Konvoya alîkariyê ji Tebqayê ber bi peravên Sûriyeyê bi rê ket
Alîkariya ku Komeleya Alîkarî û Pêşvebirinê ya Mezopotamyayê kom kir, ber bi herêmên peravî yên Sûriyeyê bi rê ket.
Alîkariya ku Komeleya Alîkarî û Pêşvebirinê ya Mezopotamyayê kom kir, ber bi herêmên peravî yên Sûriyeyê bi rê ket.
Di çarçoveya kampanyaya alîkarya mirovî ya ku ji aliyê Komeleya Mezopotamyayê ve bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate birêxistinkirin de, îro danê sibê karwaneke alîkariyên mirovî ji deriyê El Bûasî yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên desthilata Şamê de, ber bi herêmên peravê ve bi rê ket.
Karwanê ku ji Qamişlo bi rê ket û ji Hesekê, Reqa û Tebqayê derbas bû, îro danê sibê bi rêya deriyê El Bûasî derbas bû. Ev karwana duyemîn e di ku di çarçoveya kampanyaya alîkariyên mirovî de ji bo herêmên beravê tê rêkirin.
Şêniyên kantona Reqayê jî li ber pira nû ya bakur pêşwaziya karwanê kir û hin alîkariyên mirovî pêşkêş kirin.
Karwanê ku ji hezar û 500 selikên xwarinê pêk tê li 2 kamyonan barkirî ye.