Operasyona rizgarkirina Reqayê ya QSD'ê, bi pêşveçûna şervanan a li navenda bajêr didome. Ji duh bi şev û vir ve li taxa Rewda ya li bakurrojhilatê bajêr re, şerekî giran diqewime. Di vî şerî de 8 çete hatin kuştin û hejmarek ji çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.
Li taxa Nezlit Şehade jî, piştî ku şervanan xeta parastinê ya çeteyan şikandin û ji xeta mayinan derbas bûn, bi qasî 1000 sivîl rizgar kirin. Çeteyan bi hawanan êrîşî gelê sivîl kirin. Lê belê tîmên taybet ên QSD'ê ev sivîl bi rengekî ewle gihandin taxa Yermûkê. Şerê li vê derê hê dewam dike.
Li gorî çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li vê herêmê hê jî hejmarek ji sivîlan heye û tîmên taybet hewl didin wan jî rizgar bikin.
Li taxa Hişam bîn Ebdulmelîk jî operasyona şervanan dewam dike û hejmarek ji çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin.