Bagera Cizirê: Gundê Herika hate rizgarkirin

Li Dêra Zorê gundê Herika hat rizgarkirin, li gundê Agedatê şer bi hemû giraniya xwe didome û çeteyên DAIŞ’ê derbeke giran xwarin.

Pêngava Bagera Cizîre  bi hemû dijwariya xwe kete roja 52’yan û şervanên QSD û Meclîsa Leşkerî pêş de diçin.   Şervanên  QSD’ê sihare çûbûn ser  çeteyên DAIS’ê ya Gundê Herika ku  41 km dikeve bakurê rojhilatê Derazorê û di navbera çete u şervanan de şer u pêvçûnên giran derketibûn.

Di encama şer de 13 çete hat kuştin, hawaneke 21, hawaneke 82, hinek cepheneyên çeteyên DAIS’ê ketin destê şervanan.

Ji aliye din ve jî li Gundê Agedat ku  20 km dikeve başure rojhilat ê  Dêrazorê şêrekî giran heye. Li gundê Agedat di pêvçunên îro de 25 çete hat kuştin, 11 cenazeyên çete tevî rext u silahên xwe ketin deste şervanên.

Çeteyêk jî ji aliye ji aliyê şervanên QSD ve dîl hate girtin.

Şervanan piraniya gundê Agedat ji çetê paqij kirin û li hinek cihên gundê Agedat hê jî şer girane.