Cenazeyê şehîd Nede Ebdullah hate veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nede Ebdullah bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Minbicê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nede Ebdullah (Nadîn Minbic) a ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî wesyîtan ber bi Goristana şehîdan a Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xilêf, Hevseroka Komîteya Parastinê Nofa Silêman û Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenber axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin, rizgarkirina Reqayê pîroz kirin û diyar kirin ku cangoriyên azadiyê destaneyên lehengiyê dinivîsin.

Her wiha di axaftinan de soza tolhildan û şopandina rêya şehîdan jî hate dayîn.

Piştre nasnameya şehîda Minbicê hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşam ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristana şehîdan hate veşartin.