Şervanê QSD'ê El Hetro hate veşartin

Şervanê QSD'ê Ebdurehman El Hetro yê li bejahiya Dêrazorê şehîd bû, li Hesekê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi sedan xelkê bajarê Hesekê û gundewarê wê, endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî di merasîma definkirina cenazeyê şervanên QSD’ê şehîd Ebdurehman El Hetro de hazir bûn. Şehîd Ebdurehman El Hetro li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundewarê Hesekê hat oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Ebdurehman El Hetro di 21’ê Gulanê de li gundewarê Dêrazorê şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hayis axivî û got: "Em îro bi dilên xemgîn li vir hazir bûne, lê serê me bi oxirkirina şehîdê leheng ku di oxira parastina xak û welat de canê xwe daye, serbilind e."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo jî got: "Destpêkê em bejna xwe li hember şehîdên xwe yên leheng ditewînin. Îro herêma me rastî hemleya ragihandinê ya ku nefretê û nijadperestiyê diweşîne tê. Ji lew re dibêjin, divê gelê me van gotegotan bizane, ku ew jî nîşaneya binketina projeyên kişandina herêmê ber bi şerekî mezhebî ve bû."

Selmo ew ê tola hevrêyên xwe hilînin û parastina destkeftiyên wan bikin û bersiva her êrişeke leşkerî li dijî herêmê bidin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.