Mazlûm Ebdî: Hêzên me amade ne ku gelê me biparêze
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan û qadên sivîl daxuyaniyek da û got, "Hêzên me amade ne ku gelê me û xaka me biparêzin."
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan û qadên sivîl daxuyaniyek da û got, "Hêzên me amade ne ku gelê me û xaka me biparêzin."
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî piştî pêla nû ya êrîşan a dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û êrîş weke 'sûcê şer' pênase kir.
Peyama Mazlûm Ebdî ya li ser medya dîjîtal bi vî rengî ye: "Tirkiye bi awayek bê serûber û bê bingeh herêmên me bombebaran dike. Navendên xizmetguzarî, tendirustî û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şerin. Me gelek caran amadebûna xwe ji bo diyalogê anîbû ziman, lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne."