NÛ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike

Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşa xwe ya li ser Til Rifatê ku 2 sivîl qetil kirin, êrîşî Kobanê, Minbic, Şehba, Dêrik û Til Temirê dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov û bi çek navenda bajarê bombebaran kir. Piştre bi çekên giran êrîşî gundên El Seyaada, Ewn El-Dadat, El Toxar û El Diric kir.

Artêşa Tirk a dagirker ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê zêde kir, gundê Birciqasê, Kilotê, Meyasê, Zirneîtî, Soxanekê, Qinêtrê, Aqîbê, Bênê yên Şêrawayê; gundên Tinib, Merenazê, Malikiyê, Elqamiyê, Şêwarqa ên navçeya Şera û gundên Eyndeqnê, Miniq, Belûniyê, Şêx Îsa, Hirbil, Simuqa, Til Medîq, Til Cîcan, Nêyrebiyê, Radarê, Şealê, Xirbêt Şealê yên navçeya Til Rifat û Kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran dike.

Li aliyê din bi balafira bê mirov û bi çek êrîşî gundê Mêrga Mîra yê Dêrikê kir. Hate hînbûn ku di encama êrîşê de tu windahî çênebûne.

Gundê Um-Elkêf ya navçeya Til Temirê jî bi obusan tê topbarankirin.