Ji bo balbikişînin li ser rewş, ewlehî û tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gundê Girbawî girêdayî Kantona Qamişlo, beriya du rojan çalakiya kon a greva birçîbûnê hatibû vedan, îro ev kon bi serlêdan gelek partî, sazî, YPG-YPJ û meclisên gundan ve bi dawî bû. Her wisa di kon de li ser navê gelek partî û saziyan jî axaftin hatin kiri.
‘EM BI FIKRI Û RAMAN OCALAN HATINE VAN ROJAN’
Di çalakiya konê greva birçîbûnê de Hevserokê Kantona Cizîrê Abdulkerim Saroxan axivî û wiha got: “Bi fikir û remanên Rêber APO em heta vê rojê hatine, me gelek destkefti bi van fikir û remanê Ocalan bi destxistine. Îro jî, ji bo ku em xwedî li Rêber APO û fikir, felsefe û remanê ku dayî me derbikevîn, em li vir kom bûne.
‘JI BO EM XWEDÎ LI RÊBERTIYA XWE DERKEVIN DIVÊ TIM LI QADAN BIN’
Saroxan di berdewamiya axaftina bal kişand ser xurtikirina çalakiyên ji bo Ocalan û wiha pêde çû: “Ji bo ku em xwedî li Rêbertî derbikevin divê em her timî li qada bin û li ser piyan bin. Em bang li hemû partî û saziyên navdewletî dikin ku ji vê rewşê agahdar bin û bang li hevalbendên xwe bikin ku dakevin qadan. Ji ber ku em bi ked, fikir û felsefeya Rêbertî gihane vê astê. Eger ku ev fikir û felsefe tunebûya niha em ne divê rewşê de bana û me ev destkeftî bi dest ne dixistin.”
‘DIVÊ ZÛTIRÎ DEM AGAHIYEK JI RÊBERTIYA ME BÊ GIRTIN’
Hevserokê Kantona Cizîrê Abdullkerim Saroxan di dawiya axaftina xwe de bang li CPT’ê jî kir û wisa got: “Em bang li hemû saziyên peywendîdar û bi teybetî jî CPT’ê dikin ku di rojên pêş de çi bi belge, çi jî bi daxuyanî be divê ku li ser rewşa Rêberê me raya giştî û gelê Kurd bê agahdarkirin. Disa ji bang li hemû dewletên navnetewî dikim ku divê ji rojekê hîn zutir rewşa Rêbertî bigirin ber çav û xwedî lê derbikevin.”