Dîmenên ji esmanan ve yê El Umer a di destê QSD’ê de
Dîmenên ji hewayê ve ya Navenda petrolê ya El Umer a yek ji bîra herî mezin a petrolê ya Sûriyeye ku di 22’yê Cotmehê de kete destê şervanê QSD’ê, gihişte ajansa ANF’ê.
Dîmenên ji hewayê ve ya Navenda petrolê ya El Umer a yek ji bîra herî mezin a petrolê ya Sûriyeye ku di 22’yê Cotmehê de kete destê şervanê QSD’ê, gihişte ajansa ANF’ê.
Dîmenên ji hewayê ve ya Navenda petrolê ya El Umer a yek ji bîra herî mezin a petrolê ya Sûriyeye ku sala 2014’an ve di destê çeteyên DAIŞ’ê de bû, di 22’yê Cotmehê de bi operasyoneke taybet hate azadkirin û niha di kete destê şervanê QSD’ê de ye gihişte ajansa me.
Navenda petrolê ya El Umer ku dikeve rojhilatê bajarê Dêra Zor a li Rojhilatê Sûriyeyê cih digire, ji beriya şerê navxweyî ya sala 2011’an rojane 30 hezar varêl petrol hildiberand. Bîra petrolê ya El Umer di Mijdara 2013’an de ji aliyê Cephet El Nûsra û hêzên din ên weke muxalîf dihatin pênaskirin ji destê rejîmê girtin, ji aliyê van hêzên ve dihate bikaraîn.
Ev hêzên ku xwe weke muxalîf didan pênasekirin rojane ji vê bîra petrolê 10 hezar varêl petrol dihilberandin û difirotin Rejîma Baas, welatên mîna Tirkiye, Siûdî Erebîstan, Qeter û yên din, dahate mezin bidest dixistin.
Di Nîsana 2014’an de bi derketina şervanên Cephet El Nûsra ya ji herêmê, ev bîra petrolê kete destê DAIŞ’ê. Ev herêm ji bo çeteyên DAIŞ’ê xwedî hatina dahetkî pir girîng bû. Çeteyên DIAŞ’ê petrola ji vir derdixistin, beşek mezin ê wê difirotin Cephet El Nûsra, welatên mîna Tirkiye, Siûdî Erebîstan, Katar û Rejîma BAAS’ê.
22’yê Cothemê di Pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê hêzên QSD’ê ve bikaranîna taktîkên taybet bê ku ziyanê bigihîjîne Navenda Petrolê ya El Umer rizgar kir. Niha ev bîr nayên bikaranîn.
Ji dîmenên ku ji hewa ve hatin kişandin baş xuya dikin ku hinek beşên Navenda Petrolê ya El Umer ji aliyê balafirên şer ên Rûsyayê ve hatine texrîbkirin.
Rêveberên QSD’ê ji ANF’ê re diyar kir ku piştî ku bi temamî Dêra Zor hate rizgarkirin û temîratê wê dahat û hilbarîna Navenda Petrolê ya El Umer ku destpêk di destê Rejîma Baas, Cephet El Nûsra û çeteyên DAIŞ’ê de bû, wê ji bo gelê Dêra Zor û Sûriyeyê bikeve zimetê.