Tevlîbûna ciwanên Kurd û Ereb li nava refên YPG'ê dewam dike
Li Til Koçerê, 21 şervanên Kurd û Ereb ên li Akademiya Şehîd Xebat hatin perwerdekirin tevlî nava refên YPG'ê bûn.
Li Til Koçerê, 21 şervanên Kurd û Ereb ên li Akademiya Şehîd Xebat hatin perwerdekirin tevlî nava refên YPG'ê bûn.
Li navçeya Til Koçer a Kantona Qamişloyê, perwerdeya îdeolojîk û leşkerî ya 2 mehan a dewreya perwerdeyê ya Şehîd Cûdî Reş a 31 şervanên Kurd û Ereb qediya. Şervanên nû tevlî nava refên YPG'ê bûn.
Dewreya perwerdeyê bi merasîmeke leşkerî qediya, ku endamê Fermandariya YPG'ê Mûstafa Cizîrê jî lê amade bû.
Di merasîmê de bi navê malbata Şehîd Cûdî Reş kekê wî axivî, serketin ji hemû şervanên li çeperan li ber xwe didin xwest û soz da ku wê timî li ser şopa şehîdan bin.