9 şehîdên Cenga Mezin li Hesekê hatin veşartin

Cenazeyên 9 cangoriyên têkoşîna azadiyê, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê bi armanca wergirtina cenazeyên şervanên YPG û QSDʹê Yasir Kirêş (Rojhat Botan), Mihemed El-Hisêno (Temir Hesekê), Idnan Silêman (Ebû Mihemed), Ciwan Xidir (Berxwedan Elî), Lûey Cima (Sîdar Emo), Ebdulezîz El-Hisêno (Hogir Hesekê), Mehmûd Deham (Aras Hesekê) Ehmed Mihemed (Welîd Baran) û  Ebrahîm Şêxo (Medîn Hesekê) ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin cem hev. 

Girseya gel piştî wergirtina cenazeyan bi karwanekî ji wesayitan ber bi Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê bi rê ket.

Li cihekî nêzî şehîdgehê, welatî ji wesayitan peya bûn, darbestên şehîdan hildan ser milan û bi qîrînda dirûşma "Şehîd namirin" ber bi goristanê ve meşiyan.

Merasîma li şehîdgehê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hemîd Hesen axivî got, bi saya berxwedan û fedekariya şehîdan herêm azad bûye û gelê herêmê dikare bi ewlehî bijî. Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku wê timî li ser şopa şehîdan bin.

Endama Fermandariya YPJ'ê Sariya Dijwar jî axivî û bang li şêniyên herêmê kir ku li dijî çeteyan û hemû êrîşkaran yekîtiya xwe xurt bikin . Dijwar got: "Em ê bi yekîtiya xwe li ser dijî hemû êrîşan û di serî de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin. Em  careke din soz didin ku em ê parastina hemû beşên civakê bikin. Bila her kes bizane ku Efrîn û Şehbayê ne bi tenê ne, lê belê hemû gelê herêmê li pişt wan e. Efrîn û Şehbayê wê bi îradeya xwe ya azad bi ser kevin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Endama Saziya Malbatên Şehîdan Îlham Bekir nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenaze spart axê.