Ji Meclîsa Jinan bang: Divê gel li dora QSD'ê bicive
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê got, "Em şerê rêxistina terorê yê li dijî gelê Sûriyeyê şermezar dikin û ji vê yekê dewleta Tirk berpirsyar e." Meclîsê bang li gelê herêmê kir ku li dora QSD'ê bicive.
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê got, "Em şerê rêxistina terorê yê li dijî gelê Sûriyeyê şermezar dikin û ji vê yekê dewleta Tirk berpirsyar e." Meclîsê bang li gelê herêmê kir ku li dora QSD'ê bicive.
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê geşedanên li Sûriyeyê û êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûd ji kontrolkirina çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li Helebê û pêşketinên wê ber bi Hemayê û vekişîna hêzên hikumeta Şamê wergirt û êrişî herêma Şehba û Til Rifetê kir û gelê Efrînê yê ji ji sala 2018ˈan koçberî wir bûye, dorpêç kiriye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bûyerên ku vê dawiyê li Heleb û Şehbayê rû didin trajedî û xetereya qirkirinê ya li pêşberî gelê Kurd tîne bîra mirov.
Hate gotin: "Niha 200 hezar welatî li pêşberî karaseteke mirovî ne ku hebûna wan dike hedef, an dê tune bin an jî dê bi darê zorê ji aliyê çeteyan ve werin koçberkirin."
Di daxuyaniyê de êrişên li ser gelê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û wiha hat domandin: "Em şerê ragihandinî yê rêxistinên terorîst ê li dijî gelê Sûriyeyê şermezar dikin û dewleta Tirk berpirsyara vê yekê dibînin, ji ber ku ku ji destpêka aloziyê û heya niha destwerdanê li Sûriyeyê dike. Hikumeta Sûriyeyê jî berprisyar e ku erkên xwe bi cih neanî û sivîl li pêşberî çarenûsa nediyar re hiştiye. Di heman demê de em bêdengiya hêzên navneteweyî ya metirsîdar a li hemberî rûdanên li Sûriyeyê şermezar dikin. Em bang li wan dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin bila projeyên xwe yên dijminane rawestîne, rêzê li serdestiya Sûriyeyê bigire û li sînorê xwe yê xwezayê vegere."
Di daxuyaniyê de işaret bi hewldanên Rêveberiya Xweseriya yên misogerkirina ewlehiya herêmê hate kirin û bang li gelê herêmê hat kirin, ku li dora QSD'ê kom bibin.