BI DÎMEN

Zarokên Kobanê li ser helbesta Rêber Apo hestên xwe anîn ziman

Zarokên Kobanê li ser nameya Rêber Apo ya ji bo zarokan şandî, hestên xwe anîn ziman û gotin: “Em dixwazin bi Rêberê xwe re bijîn û wî hembêz bikin.”

Piştî name û helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan, duh li Kobanê zarokan li dibistanê nameya Rêber Apo xwendin. Zarokên dibistanê ji ANF’ê re axivîn û gotin ew dixwazin bi Rêberê xwe re jiyan bikin.

Zaroka bi navê Yesmîn Elî Xelîl ku li refa 6’an e, ev tişt got: “Em ê xeyalê xwe pêk bîn in û Rêber Apo hembêz bikin. Em gelekî kêfxweşin ku Rêber Apo ji bo me name û helbest şandiye, em ê jî weke zarok ji Rêberê xwe re bibin hêvî û em êdî dixwazin bi Rêberê xwe re jiyan bikin, em ê Rêberê xwe hembêz bikin. Rêber Apo ji bo me zarokan jiyaneke azad afirand."

Mihêdîn Heranî diyar kir ku ew bi nameya Rêber Apo gelek kêfxweş in û got: "Em gelekî şanaz û kêfxweş in ku Rêber Apo ji bo me helbest nivîsiye, em hêvîdar in ku êdî em bi Rêberê xwe re jiyan bikin."

Zaroka bi navê Davîn Elî jî wiha hestên xwe yên kêfxweşiya bi Rêber Apo re anî ziman û got: "Ez ji Rêberê xwe hez dikim, ji ber Rêberê me jiyaneke azad ji me re afirandiye, em dixwazin Rêberê xwe hembêz bikin."