Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşa dewleta Tirk daketin qadan
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîş bi tundî şermezar kirin.
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîş bi tundî şermezar kirin.
Dewleta Tirk a dagirker ji şevê din 23’yê Cotmehê ve binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jîngeh û navendên hêzên ewlehiyê ji Dêrikê heta Kantona Şehba-Efrînê bombebaran kir. Di encama êrîşan de 2 jê zarok bi giştî 12 sivîl şehîd bûn û 25 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a faşîst li Kobanê Stasyona Elektrîkê, firin, navenda Asayîşê û bendên kontrolê kir hedefa xwe. Di encama van êrîşan de li Kobanê hevalekî Hêza Ewlekariya Hundirîn Şehîd bû.
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê, li dijî êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Meş ji qada Jina Azad destpê kir û heta qada Şehîd Egîd berdewam kir.
Di meşê de bê navber dirûşmeya “Şehîd Namirin”, “Soza me tolhildan e” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin. Di meşê de girseyî de wêneyên birîndar û şehîdan hatin hildan.
Girseya gel li qada Şehîd Egîd ji bo şehîdan deqeyeke rêz girt. Piştre Hevserokê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bozan Xelîl axivî û destnîşan kir ku armanca êrîşan tinekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye.
Bozan Xelîl, anî ziman ku di nava 50 sal a têkoşînê de berxwedaneke bêhempa hatiye raberkirin û ev berxwedan derbasî dîrokê bûye. Xelîl, da zanîn ku armanca dijmin ew e li Rojhilata Navîn Kurd azad nejîn û got, “Ji ber ku di nava dilê Rojhilata Navîn de Kurdistan heye. Projeya Rêber Apo tê pêkanîn.”
Xelîl, destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku ji şevê din ve destpêkiriye, têkçûna wê nîşan dide û got di sedsala 21’an de wê dewleta Tirk tine bibe.”