Salvegera 5. a Şoreşa Rojava li Efrînê hate pîrozkirin
Bi hezaran kesên li Kantona Efrînê li hev civiyan, bi wesîleya 5. salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîrozbahiyek lidar xistin.
Bi hezaran kesên li Kantona Efrînê li hev civiyan, bi wesîleya 5. salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîrozbahiyek lidar xistin.
Pîrozbahî bi şiyara "Bi Berxwedana 14'ê Tîrmehê re em ê Şoreşa Gelan a 19'ê Tîrmehê bi ser bixînin" pêk hat.
Bi hezaran welatiyên ji Efrînê, bi kincê xwe yê gelêrî, alên YPG/YPJ, PYD û TEV-DEM'ê tevlî pîrozbahiyê bûn.
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) jî li qada pîrozbahiyê merasîmeke leşkerî kir.
Piştî axaftinan, govend hate gerandin û stranbêj derketin ser dikê.