya ji bo wan e. Di heman demê de ji ber ku egoya wan gelekî mezine û îxtîrasên wan jî gelek in.

Necmettîn Erbakan pêşiya Tayyip Erdogan vekiriye.

Mirov dikare bibêje ku cefaya vî karî ya Necmettîn Erbakan e û sefaya wê jî ya Tayyip Erdogan e.

Taybetiyên sereke yên Tayyip Erdogan ev e ku gelekî ji xwe razî ye, îxtîrasên wî gelek in, wekî bûkalemûnan pragtîzmê baş bi kar tîne, demogojiyê dike, xîtabî hestên mirovan dike, ji bo berjewendiya xwe her tiştî û her kesî bi kar tîne.

Ji ber vê jî ji vî tiştî re vekiriye ku kesên din û kesên xwedî hêz wî bi kar bîne û ew jî dixwaze xwe bide bikaranîn.

Tayyip Erdogan û AKP’ya ku ew seroktiyê jê re dikin, di serê sala 2000’an de DYE ji bo ku ew komployê bi ser bixe, ew peywirdar kirine. 

Li ser vî esasî di bin navê ‘Têkoşîna li hemberî terora PKKê’ bîst sal in van hêzan piştgirî dane wan.

NATO û DYE yên ku hêzên serwer ên pergala modernîteya kapîtalîst in bi dewleta Tirk re li hemberî PKK’ê tifaqeke wisa ava kirine û êrişên ji bo îmha û tasfiyeyê domandine.

Di nav êrişeke wisa de dewleta Tirk xwestiye Kurdan, DYE û NATO’yê jî xwestine PKK’ê tune bikin. Tayyip Erdogan ev rewş dîtiye û li ser berjewendiyên xwe yên şexsî dixwaze bibe aktorê vê pêvajoyê.

Bi kurtasî li hemberî PKK’ê bûne têtikkêş û gardiyanên komploya navneteweyî.

Di 3’ê Mijdarê de Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKP’ê dikevin sala xwe ya bîstemîn û encam li holê ye.

Di nav vî bîst salî de ne komploya navneteweyî bi ser ketiye û ne jî PKK tune bûye. Ango Tayyip Erdogan û AKP peywira xwe ya sereke bi ser nexistine. Nebûne têtikkêş û gardiyanên baş.

Di nav vî bîst salî de ji bo DYE û NATO’yê xizmetên baş kirine. Lê peywira sereke bi ser nexistine.

Tayyip Erdogan ji bo DYE û NATO’yê bûne barekî ku êdî nayê hilgirtin û kesayetiyekî ku êdî tehamul jê re nemaye. DYE û NATO dixwaze ji vî barî rizgar bibe û kesên nû bibîne ku karên xwe bi wan bike.

Di pêvajoyeke wisa de, polîtîkaya Rûsyayê ya ku xwest dakeve Rojhilata Navîn û enerjiyê, nakokiya di navbera Îran û DYE’yê de, bûne bandorên sereke ku bi hewariya Tayyip Erdogan hatine.

Tayyip Erdogan di çarçoveya Sûriyeyê de xwestiye vê rewşê binirxîne, derfetên heyî jî li hemberî PKK’ê bi kar bîne.

Piştgiriya DYE û NATO’yê têr nekiriye û xwestiye bi piştgiriya Rûsya û Îranê vê tiştî bidomîne. Di navbera DYE-NATO û Rûsya-Îranê de çûye û hatiye, xwestiye hêza xwe kom bike û desthilatdariya xwe bidomîne.

Lê êdî dawiya vê polîtîkayê jî hatiye. Bi rêveberiya nû re, hevdîtinên di navbera DYE û Îranê jî dîsa dest pê kiriye. Ji bo rêveberiya Tayyip Erdogan êdî derfet kêmtir bûye.

Peymanên DYE û Rûsya yên li ser Sûriyeyê rewşeke wisa ava kirine ku êdî Tayyip Erdogan wê nikaribe polîtîkaya xwe ya şer bidomîne.

Bi kurtasî bi saya piştgiriya Rûsya û Îranê re, wekî berê nikare polîtîkaya Sûriyeyê bidomîne.

Pê re jî tavîzên heta niha ji rêveberiya Tayyip Erdogan tê xwestin û di heman demê de tê xwestin Erdogan ji Sûriyeyê derkeve. Herî dawîn Çînê jî gotibû dewleta Tirk li Sûriyeyê dagirker e.

