Hat qedexekirin ku bazirgan û selefkar têkevin Dêra Zorê!

Asayîşa Dêra Zorê têketina bazirgan û selefkaran a li Dêrazorê qedexe kir.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 50’emîn de didome û Asayîşa Dêra Zorê diyar kir ku têketina bazirgan û selefkaran a li Dêra Zorê hatiye qedexekirin.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, bazirgan û selefkarên ku diketin herêmê an malên sivîlan bi erzanî dikirin an jî didizin û xisarê didin gel. Asayîşê got ku, “Li gorî çavdêriyên me, em dibînin ku gel dikevin xefqa bazirgan û selefkaran. Li vê derê bazirgan tiştan bi erzanî ji gel dikirin an jî didizin.

Kesên bi vî rengî keda gel didizin. Êdî me qedexe kiriye ku bazirgan û selefkar têkevin herêmê. Ji bo parastina nirxên gel me ev biryar da. Bazirgan û selefkarên ku dixwazin têkevin Dêra Zorê, êdî wê werin girtin.”