'Em ê li Kobanê careke din Rêberê xwe hembêz bikin'
Eyşe Efendî anî ziman ku hêvî û biryardariya wan ew e ku careke din rêberê xwe Rêber Apo li Kobanê pêşwazî bikin.
Eyşe Efendî anî ziman ku hêvî û biryardariya wan ew e ku careke din rêberê xwe Rêber Apo li Kobanê pêşwazî bikin.
Berdevka Insyatîva Azadiya Rêber Apo a Kobanê Eyşe Efendî têkildarî Kampanyaya di çarçoveya 'Ez jî dixwazim bi Ocelan re hevdîtinê bikim' ji ANF'ê re axivî.
Eyşe Efendî anî ziman ku 'Mafê Hêviyê' mafekî rewa ye, lê dema dibe Rêber Apo, ew dibînin ku sîstem û pergala êşkenceyê li pêş e. Eyşe Efendî diyar kir ku bi salan ev yek dirêj bûye û got: "Rêber Apo weke dîrokeke nû, weke destanekê bû di nava civakê de û jinûve rabû. Ev destan jî di nava dewletên desthilatdar de tirsek bû. Desthilatdarî ji fikrê Rêber Apo ditirse. Ji lewra dibêjin ku ji aliyê hiquqî ye, lê belê ne malbat ne jî parêzerê Rêber Apo dikarin hevdîtinê bikin. Lê gelê me jî ji bo azadiya fîzîk ya Rêber Apo çi li welat û çi jî li dervayî welat berxwedaneke bêhempa raber kir."
Eyşe Efendî anî ziman ku ruxmî banga gel û banga azadîxwazinên cîhanê yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo CPT bêdeng e û wiha bilêv kir: "CPT çendî çû hevdîtin bi Rêber Apo re kir, lê ti daxuyaniyên nedan. Hurguliyên hevdîtinê nedan. Rêberê me di destpêka bihara jiyana xwe de destpê kir, vaye em jî temenê me mezin bûye, em bûne malbatên şehîdan, porê me jî êdî spî bûye. Em jî êdî dixwazin ku Rêberê xwe bibînin, ji ber ku bi fikrê Rêberê xwe em gihîştin serketinê."
Eyşe Efendî diyar kir ku divê êdî ew Rêberê xwe di aliyê fîzîkî de jî hev û du bibînin û got, "Di vê dawiyê de bi rêya Omer Ocalan û Heyeta Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê me re hatin kirin. Lê êdî dem hatiye ku em jî serokê xwe bibînin. Dem hatiye ku em Rêberê xwe hembêz bikin. Em li bendê bûn ku Rêberê xwe di dema peyama wî ya 27'ê Sibatê de me bi dîmen Rêberê xwe bidîta lê mixabin me Rêberê xwe nedît. Çawa Rêberê me cara yekem berê xwe da Kobanê, em dîsa jî li benda Rêberê xwe ne ku em careke din Rêberê xwe li Kobanê pêşwazî bikin û hembêz bikin. Em hêvîdar in û em ê hêviya xwe jî teqez pêk bînin."