Ji bo Tayyip Erdogan rewşa polîtîk a navîn ji polîtîkaya derveyî ne cihê ye. Hinek komên çeteyan ên faşîst bi rê xistibe jî êdî piştgiriya girseyê jî gelekî kêm bûye.

Li gorî anketan heke hilbijartineke demokratîk were kirin, wê nebe desthilatdar. Di heft salên dawîn de MHP a ku xwe spartiye wê jî wê nikaribe benda hilbijartinê derbas bike.

CHP’ê dengê ‘Na’ da tezkereya şer a li ser Iraq û Sûriyeyê, ev tişt jî ji bo rêveberiya Tayyip Erdogan qelsbûneke mezin e.

Ji ber ku ev rewş bi awayekî şênber dide nîşandan ku li hemberî desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê rêveberiyeke alternatîf were avakirin.

Di vir de em bi eşkeretî dikarin vê rewşê diyar bikin: Sedema ku Erdogan evqasî dirêj li ser desthilatdariyê maye, ev tişt ji jêhatîbûna wî zêdetir, bi saya hêza ji derve û qelsbûna têkoşîna navxweyî ye.

Bêguman li hemberî rêveberiya Tayyip Erdogan bîst sal in têkoşîneke xurt tê dayîn û têkoşîna di heft salên dawîn de, bi qehremanî ye. Ev tişta ku em qala wê dikin wateya dîrokî û mezinbûna têkoşînê qels nake.

Lê gelekî zelal e ku têkoşîneke wisa ya heybet ji bo hilweşandina rêveberiya Tayyip Erdogan jî têr nake.

Niha ev qelsî diqede, têkoşîna li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ew aniye asta ku wê hilweşîne.

Geşedanên di qada siyasî de vî tiştî bi zelalî nîşan dide, dîktatoriya Tayyip Erdogan ji her alî ve teşhîr dike.

Bêguman ya herî girîngtir têkoşîna qehremanî ye ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di heft salên dawîn de dike.

Ev têkoşîn di meha Sibatê de li Garê, ji 23’ê Nîsanê û heta niha li Metînayê, li Zap û Avaşînê jî hatiye asta ku faşîzma AKP û MHP’ê têk bibe.

Rêveberiya Tayyip Erdogan êdî li hemberî gerîlayên Kurd bûye desthilatdariya ku têk çûye.

Desthilatdariya ku li Kurdistanê têk çûye nikare piştgiriyê ji civaka Tirkiyeyê û hêzên derve bistîne.

Wekî encam rewşa polîtîk a derve û navxweyî bi eşkeretî nîşan dide ku ji bo Tayyip Erdogan êdî rê qediyaye. Ji bo sivikkirina vê rewşê û dirêjkirina temenê desthilatdariyê hewl daye ji DYE û Rûsyayê krediyan bistîne lê ev hewldan bi kêrî tiştekî nehatiye.

Nexwe wê niha çi bike? Dibêjin wê xwe bispêrin tezkereya şer a li hemberî Iraq û Sûriyeyê, wê şerekî çêbikin, bi vî awayî hilbijartinê taloq bikin û temenê desthilatdariyê dirêj bikin. Ji ber vê jî ev tezkere ji bo du salan amade kirine.

Bêguman ev jî fikrek e û zelal e ku wê ev tişt jî ji bo dewleta Tirk ne hêsan be.

Ji ber ku heke dewleta Tirk têkeve şer wê NATO jî têkeve şer, evqasî ne hêsan e ku Tayyip Erdogan bi tena serê xwe şer îlan bike.

Ev tişt naşibe qetilkirina PKK û Kurdan.

Heke ruxmî DYE, NATO û Rûsyayê bi tena serê xwe rewşeke wisa ya şer ava bike, wê demê ew ê tenê bimîne, wê li hemberî berxwedana gerîla û gel bibe hedef.

Ew çi bikin jî êdî ji bo Tayyip Erdogan rê nemaye. Rêveberiya Tayyip Erdogan wê bikeve. Ev teqez e. Lê ev ketin wê kîngê û çawa be, êdî tişta girîng ev e.

Di vir de tişta girîng ev e ku mirov ne li benda vê ketina bixweber be û karibe di nava demeke gelekî kurt de vê ketinê pêk bîne. Ev jî bi têkoşîna şoreşger, demokratîk, yekgirtî û rast dikare pêk were.

Nexwe divê mirov xwe sist neke, têkoşîna li hemberî AKP û MHP’ê rêxistîtir û bandortir bidomîne.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA