Meclisa Gelan a Demokratîk bi awayekî awarte kom bû û biryaran girt

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser geşedanên dawî bi awayekî awarte kom bû û biryaran girt.

MECLÎSA GELAN A DEMOKRATÎK

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (2 Kanûn 2024) li ser geşedanên li Suriyeyê û bandora wan a li ser Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi awayekî awarte civiya. 

Li gorî agahiyên ku li ser malpera Rêveberiya Xweser hatine weşandin, di civînê de geşedanên li herêmê hatin nirxandin û şêwazê pêkanîna seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser hat plansazîkirin.

BIRYARÊN HATINE GIRTIN

Di encama nirxandinan de biryarên li jêr hatine girtin:

- Divê di pêkanîna seferberiya giştî de, piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) were kirin.

- Ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û balkişandina ser şerê taybet ê li dijî Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, divê civînên girseyî werin li darxistin.

- Divê li hemberî her êrîşeke muhtemel a li ser Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekarî werin kirin.

- Divê li hemû bajarok, bajar û kantonên herêmê komîteyên rewşa awarte werin avakirin.

- Li bajarok, bajar û kantonan komîteyên parastinê yên HPC’ê werin bihêzkirin û piştgirîkirin.

- Li deriyên sînor aktîfkirina komîteyên awarte yên ji bo pêşwazîkirina penaberên ji deverên din ên Suriyeyê.