Di bombebarana Şehbayê de 2 kes birîndar bûn

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li derdora gundê Til Sosin û Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê de 2 kes birîndar bûn.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker gundên Kantona Efrîn-Şehba û derdora Kampa Serdemê (ku koçberên Efrînê lê diman) yên gundê Til Sosinê bombebaran kir. Di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn. Yek ji birîndaran Ehmed Omer Ehmed ê 65 salî ye.

Dewleta Tirk her wiha Qizelî, Qerfilî, Um Hewêş, Xirbet Elûş, Erîda û Kor Hesen ên rojavayê Eyn Îsa û bejahiya rojavayê bajarê Girê Spî bi obusan topbaran kir.