Cenazeyê 5 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Goristan Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê cenazeyê Fermandarê YPG’ê Kendal Cûdî û 4 şervanên azadiyê hatin veşartin.
Li Goristan Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê cenazeyê Fermandarê YPG’ê Kendal Cûdî û 4 şervanên azadiyê hatin veşartin.
Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên Fermandarê YPG′ê Umer Esen (Kendal Cûdî) û 4 şervanên YPG′ê Salim Salim (Kawa Demhat), Danyal Îsmaîl (Welat Çilaxa), Hanî Îbrahîm (Ferhad Rimêlan) û Ebdûl Cabir (Dilyar Şiyar) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê ve veşartin.
Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Cîgirê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ebdulehed Gewriye û Hevserokê Desteya Tûrîzim û Şûnwaran a Kantona Cizîrê Hisên Elî axivîn, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û soza domandina rêya wan nû kirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku serkeftinên şoreşa 19′ê Tîrmehê bi saya xwîna şehîdan hatin bidestxistin û berxwedana şervanên QSD′ê li bajarê Reqayê hat silavkirin.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre jî nasnameya şervanê YPG′ê Mihemed Mihemed (Argêş Şoreş) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, hat eşkerekirin.
Cenazeyên şervanan bi dirûşim û tilîliyan hate veşartin.