Nasnameyên 15 şehîdên Reqayê hatin eşkerekirin

YPG’ê nasnameya 15 şervanê YPG’ê yên ku di dem û cihê cuda yên berxwedana rizgarkirina bjarê Reqayê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragîhandinê ya YPGʹê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 15 şervanên YPGʹê yên di navbera 26’ê hizêranê û 17’ê Tîrmehê de di berxwedana Reqa û Cezra û Kobanê de şehîd bibûn eşkere kir.

YPG’ê destnîşan kir ku pêngava rizgarkirina Reqayê ku ji aliyê Hêzên Suriya Demokqratîk (QSD’) de hatiye destpêkirin bi pêşketinên şervanan di nav bajarê Reqayê de didome û bi dawîkirina hebûna çeteyan li Reqayê her ku diçe nêzik dibe. Di taxên bajar yên çar aliyan de di navbera şervanan û çeteyan de şerê dijwar ê sînge sîng tê jiyîn. Di encama operasyona şervanan li dijî çeteyan de li gel rizgarkirina taxan her wiha her roj bi sedan sivîlên ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne ji aliyê şervanan tên rizgar kirin.

Navendê di dewam daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Di navbera 26’ê Hezîran û 17’ê Tîrmehê de 14 şervanên me ku li Cezra û taxên Reqayê, ji bo pêşdebirina pêngavê û xilaskirina welatiyên Reqayê ji destê çeteyan, bi lehengî û qehremanî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Yek ji wan şervanan Brusk Kobanê ku ji destpêka Şoreşa Rojava tevlî refên YPG’ê bûye û di berxwedana Kobanê û gelek pêngavan de cihê xwe girtiye û herî dawî pêngava dîrokî ya Reqayê de bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê. Hevrê Brusk bi tevlîbûna xwe ya di jiyan û şer de bûye mînak ji hemû hevalên xwe re. Di kesayeta Şehîd Brusk de hemû şehîdên berxwedêr bibîr tînin û sersaxiyê ji malbata Şehîd Brusk re dixwazin.

Her wiha hevrêyê me Demhat Kobanê ku li bajarê Kobanê erk û peywirên xwe pêkdianî di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye.

Em weke YPG û YPJ careke din hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bibîrtînin û heya welatekî azad ku hemû pêkhateyên herêmê bi aramî û wekhevî bijîn soza xwe nû dikin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelên me yên berxwedêr re dixwazin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASANMAYAN

Nasnameyên şervanên ku şehîd bûne wiha ne:

Aras Hesekê

Nasnav: Aras Hesekê

Nav û Paşnav: Mehmûd Deham

Navê Dayikê: Necah

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezra / 26’ê Hezîrana 2017

***

Berxwedan Elî

Nasnav: Berxwedan Elî

Nav û Paşnav: Ciwan Xidir

Navê Dayikê: Şêrîn

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17’ê Tîrmeha 2017

***

Brusk Kobanê

Nasnav: Brusk Kobanê

Nav û Paşnav: Omer Nehsan

Navê Dayikê: Behîda

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê, Gundê Girik

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17’ê Tîrmeha 2017

***

Demhat Kobanê

Nasnav: Demhat Kobanê

Nav û Paşnav: Sebrî Pîrî

Navê Dayikê: Neîma

Navê Bav: Bekrî

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê, Gundê Karoz

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 17’ê Tîrmeha 2017

***

Ebû Mihemed

Nasnav: Ebû Mihemed

Nav û Paşnav: Ednan Silêman

Navê Dayikê: Fatîme

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17’ê Tîrmeha 2017

***

Ferhad Rimêlan

Nasnav: Ferhad Rimêlan

Nav û Paşnav: Hanî Ibrahîm

Navê Dayikê: Buşra

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Jidayikbûnê: Çilaxa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16’ê Tîrmeha 2017

***

Hesen

Nasnav: Hesen

Nav û Paşnav: Hesen Xidir

Navê Dayikê: Fatîme

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Cezra

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezra / 5’ê Tîrmeha 2017

***

Hogir Hesekê

Nasnav: Hogir Hesekê

Nav û Paşnav: Ebdilezîz El-Hisêno

Navê Dayikê: Menîfe

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezra / 26’ê Hezîrana 2017

***

Kawa Demhat

Nasnav: Kawa Demhat

Nav û Paşnav: Salim Salim

Navê Dayikê: Hinof

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Gir Zîro

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16’ê Tîrmeha 2017

***

Kendal Çiya

Nasnav: Kendal Çiya

Nav û Paşnav: Omer Esen

Navê Dayikê: Fadîle

Navê Bav: Şehmus

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16’ê Tîrmeha 2017

***

Mehmûd Reqqa

Nasnav: Mehmûd Reqa

Nav û Paşnav: Mehmûd El Şiwêş El Ebas

Navê Dayikê: Hilala

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16’ê Tîrmeha 2017

***

Qendîl Hirma

Nasnav: Qendîl Hirma

Nav û Paşnav: Basil Zeal

Navê Dayikê: Xezala

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Çilaxa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16’ê Tîrmeha 2017

***

Temir Hesekê

Nasnav: Temir Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed El Hisêno

Navê Dayikê: Xedîre

Navê Bav: Xilêf

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezra / 26’ê Hezîrana 2017

***

Welat Çilaxa

Nasnav: Welat Çilaxa

Nav û Paşnav: Danyal Ismayîl

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ismayîl

Cihê Jidayikbûnê: Çilaxa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17’ê Tîrmeha 2017

***

Welîd Baran

Nasnav: Welîd Baran

Nav û Paşnav: Ehmed Mihemed

Navê Dayikê: Xezna

Navê Bav: Silêman

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezra / 26’ê Hezîrana 2017