Li Dêrazorê operasyonên QSD'ê yên li dijî DAÎŞ'ê
QSD'ê hewldana êrîşê ya DAÎŞ'ê ya li bejahiya Dêrazor asteng kir. Li Hecîn û Sosê di operasyonan de çeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin, teqemenî hate bidestxistin.
QSD'ê hewldana êrîşê ya DAÎŞ'ê ya li bejahiya Dêrazor asteng kir. Li Hecîn û Sosê di operasyonan de çeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin, teqemenî hate bidestxistin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan hewla çeteyekî DAIŞ’ê ya bicihkirina mayînekê li keviyên rêya digihîne bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê, têk bir.
Navendê eşkere kir ku dewriyeyeke QSD’ê bi erka xwe ya ewlekirina rê û aştiya civakî dikir, lê dît ku tevgerên bigûman ên şaneyekê ji 2 çeteyan pêk tê hene. Dewriyeyê çeteyek dorpêç kir, lê çete gule li dewriyeyê reşand, bi wê re dewriyeyê bersiv da û hat kuştin.
Li gorî navendê, li gel wî çeteyî mayînek hebû, ku hewl dida li kêlek rê biçîne, her wiha çeteyê din jî reviya û xwe di nava sivîlan de veşart.
Girêdayî mijara çeteyan, li bajarokê Sosê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî QSD’ê bi şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê re kete pevçûnê, lê çete ji herêmê reviyan.