Li Helebê çeteyan bav û kur qetil kir

Li Helebê çeteyan êrîşî malbatek Kurd kir û Cemal Mursîl û kurê wî Hesen ê 24 salî qetil kirin.

Malbata Kurd a ji gundê Qert Qelat a Efrînê, dema bi wesayîta xwe ji Şehbayê diçû Helebê rastî êrîşa dewleta Tirk a dagirker hat.

Çeteyan li nêzî çerxerêya Şêxan a li bajarê Helebê êrîşî malbata Kurd kir. Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Cemal Mursil û kurê wî Hesen ê 24 salî şehîd bûn û hevjîna Cemal û keça wî jî bi giranî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Yasîn a li Taxa Şêxmeqsûdê.