Cenazeya Şehîd Cûdî Zagros hate veşartin
Welatiyên herêma Cindirêsê cenazeyê şervanê YPG`ê Luqan Şêx Heyder (Cûdî Zagros) bi merasîmekê veşartin.
Welatiyên herêma Cindirêsê cenazeyê şervanê YPG`ê Luqan Şêx Heyder (Cûdî Zagros) bi merasîmekê veşartin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cindirêsê Hesen Berko û Hevseroka PYD`ê Ayşe Hiso axivîn.
Axavtivanan sersaxî ji malbata şehîd Cûdî re xwestin û Roja Cîhanê ya Berxwedaniya Kobanê bibîranîn. Her wiha diyarkirin ku bi saya şehîdan, Kobanê rizgar bû Rojava gihîşte deskeftiyên mezin.
Her wiha hevjîna şehîd Cûdî di merasîma wî de axivî û got:ʺEz bi şehadeta Cûdî serbilind im û em soz şopandina rêya wî didin.ʺ
Nasnameya şehîd Cûdî hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeya şehîd Cûdî bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` ve hate veşartin.