Bagera Cizirê: Êrîş hate şikandin, 18 çete hatin kuştin
Ji aliyê şervanên QSD’ê ve êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser zeviyên El Umer hate şikandin. Şervanan panzerek û wesayîtek doçka ya 23 jî îmha kirin.
Ji aliyê şervanên QSD’ê ve êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser zeviyên El Umer hate şikandin. Şervanan panzerek û wesayîtek doçka ya 23 jî îmha kirin.
Çeteyên DAIS’ê ku vê berbangê êriş biribûn ser şervanên QSD yên Zeviyê El Umer, di navbera çete û şervanan de şer li herêmê derketibû. Şervanan piştî nîvro êrîşa çeteyan bi temamî şikandin.
Di encama şer de 10 çete hatin kuştin, panzerek û wesayîta doçka ya 23 ji aliye şervanên Pengava Bagera Cizîrê ve hatin imha kirin. Piştî şerê li herêmê miqtarek cebilxane û çekên çeteyan kete destê şervanan de.
Her wiha li aliyê din êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser nuqteyên şerrvanên Pêngava Bagera Cizirê ya li gundê Namliyah jî danê nîvro hate şikandin. Di şerê li gundê Namliyah de jî 8 çete hatin kuştin.