Operasyona Reqayê: Xeta parastinê ya çeteyan hate şikandin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Taxa Nezlet Şihade ya Reqayê lojmanên mehmûran û herêma lojmanên sor ji çeteyan paqij kirin.

Di şerê hê jî dewam dike de, çeteyek bi saxî hate girtin, hinek cenazeyên çeteyan jî ketin destê şervanan. Li Taxa Nezlet Şihade ya ku dikeve başûrê Reqayê xeta parstina çeteyên DAIŞ’ê hate şikandin, lojmanên mehmûran û herêma lojmanên sor hate paqijkirin.

Di şerê hê jî dewam dike de gelek çete hatine kuştin û cenazeyê hinekan jî ketine destê şervanan. Her wiha çeteyek jî bi saxî hatiye girtin û rêjeyek cebilxane jî hatiye desteserkirin.

Li taxên Nezlet Şihada û Berîdê di navbera şervanan û çeteyan de şerê dijwar diqewimin.