Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê dewam dikin.
Komîteya Enerjiyê ya Kantona Firatê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê elektrîk qut bûye.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov bajarê Kobanê, navendên giştî û xizmetê yên li bajêr û stasyona elektrîkê bombebaran kir û rê li ber ziyaneke mezin a madî vekir.
Komîteya Enerjiyê ya Kantona Firatê bi daxuyaniyeke ragihand ku stasyon bi temamî ji xizmetê derketiye.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi çekên giran û balafirên bê mirov ên li ser herêmên cuda yên kantona Firatê didomîne.
STASYONA PETROLÊ Û BÎR HATIN HEDEFGIRTIN
Dewleta Tirk a dagirker stasyona petrolê ya Zarbî ya li gundê Şelûmiyê ya Tirbespiyê bombebaran kir. Dagirkeran stasyona petrolê ya Babasî û navendeke komkirina mazotê jî bombebaran kir. Navenda komkirina mazotê li gundê Girê Berê ye.
Li herêmê tevgera hewayî dewam dike.
Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşên xwe yên li ser stasyonên petrolê, dest bi bombebarankirina bîrên petrolê jî kir.
Du bîrên petrolê yên li gundê Girê Berê ya Tirbespiyê ji aliyê dagirkeran ve hat bombekirin.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Oca ya Til Temirê jî bombe kir. Têkildarî encamên bombebaranê hê agahî bi dest neketine.