Şehîdên Reqayê li Tebqayê hatin veşartin

Li Tebqayê cenazeyên 2 şervanên QSD′ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a Reqayê hatin veşartin.

Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên herdu şervanên QSD′ê Deham Mihemed (Ebû Qusey) û Adil Elî Hesen (Adil Tebqa) ên ku 16′ê Tîrmehê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a bajêr veşartin.

Li goristanê merasîm li gel deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî Fermandarê QSD′ê Xeyrî Mihemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina têkoşînê da.

Endamê Komîteya Komîteya Malbatên Şehîdan a Tebqayê Nasir Mehmûd jî axivî û diyar kir ku cangoriyên azadiyê ji bo azadiya gelan, bedelên giran didin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê bi dirûşman ve hatin veşartin